Ok: Newroz wê weke rojek hesab xwestinê bê pîrozkirin

Ok destnîşan kir, ku Newroza îsal wê asta têkoşînê diyar bike û got, "Ez bawerim gelê me wê bi vê zanebûnê, vê roja rûmetê bi ruhekî bilind pîroz bike. Bi serhildanê wê hesab ji dewleta dagirker bixwaze."

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok di bernameya "Rojeva Welat" a Stêrk TV de bersiv da pirsên rojnamevan M. Emîn Yildirim.

Îro 29. salvegera komkujiya Helepçe ye. Ji bo vê komkujiyê hûn çi dibêjin. Her wiha di roja îro de jî gelê kurd bi gelek xeterî û komkujiyan re rû bi rû ye. Ji bo kariba xwe ji van xeterî û komkujiyan biparêze ma yekitiya neteweyî ne ferz e?

Ev komkujiya Helepçe ku 29 sal beriya vê li ser gelê me pêk hat bi tundî şermezar dikim. Ev komkujî li ber çavên dinyayê li ser gelê kurd pêk hat. Esas weke rûreşiyek siyaseta navneteweyî û heta ya mirovahiyê ye. Wexta mirov dîroka gelê kurd mêze dike komkujî, sirgûn, koçberî yên herî sereke ne. Ji dewletên dagirker kê xwe xwedî hêz dîtiye bi şêwazekî hovane her tim li ser gelê kurd komkujî pêk anîne. Li hemberî vê gelê kurd jî tu caran serê xwe netewandiye û her tim li ber xwe daye. Îro jî esas hem komkujî hem berxwedan li ser Kurdistanê û gelê kurd hîn jî berdewam e. Weke tê zanîn Helepçe parçeyekî Enfalê ye. Bi çekên kîmyewî û Sedamê faşîst bi şêwazekî hovanê li ser gelê me komkujî pêk anî. Bi hezaran însanên me şehîd xistin, bi deh hezaran însanên me birîndar bûn û hîn jî nexweşî û êşa wê komkujiyê dikişînin. Weke encama komkujiya Helepçeyê, yek jî li hemberî dagirkerî û qirkirina li ser gelê kurd ruhekî neteweyî derket holê. Li çar parçeyên Kurdistanê gelê me rabû ser piyan û bi her şewazî şermezar kir. Li Helepçe û başûrê Kurdistanê xwedî derket, deriyê xwe û hembêza xwe ji gelê başûrê Kurdistanê re vekir. Ev ruhekî neteweyî bû. Ev komkujî çawa pêk hat, ew çekên kîmyewî kê da faşîstê Sedam ku bi çi plan û hesabî ew komkujî li ser gelê kurd pêk anî. Hîn jî xwediyê van çekên kîmyewî û yên ev plan ji faşîstê Sedam re pêşniyar kir derneketine holê  û ji van jî hesab nehatiye xwestin. Tê gotin ku dema Sedam hat îdamkirin ji bo ew çekên kîmyewî yên kê ne û kê dan Sedam dernekevin holê û veşêrin zûtir Sedam jî îdam kirine. Yanî ew polîtîkayên qirêj, tenê li ser berjewendiyên siyaseta navneteweyî, netewe dewletê her tiştî dide berçavan. Eger bedela vê weke tunekirina civakekê be jî bi awayekî bêwijdan û zalîmane jî dê pêk tînin. Niha di pirsa we de jî hebû ruh, rêxistin û îradeya neteweyî ya demokratîk ne pêwîst e. Belkî êşa gelê kurd û pêwîstiya gelê kurd di asta herî bilind û leztir jî rêxistinkirin û îradeya neteweyî ye. Parçekirina Kurdistanê ku dagirker di nav xwe de parve dikin dibe sedem ku bi siyaste xwe ya dagirker piştgiriya hev dikin. Eger ruhekî neteweyî hebe û îradeyek demokratîk a neteweyî hebe em di wê baweriyê de ne ku dagirkerî wisa bi rehet li ser Kurdistanê û gelê me nikare siyaseta qirêj û dagirker pêk nîne, ew ê nikaribe pêk bîne. Parçebûn û nebûna îradeya neteweyî xizmeta siyaseta dagirker dike. Ji hertim pirtir îro pêwîstî heye ku ruhê neteweyî derkeve pêş. Rêxistinên li ser navê gelê kurd hereket dikin, kesayet û hema her kes mil bidin hevdû, îradeyeke demokratîk derxin pêş û bi rêxistin bikin. Di vê dema dîrokî de bikaribin rola xwe bilîzin û di dîroka gelê kurd de cara yekem derfeta ku dikarin rê li pêşiya parçebûn û siyaseta ku xizmeta dagirkeriyê dikin bigirin derketiye holê ku gelê kurd jî bi rûmeta xwe, azadiya xwe bijî û têkoşîna xwe hîn bi rêxistinkirî û bi bawerî pêş bixîne. 

Îro careke din êrîş li ser Şengalê hene. Di 3’ê Adarê de êrîşên KDP’ê yên li ser hêzên Şengalê pêk hat. Herî dawî KDP’ê êrîşê gelê sivîl kir, yek ji wan jiyana xwe ji dest da û gelek kes birîndar bûn. Hedef û armanca van êrîşên li ser Şengalê çi ne?

