Li Swêdê dengdayînê dest pê kir

Hilbijêrên li Swêdê ji bo referandûma di 16’ê Nîsanê de piştî saet 09.00’an dest bi dengdayînê kirin. Li Swêdê 37 hezar û 352 hilbijêr hene û dengdayîn li fûara girtî ya li bakurê Stockholmê li Kîstayê tê kirin.

Platforma ‘Na’yê ya Swêdê ya ku ev serê du mehan e xebatên xwe didomîne, li pêşiya rêya fûarê kon û stand vekir û belavok belav kir. Kurd, Tirk, Elewî, Asûrî û Suryaniyên li ber standê car caran govendê digerînin û dilîlînin.

Piştî êrîşa terorî ya duh a ku 4 kesan jiyana xwe ji dest da, polîsan li nava fûarê û derdora wê tedbîrên ewlekariyê zêdetir kiriye.

Hevserokê Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Swêdê Hamît Bîten diyar kir ku, dengdayîn sakîn didome û kesên dibêjin “Na” bi komî tên û dengê xwe didin. Bîten bal bir ser vî tiştî ku di hilbijartina 7’ê Hezîranê û 1’ê Sermawezê de HDP’ê li Swêdê serkeftineke mezin bi dest xistibû û got, “Ji vê referandûmê wê dengê ‘Na’ bi ser bikeve. Ji xeynî endamên CHP’ê hilbijêrên partiyên din jî dibêjin ‘Na’. Hamît Bîten bang li hemû hilbijêran kir ku li hemberî dîktatoriya yek zilamî bila her kes were ser sindoqê û dengê ‘Na’yê bide.”

Dengdayîn wê îro heta 21.00’an bidome. Hilbijêr roja yekşemê jî di navbera 09.00-21.00’an de wê karibin dengê xwe bidin.