Swîsreyê daxwaza Erdogan red kir
Odeya Edaletê ya Federal a Swîsreyê daxwaza Serokkomarê Tirk Erdogan a ji bo kesên ku li dijî wî axaftin kirine, ji aliyê Swîsreyê ve bêne darizandin red kir.
Odeya Edaletê ya Federal a Swîsreyê daxwaza Serokkomarê Tirk Erdogan a ji bo kesên ku li dijî wî axaftin kirine, ji aliyê Swîsreyê ve bêne darizandin red kir.
Di rojên buhrî de Tirkiyeyê daxwaz ji Swîsreyê kiribû ku mirovên Tirk û Kurd ên ku li Swîsreyê dijîn, di medya civakî de, bi hinceta ku heqaret li Serokkomarê Tirk Erdogan kiriye daxwaza darizandina wan kir.
Serlêdana Tirkiyeyê ku di destpêkê de ji bo 4 kesan bû ku ji aliyê Odeya Edaletêy a Federal a Swîsreyê ve bêne darizandin, odeyê ev rewş nirxand û pêwîst ne dît ku ew kesên ku li Swîsreyê dijîn bêne darizandin.
'SÛCÊ KU TIRKIYE DIBÊJE, LI CEM ME XWE ÎFADEKIRINA AZAD E'
Odeya Edaletê ya Federal a Swîsreyê ku ji ber ewlekariyê navê wan kesan eşkere nekir, daxwaza Tirkiyeyê ku weke alîkarî ji wan dixwest red kir.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:
"Kesên ku Tirkiyeyê dixwest werin darizandin û îdîayên ku weke sûc dibîne, bi hîncetên ku di medya civakî de heqaret li Serokkomarê Tirk Erdogan kiriye bêne darizandin. Îdîayên ku Tirkiye weke sûc dide nîşandan, li gel me di çarçoveya xwe îfadekirina azad de ye. Daxwaza Tirkiyeyê ku ji bo ji aliyê me ve were qebûl kirin pêwîste sûcên tê îdîakirin li Swîsreyê di çarçoveya sûc de be."