Wexta mirov dibêje Şengal, esas Şengal pirsgirêka hemû gelê kurd e. Tê zanîn weke dîrokî jî gelê me yê Êzîdî lê dijîn û îro weke Ezdîxan bi nav dikin. Gelê me yê Êzîdî heta niha 73 ferman jiya ne û fermana 74’emîn bi destê çeteyên faşîst DAIŞ, dewleta Tirkiyê û yên jê re pêşkêşî dikin pêk hat. Hîn jî bi hezaran jin, zarok, pîr û pîremer di destê DAIŞ’ê de winda ne, bi sedan û bi hezaran însanên me weke jin û zarok tî û birçî man, belengaz bûn, şehîd bûn, hatin revandin. Li ber çavên mirovahiyê ev komkujiya zalîmane li ser gelê me yê Êzîdî û Şengalê pêk hat. Eger pêşiya vê fermana 74’emîn nehata girtin civaka me ya Êzîdî belkî îro nebûya. Ezdîxan û Şengal îro vala bûye. Jixwe siyaseta dagirker hertim li ser gelê me hatiye pêşxistin û pêkanîn ku her kes ji cihê xwe û welatê xwe derkeve. Ji nirxê xwe dûr bikeve û welat bê valakirin. Di encamê de wê gelê me yê Êzîdî îro nebûya li Şengalê. Ez naxwazim weke pêşmerge taybet rexne bikim û sûcdar bikim. Siyaset, stratejî, plan û konsepta KDP’ê muhîm e di vir de. Eger KDP xwedî îrade bûya û KDP li Şengalê li ber xwe bida, ji pêşmergeyan re bigota li ber xwe bidin. Ez bawer im gelê me yê Êzîdî ew ê bi komkujîyê re rû bi rû nemaye. Lê KDP pêşmergeyên xwe kişand û heta civaka me ya Êzîdî çekên xwe girtin û xwestin li ber xwe bidin, lê KDP nexwest gelê me Êzîdî çekê bide destê û êrîş bir ser wan jî. Resmen civaka me ya Êzîdî teslîmî DAIŞ’ê kir ku ferman li ser pêk bê. Di ser de jî Şengal valakirin û reviyan. Tu dibêjî qey ev dîrok nehatiye jiyîn, KDP bi şêwaz, zihniyet û helweseteke din îro hereket dike. Kesekî texmîn nedikir ku pêşiya komkujî bê girtin. Dinya jî matmayî ma. Grûbek biçûk ji Rojava 7 kes xwe gihandin serê Şengalê, wan dîrok zivirandin. Pêşiya komkujiyê girtin. Gerîlayê Kurdistanê weke HPG xwe gihand Şengalê. Herhalde KDP di hundirê xwe de bi vana dikeniya, digot nikare tiştekî bikin. Rewş wisa bû. Vana bi ruhekî fedaî û qehrementî xwe li hemberî civaka me ya Êzîdî û mirovahiyê berpirsyar dîtin. Xwe feda kirin û pêşiya DAIŞ’ê girtin. Civaka me ya Êzîdî jî bi hezaran li ser çiyayê Şengalê hem ji serma hem jî ji germayê ewqas eziyet û tunebûnê de li ber xwe dan. Bi awayekî demkurt dîroka Şengalê hinekî wisa ye. Baş e, çi bû ji nişka ve KDP’ê di destpêka vê meha Adarê de êrîş bir ser Şengalê. Însan şehîd xistin, rojnamevan birîndar kirin û pirr namerd, bi wesayîtên zirxî çû ser gerîla. Yanî exlaqê şer jî pêk neanîn. Çima ji nişka ve Şengal ket rojevê tê zanîn. Bînalî Yildirim çû Bexda, piştre hat Hewlêrê, bi Barzanî re çû Başiqa, serdana wan deran kirin, keşf kirin, nîqaş kirin hem li ser Qendîl nîqaş kirin, li ser Şengal nîqaş kirin, bi giştî li ser Tevgera Azadiyê nîqaş kirin. Aqilê xwe kirin yek, bi çi perspektîfê û bi çi îxanetê, bi zihniyeta tasfiyekirin û tunekirinê dikarin li dijî