Daxwaza azadiya girtiyên nexweş hate kirin, greva birçîbûnê silav kirin

Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de, daxwaz hate kirin ku girtiyên nexweş bên berdan û berxwedana greva birçîbûnê hate silavkirin.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne li ser rewşa girtiyên nexweş li Qada Galatasarayê çalakiya Tîpa F a 263'emîn lidar xist. Di çalakiyê de pankartên "Tecrîd dikuje, bila girtîgehên Tîpa F bên girtin" "Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyandin" "Bila Fahrî Işik bê berdan" hatin vekirin. 


Di çalakiya vê hefteyê de ÎHD'ê bal kişand li ser girtiyê nexweş Fahrî Işik ê nexweşê pençeşêrê ye û hat xwestin bê berdan. 

Nûnera Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Stenbolê Umît Efe di axaftina xwe ya bal kişand li ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û got ku ew hewl didin ku bibin dengê girtiyan û wiha axivî: "Ji bo rêya dilalog û çareseriyê bê vekirin ji bo ku 3 daxwazên esasî yên girtiyan bên qebûlkirin, mirin û seqetî çênebin divê serlêdanên me bên qebûlkirin."

Ji Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Meryem Bor jî di daxuyaniya hefteyê de bal kişand li ser referanduma ku nêzîk dibe û got ku pêkûtiya li ser muxalîfan zêde dibe.