Li Lozanê Newroza em ê NA’yê bi ser bixin
Li Lozan a Swîsreyê Newroz bi dirûşma ‘’Em ê Na’yê bi ser bixin’’ hate pîrozkirin.
Li Lozan a Swîsreyê Newroz bi dirûşma ‘’Em ê Na’yê bi ser bixin’’ hate pîrozkirin.
Li Lozan a Swîsreyê Newroz hate pîrozkirin. Pîrozbahî ji hêla HDK’ê ve hate amadekirin, sazî û nûnerên partiyên dost ên Swîsreyê jî amade bûn.
Bernameya Newrozê piştî meşa bi xetîre bi mîtîngekê berdewam kir. Meş li Mentbenonê dest pê kir û bi Fransizî danezanên ‘’em çima dibêjin NA’ hatin belavkirin.
Mîtîng li meydana Rîpponne bi tevlêbûna bi sedan kesî pêk hat û bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir.
Di axaftina mîtîngê de hate gotin Newroz rasteqîniya gelê Kurd e û Kurd serê xwe ji zilmê re natewînin. Hate gotin bi her ‘na’ya 16’ê Nîsanê ya di referandûmê wê dawî li dîktatoriya Erdogan were ku polîtîkayên şaş ên dîktatoriya AKP-Erdogan zemîna komkujiyan tê çêkirin.
Di mîtîngê de her wiha komkujiya Helepçe hate şermezarkirin û kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn.
Piştî axaftinan koma Dengê Rojava stran gotin û govend hate gerandin.