Tevgera Azadiyê bi hev re bikin. Ev şerm e, eyb e, rûreşî ye ji bo KDP’ê. Her roj dîmenên wan bi hev re çawa nîşan dikin, keşf dikin başûrê Kurdistanê û herêmên gerîla û Rojava. KDP îrade û siyaseta xwe, berjewendiyên xwe weke malbatî bi dewleta dagirker re kirine yek. Dewleta dagirker a Tirkiyê hertim dubare dubare dibêje pêwîst e Şengal bê valakirin. Tu dewletek dagirker e çi ji te re ku Şengal vala bibe, tu çi xwe têkilî Şengalê dikî. Çi mafê te yê navneteweyî heye tu xwe têkilî Şengal bikî, Rojava bikî, Başûr bikî. Naxwaze gelê kurd bi îradeya xwe li derekê li ser axa Kurdistanê nefes bigire û jiyanek azad bi rêxistin bike. Balkêş e KDP ji vê re dibe şirîk û bi hev re plan dikin. Diyar e planeke giştî li ser Tevgera Azadiyê û îradeya azad a gelê kurd tê rêxistinkirin. Li gorî min sê lingên vê planê heye. Yek, Rojava. Du, Şengal. Sê jî herêmên gerîla ne. Di her sê lingan de jî KDP heye û lingê esasî ye. Yê ku li ser van herêman hêz dide dewleta Tirkiyê, li ser piyan dihêle helwest, piştgirî û rastiya KDP’ê ye. KDP pêwîst e dev ji vê siyaseta ku di pêşerojê nikare ji bin rabe dev jê berde. Xizmeta dagirkeriyê neke. Destê dewleta tirk a dagirker dirêjî nava pirsgirêkên gelê kurd û rêxistinên kurd yên navxweyî neke. Dikarin di nava xwe nîqaş bikin û çareser bikin. Hevdû rexne bikin û hesab ji hevdû bixwazin. Ev tiştekî cuda ye. Lê dewleta Tirkiyê bikişîne nava xwe, ev jî tiştekî cuda ye. Li Hewlêr jî di wextê de wisa kirin. Tang û opên Sedam kişandin derdora Hewlêrê. Ev çand, siyaset tiştekî bi KDP’ê jî nade qezenckirin. Pêvajoyek dîrokî ye, derfetên dîrokî derketina pêşiya gelê kurd. Eger bi rastî, ruhekî welatparêzî û kurdîtî hevdû bigirin, mafê gelê kurd di ser her tiştî re bigirin û rola xwe ya welatparêziyê pêk bînin tu hêz nikare xwe li pêşiya wê bigire. Lê KDP’ê xizmeta vê nake. Şengal ne mal û milkê KDP’ê ye, axa Kurdistanê û gelê me yê Êzîdî li wê derê ye. Heta gelê me yê Êzîdî pêwîst bibîne gerîlayên Kurdistanê û piştgiriya gelê kurd jî ji bo Şengalê ew ê hebe. Bi vê wesîleyê em pîroz dikin û silav û rêzên xwe pêşkêş dikin ji bo gelê me yê Rojava ku berê xwe da Şengalê, li ber xwe da û hêz da gelê me yê Êzîdî. Li hemberî KDP’ê ev muhîm e, hemû gelê kurd, kesên rewşenbîr, xwe berpirsyar dibînin ev siyaseta KDP’ê ya qirêj û xizmeta dagirkeriyê re dikin şermezar bikin. Xwedî helwest bin li hemberî vê siyasetê. Li hemberî ev îradeya neteweyî û helwesta civaka gelê kurd bi giştî KDP ew ê nikaribe hertim weke xwestiye di vê siyaseta di xizmeta dagirkeriyê de israr bike. Eger zêdetir israr bike ev jî siyasetek e, ew dizanin. Li gorî me ne tenê gelê kurd jî hemû kesên li dijî DAIŞ û gelê me yê Êzîdî xwe berpirsyar dibînin, hemû dinya vê rastiyê bibînin û li hemberî ev siyaseta dewleta Tirkiye û KDP’ê ya li ser Şengalê xwedî helwest bin. 

