Banga KOMAWÊ ya ji bo beşdarbûna li pîrozbahiyên Newrozê

KOMAWÊ bang kir ku bi giyanê berxwedanê beşdarî li pîrozbahiyên Newrozê çêbibe.

Saziya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW) derbarê Newroza 2017’an îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.Di daxuyaniyê de hat gotin ku, “Di şexsê Serok Apo de em cejna Newrozê ya hemû civakên bindest û gelên xwe pîroz dikin. Di serî de Kawayê Hemdem Mazlum Doğan, Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan û Sema Yüce em hemû şehîdên xwe yên Newrozê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, em soza xwe dubare dikin ku em ê li ser şopa wan bin.”Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser berxwedan û stûxwarnekirina gelê Kurd û qala êrîşên PDK-AKP’ê jî hate kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin,“Gelê me li hemberî êrîşên çeteyan rabûne ser piyan û li ber xwe dane û wan jî bi feraseteke mîna ya DAIŞ’ê êrîşî gelê me kirine” û ev tişt hatin destnîşankirin:“Li hemberî vî tiştî gelê me li hemberî faşîzma ku gora xwe dikole, bi vêxistina agirê Newrozê li ber xwe didin. Tu hêz nikare destketî û berxwedana bi şeref a têkoşîna me ya azadiyê û gelê me ji holê rake, biqedîne û teslîm bigire. Li hemberî dagirkirina mêtinger û qirker li ser bingeha yekîtîya neteweyî divê em têbikoşin û bi giyanê Newrozê em Şengalê biparêzin û wisa bersiva êrîşan bidin.Li ser bingeha ‘Rizgariya demokratîk û jiyana azad’ a Serokatiyê em dikarin pergala konfederal bi rêxistin bikin, bi esasgirtina xwerêveberiya demokratîk em ji faşîzmê re bibêjin ‘Na’ û bi hilweşandina dîktatoriya faşîst, em dikarin wan bidin sekinandin.”Di daxuyaniyê de, ji ber salvegera wê Komkujiya Helepçeyê jî hate şermezar kirin.

‘EM AGIRÊ NEWROZÊ GEŞTIR BIKIN’

KOMAW’ê di daxuyani xwe de qala van tiştan jî kir:“Di vê qonaxê de ya ku têkoşîna me ya destanwarî li ser riya felsefeya jiyana azad a Serok Apo û bi pêşengiya şehîdên me hatiye vê astê, divê gelê me Newroza 2017’an li ser bingeha ku bibe Newroza Azadiyê ya Serok Apo û Kurdistanê pîroz bikin û li hemberî zordariya faşîst bibêjin ‘Berxwedan Jiyan e’ û bi geşkirina agirê Newrozê rabin serhildanê.”

Li ser vî bingehî bi germahiya agirê Newrozê, ji bo ku em ji mêtingeriya qirker hesab bipirsin û têkoşîna xwe ya azadiyê tacîdar bikin, di serî de em Malbatên Şehîd û Windayan û gelê Kurd, hemû dost û hevalên şoreşger, demokrat û sosyalîst vedixwînin Newrozê.”