HDK-Ewropayê ji bo dengê 'NA' bang kir
Hevserokê HDP-Ewropayê Demîr Çelîk bang li dengdêrên li Ewropayê kir, ku ji bo pêşîgirtina li faşîzma AKP-MHP'ê biçin ser sindoqan û dengê 'NA' bidin.
Hevserokê HDP-Ewropayê Demîr Çelîk bang li dengdêrên li Ewropayê kir, ku ji bo pêşîgirtina li faşîzma AKP-MHP'ê biçin ser sindoqan û dengê 'NA' bidin.
Dengdana li Ewropayê ya ji bo referandûma 16'ê Nîsanê, li Ewropayê sibê êvarê diqede. Hevserokê HDK-Ewropayê Demîr Çelîk bang li dengdêrên li Ewropayê kir, ku ji bo pêşîgirtina li faşîzma AKP-MHP'ê biçin ser sindoqan û dengê 'NA' bidin.
Hevserokê HDK-Ewropayê Demîr Çelîk got, "Divê gel dengê xwe li dijî faşîzma AKP-MHP'ê bilind bike" û hilbijêrên li Ewropayê vexwend ser sindoqan.
Çelîk anî ziman, dewleta Tirk a tekparêz dixwaze emrê xwe bi rêveberiya yek şexsî dirêj bike û ji Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê dijîn xwest, biçin ser sindoqan. Çelîk bibîr xist, dengdana li Ewropayê 9'ê Nîsanê roja Yekşemê saet di 21:00 de diqede û bang li hilbijêran kir ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê dengê 'NA' bidin.
Çelîk ragihand, hilbijêrên li Ewropayê bi xurtî diçin ser sindoqan, dengê 'NA' didin û destnîşan kir, zêdebûna rêjeya çûyina ser sindoqê nîşan dide, ku hilbijêr vê referandûmê çiqasî girîng dibînin.
REFERANDÛM FIRSENDEKE MEZIN E
Çelîk da zanîn, referandûma 16'ê Nîsanê ji bo sekinandina faşîzma AKP-MHP'ê firsendeke girîng e û got, "Referandûma 16'ê Nîsanê ji bo me gelekî girîng e. Ji bo ku em maf û edaletê serdest bikin, qadên xwe yên jiyana azad û demokratîk berfireh bikin, ji bo pêşî li dîktatoriya şexsekî bigirin, 16'ê Nîsanê ji bo me gelekî girîng e. Ji bo afirandina Tirkiyeyeke ku hemû gel bi hev re bi rengekî azad dijîn, demeke dîrokî ye."
Hevserokê HDK-Ewropayê Demîr Çelîk bal kişand ser girîngiya hewldanên ji bo serketina dengê 'NA' û ev bang kir: "Dengdana li Ewropayê kêm ma ye biqede. Ji ber vê yekê em bang li her dengdêrek/î xwedî wijdan dikin ku dengê xwe bide. Girîng e ku mirov gel bibin ser sindoqan. Tevî vê yekê, gelekî girîng e ku xwedî li sindoqan bê derketin. Weke HDK-Ewropa û hemû pêkhateyên wê, bi vê hesasiyetê em ê qadê ji faşîzmê û hêzên wê re nehêlin. Bi ruhê piştî û hevkariyê, ji bo afirandina siberojeke azad, em ê bi dirûşma 'NA ji faşîzmê re' meşa xwe bidomînin."