Yek jî sedemên êrîşên li ser Şengalê dibêjin ku PKK li wê derê ye, bila PKK xwe vekişîne. Herî dawîn Neçîrvan Barzanî careke din got ku bila PKK ji Şengalê derkeve. Lê nakokî û paradoksek di vê derê de heye. Baregehên leşkerî yên Tirk li gelek herêmên Başûr hatine bicihkirin. Beranberî vê yekê gelê kurd kampanyayên îmzeyê di sala 2015’an de ku nêzî milyonek îmze kom kirin ku bila leşkerên Tirk ji wir derkevin, lê derneket. Lê heman Barzanî ji hêzên kurd re dibêjin bila derkeve û ji baregehên artêşa Tirk ên li başûrê Kurdistanê re jî dengê xwe dernaxe. Hûn vê nakokiyê çawa dinirxînin?

Li hemberî daxuyaniyên Nêçîrvan ez ji gelê kurd dipirsim. Leztir û li gorî pêwîstiyê bi rastî gerîlayên Kurdistanê ji Şengalê derkeve yan jî leşkerên dewleta dewleta dagirker a Tirkiyê ji başûrê Kurdistanê? Kî derkeve, dewleta dagirker a Tirkiyê bi tang û topên xwe ji salan vir de 25-27 sal in li herêmên Bamernê, Kanîmasî, Batûfa yan jî gerîlayên Kurdistanê ku rûmet, jiyan û azadiya gelê me li hemberî qirkirin û komkujiyê diparêze? Eger Nêçîrvan Barzanî bi rastî axa başûrê Kurdistanê dixwaze ji hêzên biyanî biparêze û weke xwedî rûmet azadiya başûrê Kurdistanê di ser her tiştî re digire pêwîst e destpêkê û beriya her tiştî li hemberî dewleta Tirkiyê xwedî helwest be. Ji sala 1990’î vir de dewleta Tirk xwe li hemû herêmên başûrê Kurdistanê bi cih kiriye. Tang, topên wan hene. Bi hezaran artêşa Tirkiyê li ser axa başûrê Kurdistanê ye, çi karê wan heye. Ez jî ji Barzanî dipirsim çi karê dewletek dagirker ku rojane li Sûr, Cizîr, Silopiya, Şirnex dikeve xwîna jin û zarokên kurd û komkujî pêk tîne, çi karê wê heye ku li ser axa başûrê Kurdistanê xwe bi cih dike. Nêçîrvan Barzanî ji van hêzên faşîst û hovane çavên xwe digire û dibêje bila ji Şengalê derkeve. Ev çi siyaset e. Ez ji gelê me dipirsim, gelê me yê Başûr taybet dipirsim. Bila vê rastiyê bibîne û bizanibe. Ev hêzên dagirker kê anî ser axa başûrê Kurdistanê? Hîn jî em ji di televizyonan de dişopînin û dibînin, agahî tên û em dibînin, dewleta Tirkiyê hîn jî dikişîna nava başûrê Kurdistanê û heta Sidêka. Ev çi siyaset e, xizmeta kê dike, çi kurdîtî ye? Ma hesab ji vê neyê xwestin. Nêçîrvan Barzanî çi karê te heye, çi hesabê te heye bi PKK’ê re. Bi nîqaşan mirov dikare hevdû fêm bike û çareseriyê pêk bîne û îradeya gelê kurd esas bigire. Lê çi karê te heye ku tu dewleta dagirker tîne ser axa Kurdistanê. Ma ev rûmet e? Beriya her tiştî Nêçîrvan Barzanî bila bersiva vê bide. Eger Şengal biparastina tu derdê me tunebû em bihatina Şengalê. Em li çiyayên Kurdistanê bi zehmetî, bi tî û birçî me xwe gihand Şengalê. Ku Nêçîrvan Barzanî talîmat da pêşmergeyên xwe ew der vala kirin, me wisa dagirtiye. Bi çi berpirsyarî û bi çi erkê li hemberî gelê kurd û li hemberî hereketa me ewqas siyasetek xirab û qirêj dimeşîne. Dubare dubare Şengal neyê valakirin nizanim ew ê çi bibe. Ez jî dibêjim eger cesareta we heye kerem bikin, li hemberî dewleta dagirker a Tirkiyê li ser axa başûrê Kurdistanê em bi hev re bikaribin bersiv bidinê. Welatparêzî ev e, neteweyî ev e. Tu wan qebûl dikî, li ser seran cih dide wan. Ev hêz jî dikeve xwîna gelê kurd her roj û her saet. Lê vê nabîne û qebûl dike û dibêje ji Şengal dernekeve nizanim wê çi bibe. Pêwîst e gelê me rabe ser piyan, êdî rê nede vê siyaseta xizmeta dagirkeriyê dike, di nava axa kurdan de hertim pirsgirêkê nexweşî û êş dide jiyandin. Gelê kurd helwesta xwe diyar bike. Êdî rê nede vê siyaseta Nêçîrvan Barzanî. Ev ne tenê axaftina min yan jî ya rêveberiya me ya giştî ye. Di pirsa we de jî hebû mesele heta niha du caran li başûrê Kurdistanê hem ciwan hem hereketa jin li Başûr îmze kom kirine, civîn çêkirine û îradeya xwe nîşan dane. Bi giştî zêdeyî milyonekê îmze kom bûn ku dewleta dagirker neheq e, dagirker e, li başûrê Kurdistanê pêwîst e derkeve. Bila Nêçîrvan Barzanî beriya her tiştî ev îradeya demokratîk a başûrê Kurdistanê û ji wan îmzeyan re rêz nîşan bide. Bibe bersiva van îmzeyan û daxwaza gelê me yê li başûrê Kurdistanê. Ne li gorî xwe hereket bike, wan qebûl bike û nizanim kî ji ku derkeve. Ev siyasetek xeter e. Hesabekî vê heye bêguman û pirr jî xirab e. Dev ji vê berdin, çi pirsgirêk heye bi nîqaş, bi hevdîtin, bi muzakere bên çareserkirin. Dewletên dagirker tiliya wan û destê wan nexin nava pirsgriêkên me yên navxweyî. 

Ji bo referandûma li Tirkiyê tam mehek ma. Lê heta niha desthilatdariya AKP’ê û Erdogan li ser aloziyê dixwazin referandûmê bi rêve bibin. Di encama vê yekê de krîzek bi dewletên Ewropayê re hat jiyîn. Hem referandûm hem jî vê krîzê hûn çawa dibînin? 

