Li Îzmîrê malbatên girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin!

Malbatên girtiyan ji bo ku balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin.

Malbatên girtiyan ji bo ku balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya girtiyan ku ev 52 roj in didome, dest bi greva birçîbûnê kirin.

Li avahiya DBP’ê beriya greva birçîbûnê daxuyaniya çapemeniyê hate dayin.

Di daxuyaniyê de xwişka Eren Tekîn ê di grevê de ye Hediye Tekîn axivî û got girtiyan gelekî li xwe şikandine. Tekîn diyar kir moralê girtiyan baş e û got, raya giştî dereng ma ku bihistyar bibe. Tekîn bang kir ku hemû welatî di mijara greva birçîbûnê de bihistyar bin.

'ÊN KU DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE LI BER MIRINÊ NE'

Piştî Tekîn Wekîlê HDP’ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu axivî û got greva birçîbûnê hatiye rewşeke krîtîk û got, ew dixwazin balê bikişînin ser rewşa heyî. Kurkçu diyar kir ku wan bi Sîbel Alpyîgît re bi rêveberiya girtîgehê ya Şakranê re axivîne û diyar kir rêveberiya girtîgehê ji bo ku greva birçîbûnê çareser bike ne di nav hewldaneke de ye. Kurkuçu diyar kir girtî daxwazên xwe bi zelalî dibêjin û bal kişande ser rewşa binpêkirinan.

Kurkçu diyar kir ku ji ber sedema dema hevdîtina wan hatie kurtkirin, a telefonê ji 15 rojan kirine carek, ziyaratên wan têne kontrolkirin û li gel ku hin weşan yasayî ne jî nadin wan, ji ber sedema cezayên şaneyê yên domdirêj, lêxistin û tundiyê dest bi greva birçîbûnê kirine û got ew her wiha dawaza siyasî ya çalakvanan ew ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin.

'GIRTÎ LI BER MIRINÊ NE'

Kurkçu got, ‘Ên ku ev 52 roj in di greva birçîbûnê de hindik maye xeta di navbera mirin û jiyanê de derbas bikin’ û xwest ku daxwazên wan di zûtirîn demê de pêk werin. Kurkçu diyar kir ku ew ê bibin şopdarên pêvajoyê û bang li Wezareta Dadmendiyê, doktoran kir ku bibin şopdar. Kurkçû herî dawî got, ‘’Em dibêjin bijî jiyan, em bang dikin ku her kes li pey jiyanê be.’’

'EM TÊKOŞÎNA WAN SLAV DIKIN'

Di greva birçîbûnê de ku li bînahiya bajêr bi dorvegerî dest pê kir di nav de rêveberên HDP’ê jî 15 kes hene. Piştî 2 rojan wê komeke dî dest bi girevê bike.

Li ser navê çalakgerên greva birçîbûnê Endama Dayikên Aştiyê Medîna Kaymaz axivî û bal kişande ser nebaşbûna rewşa çalakgeran. Kaymaz ev berxwedana çalakgeran slav kir û got, ‘’ Em naxwazin kesên ku di greva birçîbûnê de di nav tabûtan de derkevin. Erdogan bû serokomar lê zilmê didomîne. Heke bibe serok wê dîsa gemariyan bike. Vê zilma ku tê kirin em qebûl nakin yên hundir wê çawa qebûl bikin. Em ê dev ji zarokên xwe neqerin. Em xwedî li berxwedana wan derdikevin. Em hurmetê ji berxwedana wan re digirin. Em têkoşîna wan slav dikin.’’

DU GIRTIYÊN DIN JÎ DEST BI GREVÊ KIRIN

Her wiha diyar bû li Girtîgeha Şakranê du girtiyên din jî dest bi greva birçîbûnê kirine. Diyar bû kesên bi navê Ebrû Guden û Hafîze Toprak dest bi grevê kirine, dema ku midûrê girtîgehê li koxuşên girtiyan lêgerîna kiriye gotiye, ‘’Ez Esad Oktay ji xwe re mînak digirim’’ û gef li wan xwariye.