Girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne tên sirgûnkirin
Hikûmeta AKP'ê, girtiyên ku ketine greva birçîbûnê bi sigûnkirinê ceza dike!
Hikûmeta AKP'ê, girtiyên ku ketine greva birçîbûnê bi sigûnkirinê ceza dike!
Girtiyên di girtîgehan de ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibin, zextên li ser girtiyên siyasî û girtîgehan bi dawî bibin û ji bo dorpêça li ser gundên li Kurdistanê were rakirin dest bi grevên birçîbûnê yê bêdem û bêdorveger kirin. Girtiyên ku li Girtîgeha Amedê Ya Tîpa D ji bo ku piştgirî bidin grevên birçîbûnê, dest bi grevên dorveger kirin. Girtiyên siyasî yên ku ketine grevên birçîbûnê, têne sirgûnkirin.
Li gorî agahiyên girtiyên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê bi rêya parêzer û malbatan ragihandiN, li gelek girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê girtiyên ku dest bi greva birçîbûnê kirine, têne sirgûnkirin.
Di rojên derbasbûyî de piştî sirgûnkirinên li Girtîgeha Tekirdagê, di 3'ê Nîsanê de Caner Sermet, Şaban Alkan , Aydîn Îcûz, Belyan Bozyigit, Fatîh Nehîr, Huseyîn Aras û Cîhan Kaynar ji bo şermezarkirina sirgûnkirina 7 girtiyan ji bo Girtîgeha Tîpa F a Kandira yê, girtiyan bi dirûşmeyên 'sirgûnkirin me naşkêne' gotibûn û piştre bi lêdana deriyan deng derxistibûn û şermezar kiribûn û 2 rojan xwarin ne girtin. Piştî sirgûnkirinê, 6 girtiyên din dest bi greva birçîbûnê ya dorvegr kirin û girtiyan diyarkirin ku wê heta dawiyê çalakiya xwe bi domîn.