Esas her derê AKP’ê û Erdogan krîz e. Tenê bi hukmê zorê desthilatiya xwe berdewam dikin. Ne li ser heqîqet û demokrasiyê ku gel dibêje ilehî bila ev hebin. Erdogan heqeten kesekî dîktator e û derveyî xwe kesekî qebûl nake. Niha li AKP’ê mêze bikin çend kes diaxivin, sê-çar kes in. Yên din tu wate û îradeya wan tune. Erdogan çi gotiye ew e. Partiyek, desthilatdariyek û dewletek wisa bêguman ew ê ne demokratîk be, wê faşîzan be û derveyî xwe kesekî qebûl neke. Civaka Tirkiyê û taybet gelê me yê Bakur divê vê rastiyê Erdogan û AKP’ê baş bizanibe. Yek wezîrê wan çû Hollanda, çima dewleta Hollanda ew qebûl nekir, heman rabûn ser piyan û xwestin dinyê xira bikin. Baş e, ew wezîrê AKP’ê bi dengê civaka Tirkiyê hatiye hilbijartin. Lê yên HDP’ê jî bi dengê civakê hatine hilbijartin hem jî bi dengên deh qat zêdetir. Ew jî di zindanê ne de ne. Lê çawa kes AKP’ê qebûl bike. Wezîrê wan li Ewropa qebûl nekirine. Li nava bakurê Kurdistanê, li nava Tirkiyê jî wekîlên HDP’ê nikarin bi rehetî seyahet bikin. Ji xelkê re wisa dibêjin lê destê xwe dixin qirika HDP’ê. Davêjin zindanê, nahêlin biaxivin, nahêlin bigerin, nahêlin seyahet bikin. Ev li ber çavan e. Bi rastî gelê me êdî hişyar be. Yek wezîrê wan li Hollanda girtin. şovenîzma wan rabû ser piyan bi awayekî neheq. Yên me digirin em mafdar in ku rabin ser piyan. Em hesab ji wan bixwazin, ev çi durûtî ye. Hîn jî yek kurd dengê xwe bide AKP û Erdogan heqeten ji mirovahiyê derketiye. Dev ji kurdîtiyê berde, beriya her tiştî çima ku mirov e li hemberî vê neheqiyê divê xwedî helwest be. Destûr nedan wezîrekî wan dinya rakirin. Yên HDP’ê hevserokên partiyê û wekîlên din û bi dehan şaredar girtî ne. Ma ne pêwîst e ku kurd ji AKP’ê hesab bipirsin û xwedî helwest ibn. Hûn li yên xwe wisa xwedî derdikevin, lê yên me jî davêjin zindanê. Nahêlin biaxivin, davêjin zindanê, nahêlin seyahet bikin, nahêlin nefes bigirin. Êdî pêwîst e gelê kurd vê rastiyê bibînin. Ev cerdevan dibe, eşîr dibe, ol dibe her çi be. Noqteya mirovahiyê ye. Li ser axa Kurdistanê siyasetek zalîmane tê meşandin. Çima ku beriya her tiştî em mirov in, em xizmeta siyaseta AKP’ê nekin û di vê referandûmê de em bêjin “NA”. AKP’ê vê bûyera li Hollanda hinekî bi zanebûn bi kar tîne. Erdogan vê dizane û çiqas dikeve vê damara şovenîst a Tirkiyê encam digire. Mixabin civak ne bi rêxistnkirî û perwerdekirî ye. Rêxistinên sosyalîst, demokratîk û azadîxwaz hîn tam rola xwe nelîstine ku ev damar xizmeta siyaseta AKP’ê û Erdogan dike. Erdogan û AKP bi zanebûn ev tansiyon bilind kirin. Li hundir ku desteka civaka Tirkiyê ya şovenîst bigire. Ev jî taktîkek bû. Dîsa weke xwe maxdûr kirin. Lê rastiyek wisa jî heye. Heqeten her kes dixwaze Erdogan ji pêxîra wan bikeve. Xeteriya wî dizanin û dibînin. Eger hêza wî têrî bike li tu kesî guhdar nake û dîktatoriya xwe pêk bîne, li hemberî Ewropa jî pêk bîne. Ewropa vê dizanê, dibîne û dişopîne. Ji bo vê jê ne razî ne. Ne tenê dewletên Ewropa yên navneteweyî, civaka Ewropa jî jê ne razî ne. Mesele anketek çêkirine ji sedî 80 dibêje li hemberî AKP’ê û Erdogan Ewropa xwedî helwest be. Rast e, ew ê kesek ji dîktatorekî wisa hez neke û qebûl neke. Bi giştî di pêvajoyê de em kêm man. Potansiyelek pirr xurt heye li hemberî AKP’ê û Erdogan. Yên rêxistinkirî û ne rêxistinkirî eger helwesta xwe li dijî AKP’ê diyar bikin, xwedî cesaret bin û ji xwe bawerî hereket bikin ew ê AKP ji vê referandûmê encamê negire. Encam negirtina vê referandûmê ji bo AKP’ê û Erdogan deriyê têkçûnê vedike. Di heman demê de deriyê siyaseta demokratîk ew ê bê vekirin û civaka Tirkiyê, gelê kurd, hêzên azadîxwaz û xwedî têkoşîn nefesekê bigirin. Heta civaka Rojhilata Navîn jî ew ê nefesekê bigirin. Dîktatorek e, li ser her kesî zextê pêş dixe. Erdogan vê rastiyê dizane, dizane ku qedera wî bi vê referandûmê ew ê bê diyarkirin. Ji bo vê hemû hêza xwe daye vê referandûmê. Jixxwe hemû derfetên dewletê bi kar tîne, jixwe hemû çapemenî xistiye bin destê xwe. Lê tu hêz ji îradeya civakê ne xurtir e. Taybet gelê bindest, hêzên azadîxwaz, hêzên demokratîk, sosyalîst, jin, ciwan, kedkar, civaka Elewî li hemberî desthilatiya faşîzmê helwesta xwe diyar bikin. Mimkûn e di pêşerojê de di vê siyaseta Tirkiyê de guhertineke bingehîn çêbibe.

Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu ku digot PKK’ê ew ê biharê nebîne, niha jî tê gotin ku talîmatnameyek bi navê Sê Hîlal ji waliyê 16 bajaran re şandiye û têde behsa kirinên hovane weke yên salên 90’î tê kirin û heta tê gotin ku ji bo vê operasyonê 5 hezar kuştiyên xwe jî didin berçavan. Hûn ji bo vê planê çi dibêjin?

Hesabê wan hene. Siyaseta dewleta Tirkiyê li ser Rojava, bakurê Sûriyê li ser gelê ereb, tirkmen, çerkez, çeçen, kurd ne derveyî vê plan û xwesteka Suleyman Soylu ye. Ev êrîş û hewldanên KDP’ê ne li derveyî hesab, plan, konsept û stratejiya Tirkiyê li ser Tevgera Azadiyê ye. Rojane bombebarankirina li ser Herêmên Parastina Medyayê, ev jî lingek e. Dewleta Tirkiyê ew ê vê bide berçavan. Dewletek derewker e, bi sedan û hezaran kuştiyên wan çê bûn li Sûr, Cizîrê û Nisêbînê lê eşkere nekirin. Cenazeyên xwe ji civakê veşartin. Ew ê eşkere jî bidin berçavan, eger ew ê bizanibin encam bigirin. Ne pênc hezar kuştiyên xwe zêdetir jî bidin berçavan. Ne tenê kuştiyên xwe bidin berçavan, weke Helepçe komkujiyên hîn hovane û dijwartir li ser gelê kurd pêk bînin. Ev dewletek wisa ye. Li dîrokê mêze bikin wisa ye. Li dîroka AKP’ê mêze bikin jî wisa. Bi giştî siyaset û zihniyeta wan mêze bikin wisa ye. Li hemberî vê tedbîr girtin, xwe rêxistinkirin, bê teredût bi her awayî û şêwazî bênavber têkoşîn dayîn bêguman pêwîst e. Lê dikarim vê bêjim, çima AKP nikare zêdetir bide berçavan. Dizane 10 Helepçe li ser Kurdistanê pêk bîne jî şensê wan tune. Ev rêxistin, Tevgera Azadiyê, hereketa me PKK’ê ruh, xet û îradeya Apoyî sedî sed hesab ji wan bixwaze û bistîne. Şensê wan ew ê nebe. Tirsa wan ji vir tê. Eger bizanibin em ê nikarin xwe bi rêxistin bikin û pêşengtiyê bikin, vê têkoşînê bênavber dewam bikin ew ê bikin. Lê dizanin ku pişta vê hereketê nayê şikandin, zêdetir ew ê xwe bi rêxistin bikin û bibe bersiva dîrok û pêvajoyê. Ji bo vê guman di serê wan de çêdibin. Lê rexmî vê dîsa jî Suleyman Soylu tiştên wisa jî difikirin. Weke Sê Hîlal. Esas ev zihniyeta Sê Hîlal ew zihniyeta dewleta Osmanî ku li sê parzemînên dinyê hespê xwe bezandin ji wir tê. Heta hêza me biçe ew der eydî me, dagir bike. Taybet li ser bakurê Kurdistanê dixwazin wisa bikin. Ev plan û zihniyeta wan e. Çil sal zêdetir em di nava şerekî dijwar de ne. Encam li ber çavan e. Em ji tunebûnê gihîştin vê astê. Ewana jî di asta xwe ya herî xurtir û bilind daketin vê astê. Diyalektîka çil salan li ber çavan e. Suleyman Soylû ne yê destpêk e ye. Heta niha çend Suleyman Soylû hatin û çûn. Tabî ew ê nikaribe encam bigire. Lê em weke hereket bi giştî civaka me baştir bi rêxistin bike, hîn baştir plan û perspektîfên xwe pêk bîne. Ne têkçûn û tasfiyekirina hereketa me, bêguman ew ê têkçûn û tunebûna hesabên AKP’ê be. Ev sal ji bo me sala têkçûna AKP’ê be.

Neteweyên Yekbûyî rapora xwe ya der barê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Sûr, Cizîr û Nisêbînê weşand. Ji bo binpêkirina mafên mirovan û kuştinan di cih de bişopînin, dixwazin heyetekê bişînin Kurdistanê lê desthilatdariya AKP’ê asteng dike. Hûn vê rapora Neteweyên Yekbûyî çawa dinirxînin?

