Bi hezaran kes ber bi mîtînga HDP’ê ya ‘NA’yê ve diherikin
Bi hezaran kes ber bi mîtînga ‘NA’yê ya HDP’ê ya Stenbolê ve diherikin. Li qada mîtîngê girtiyên ku di girêva birçîbûnê de hatin slavkirin.
Bi hezaran kes ber bi mîtînga ‘NA’yê ya HDP’ê ya Stenbolê ve diherikin. Li qada mîtîngê girtiyên ku di girêva birçîbûnê de hatin slavkirin.
Bi hezaran kes ber bi mîtînga HDP’ê ya Stenbolê Bazara Yenî Sali a Goztepe ve diçin ku bi dirûşma ‘’Na, Em hemû bi ser bikevin’’ pêk tê. Gel bi alayên ‘NA’ û ‘’Hayir’’ qada mîtîngê xemiland û bi yek dengî diyar kirin ku ew ê destûrê nedin rejîma yek zilamî. Dora mîtingê polîsan dorpêç kirine, di cihên lêgerîna nasnameyê de polîs dest li ser poşîyên ciwanan datînin. Piştî bertekên polîsan poşî dîsa vegerandin. Di mîtîngê de ku têketina protokolê ji têketina qada girseyê vediqete deng dane girêva birçîbûnê ya ku girtiyên PKK’ê, PAJK’ê dane destpêkirin.
Girtiyan postorên Hevserokên HDP’ê Demîrtaş û Yuksekdag hilgirtin û li ber muzîka Kurdî Tirkî govend girêdan. Dengê ‘NA’ ji Bazara Saliyê bilind dibe.