Neteweyên Yekbûyî (NY) karekî baş kiriye, dereng maye û kêm e jî li gorî min. Ew komkujî û qirkirina li ser Sûr, Cizîr, Silopiya, Şirnex, Gever bi giştî li ser Botanê pêk hatiye, heqeten mirovahî şahidî ji tiştekî wisa re nekiriye yan jî mînakên wisa kêm in. Ji zarokên sê rojî bigire heta temênê wî 60-70 salî bê teredût bi hovane qetilkirin û şehîd xistin. Agir berdan bedena wan û şewitandin. Xaniyên wan li ser ê wan xerakirin. Her tişt kirin. Werankirin. Heleb û Silopiya bide ber hevdû çi cudatiya wê heye. Yan jî Himûs û Sûrê bide ber hevdû çi cudatiya wê heye? Beşar weke zihniyeta netewe dewlet û kevneperest li wê derê ev yek pêk aniye, Erdogan û AKP jî li vê derê pêk aniye. Eynî zihniyet e. Sûcekî mirovahiyê ye. Eger hiqûqa navneteweyî heye, eger mirovahî hîn dijî û neketiya ber lingan pêwîst e ev hesab ji desthilatdariya AKP’ê û Erdogan bê xwestin. Tu bingehê vê hovîtiyê di hiqûqa navneteweyî de tune. Nikarin îzah bikin. Ji bo vê helwest û rapora NY’ê baş e, gaveke muhîm e. Li gorî min dereng man, lê ew şopandin muhîm e. Tenê rapor derxistin û eşkerekirin têra tiştekî nake. NY dixwaze bê Kurdistanê ziyaret bike, dewleta Tirkiyê nahêle. Lê heman dewleta Tirkiyê çima ku Hollanda wezîrê wan qebûl nekir dinya rakir ser piyan, Erdogan got ew ê dinyê rake ser piyan. Çi ji destî wî tê jî dike. NY, çima ku heyetê wan qebûl nakin biçin bakûrê Kurdistanê vê qirkirin û komkujiyê di cih de bibîne, divê hesab ji dewleta Tirkiyê bixwaze yan jî bipirse. Ji bo qebûlnekirina vê heyetê çima helwesta xwe hîn bilindtir nakin û zextê li ser Tirkiyê nakin. Bêdeng dimînin. Ev mijara rexneyê ye. Li gorî min NY vê erapora xwe bişopîne, lingê wê hiqûqî ya Ewropa û navneteweyî bide pêş. Gelê me jî bêguman girîngiyekê bide vê raporê. Ew sûcê dewleta Tirkiyê û komkujiya pêk anî, li ser esasê bingehê rapora NY bide hiqûqa Ewropayê, hesab jê bixwaze. Ev jî têkoşînek e. Dewleta Tirkiye nexwest rê bide heyete, lê dîsa jî raporek wisa derket baş e. 

Civînên ji bo çareseriya pirsgirêkên li Sûriyê didomin li qada navneteweyî. Herî dawîn Cenevre 4 pêk hat, lê encamek jê derneket, civînên Astana jî bêyî muxalefetan dest pê kir. Tê gotin ku Cenevre 5 jî di 23’yê Adarê de bê lidarxistin. Ev civîn bi formatê ku niha tê meşandin ew ê karibe çareseriyê ji pirsgirêkên Sûriyê re bibîne?

Cenevre 4 encam negirt. Sedemên vê cuda cuda hene. Yek sedem jî ya muhîm îradeya pêkhateyên bakurê Sûriyê weke kurd, ereb, asurî, suryan, tirkmen, çerkez, çeçen beşdarî van civînan nebûne. Li gorî min ne çar, çil civînên Cenevreyê bi vê formatê û bi vî zihniyetê û bi vê neheqiyê pêk bê ew ê dîsa encam negire. Di vir de jî neheqiyek heye. Li Astana civîn pêk tê gelê kurd têde nîne yan jî îradeya bakurê Sûriyê beşdarî van civînan nabe. Cenevre dikin, beşdar nabin. Beriya her tiştî mijarek têkoşînê ye, mirov li hemberî vê neheqiyê têbikoşe, têkoşîna siyasî, dîplomatîk, civakî û demokratîk bide û vê qebûl neke. Li gorî min ev civîn mirov pir girîngî û wateyek mezin jî nedê. Çima ku kurd beşdarî van civînan nebûye, dinya jî ew ê xera nebe. Kurd xwe bi rêxistin bikin, hemû civakên bakurê Sûriyê weke federasyon nav li xwe kirine, di aliyê parastinê de hîn xwe baştir bi rêxistin bikin. Bi her şêwazî xwe ji demê re amade bike, siyaset û dîplomasiya xwe hîn rêxistinî pêş bixin, têkoşîna vê bidin. Tu heqîqet û tu rastî ew ê vê qebûl neke ku civakek gelê kurd û bakurê Sûriyê hêza YPG û QSD li gorî em dizanin  ku ji sedî 30  axa Sûriyê di destê wan de ye. Hêzeke wisa nebe û Cenevre encam bigire ew ê ne rast be. Çeteyên paravan hene, bi dewleta Tirkiyê ve girêdayîne. Ne tu baweriyek, ne tu îdiayek, ne hedefek wan heye. Tenê li ser berjewendiyên xwe yên şexsî çete ne, li hemberî pere û maddiyetê. Dewleta Tirkiyê mejiyê wan dadigire weke şiringa, li hemberî kurdan bi kar tinîn. Ev hêz û çeteyên faşîst di civînan de hebe, kurdên ku rûmeta mirovahiyê parastiye li hemberî DAIŞ destan nivîsiye ew ê nebe. Ev nayê qebûlkirin. Astana be jî, Cenevre be jî ew ê neyê qebûlkirin. Li gorî min gelê kurd bi heqîqeta xwe, rastiya xwe, hêza xwe bawer be, vê neheqiya şermezar bike û têkoşîna wê xurtir bide. Bi vê formatê ji van civînan ew ê tu encam dernekeve.

Tê gotin ku piştî DAIŞ’ê ew ê çi bibe ev hêzên navneteweyî li hev nekirine, Rojhilata Navîn ew ê çawa bê dîzaynkirin li hev nekirine. Ji bo vê jî çareseriyek peyda nakin û civîn bi formatên bi vî rengî dewam dikin. Mirov dikare wisa bêje?

Bêguman nîqaş hene. Hêzên sereke Amerîka û Rûsya hene. Îradeya gelê kurd û ya bakurê Sûriyê heye. Amerîka ji bo Sûriyê çi difikire? Hinek tişt bên texmînkirin jî ji raya giştî re hîn pir tişt nehatiye gotin. Ew îtilaf, pozîsyonên heyî xwe li hemberî dîrokê, pirsgirêkên Sûriyê xwe berpirsyar dîtin û li ser heqîqetê weke proje demokratîk pêşxistin ji vê rastiyê dûr in. Bi zihniyeta û îradeya dewleta Tirkiyê hereket dikin. Dewleta Tirkiyê di hundirê xwe de çiqas dagirker û faşîst e li hemberî hêzên demokrasî, jin, neteweyên din û gelê kurd bi eynî zihniyetê dixwaze Sûriya nû jî wisa be. Di vê zihniyetê de dîsa asîmîlasyon, entegrasyon, tunekirina gelê kurd û civakê din heye. Yên herî xwedî proje weke Sûriya nû, hemû çand, civak û ol bi demokratîk û ruhekî azad bi hev re bijîn, li gorî em dizanin projeya bakurê Sûriyê weke Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê ye. Li gorî em dişopînin, yek sedem ew e ku ev civîn encam nagirin. Jixwe heta niha van civînan bi piranî li ser milekî leşkerî weke agirbest û rê bê dayîn ku alîkariya mirovahî li ser Sûriyê pêk bê. Mijarên esasî ew ê Sûriya nû çi be, li gorî em dişopînin di vê mijarê de tu nîqaş nînin. Lê eger rojev ev be, yê herî bi awantaj û destê wan xurt û yê xwediyê projeya demokratîk û maqûl Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê ye. Derveyî vê ku ji hemû civakên Sûriyê û daxwazên çandan re bibin bersiv, tu hêz ne xwedî tiştekî wisa ye. 

Li bakurê Kurdistanê sibê li Nisêbînê starta Newroza 2017’an tê dayîn. Peyama we ji bo Newrozê û girîngiya Newroza îsal çi ye?

Destpêkê Newroza Rêber Apo û hemû gelê me û taybet li gelê me yê Nisêbînê ku starta Newrozê li wir tê dayîn pîroz dikim. Bêguman Newroz rojeke dîrokî ye. Ji bo gelê kurd hertim pir girîng e. Weke îradeyek azadîxwaz û ruhekî berxwedanê li hemberî neheqiyê girêdayî axa Kurdistanê, nirxê Kurdistanê wateyek wê cuda heye. Hertim jî wisa hatiye pîrozkirin. Ji bo vê asta ku îsal Newroz bê pîrozkirin ew ê têkoşîna me ya salê jî bandor bike û heta diyar bike jî. Hemû gelê me ev zanebûn û girîngiya Newrozê bizanibe û li ser vî esasî pîroz bike. Weke rojeke têkoşînê, bi ruh û manewiyeta hezar şehîdên Kurdistanê û taybet yên Nisêbîn, Cizîrê, Şirnex û Sûrê xwedî derketinê bigirin dest. Li hemberî dagirkerya dewleta Tirkiyê, siyaseta wan a zalîmane û komkujiya wan ku gelê kurd serê xwe natewîne, ku xwedî biryar e, xwedî rêxistin e, xwedî cesaret bi vî ruhî Newrozê pîroz bike. Weke rojek hesab xwestinê pîroz bike. Weke rojeke ku ruh û îradeyek neteweyî derxistine holê pîroz bikin. Bi coş, cesaret û hezeke mezin, bi beşdarbûnek di asteke jor de pîroz bikin. Ne tenê weke gelê kurd jî hemû civakên Rojhilata Navîn taybet Rojava, Başûr dîsa rojhilatê Kurdistanê gelê me weke li hemberî dewleta dagirkeriya Tirkiyê û xeteriya wan li ser Rojhilata Navîn şermezar bike.  Li Şengalê xwedî derkeve, weke ev Newroz xwedî derketina li civaka me ya Êzîdî û Şengalê, pêşîgirtin û şermezarkirin dewleta Tirkiyê û hesabên KDP’ê yên li ser Şengalê wisa pîroz bikin û xwedî helwest bin. Newroz eger bi vî şewazî weke bersiv li hemberî dagirkeriyê û siyaseta ku xizmeta dewleta Tirkiyê dike ya KDP’ê, ez di wê baweriyê de me ku ew ê bingehê têkoşînek me ya xurtir bê avakirin. Hîn xurtir ev têkoşîn bênavber ew ê dewam bike. Her roj weke Newrozê bi wî ruhê pîroz bike. Lê Newroz cuda ye. Bi ruhê Mazlûm Doganan, Zekiye Alkan, Rahşanan têkoşînê bilind bikin û wî ruhî di şoreşa Kurdistanê de bidin jiyandin. Em erkdar in û berpirsyar in rola xwe bilîzin. Ez di wê baweriyê de me ku gelê me jî bi vê zanebûnê ev roja rûmet bi ruhekî bilind û cesaret ew ê pîroz bike, weke bi serhildan hesab ji dewleta dagirker bixwaze.