Necdat Kaya ku Beşa T2 ya Girîgeha Şakranê ev 53 roj in di girêva birçîbûnê de ye, got heta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê şikandin wê girêva birçîbûnê bidomînin. Kaya diyar kir ji bo wan a girîng şertên tecrîdê yên Girtîgeha Imraliyê ne û şertên girtîgehan ji bo wan rojeva duyemîn e.
‘A GIRÎNG TECRÎDA GIRAN A LI IMRALÎ YE’
Kaya wiha got: ‘’Li Girtîgeha Imraliyê ev ji mêj ve tecrîdeke giran heye. Ji bo me ya girîng şikandina vê tecrîdê ye. Bi Rewşa Awarte re li girtîgehan şertên giran dest pê kirin, tiştên ku li rûmeta mirovahiyê nayên dikin. Me ev qebûl nekirin. Ev şert ji bo me rojeva duyemîn e. Li girtîgehan êşkence fizîkî û psîkolojîk heye, ev jî sedemek e. Lê ya ya girîng tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û em agahî jê nastînin. Divê raya giştî vê wiha bizanibe. Em bang dikin ku her kes di vê mijarê de peywira xwe bi cih bîne. Em di çalakiya xwe de biryardar in, encam çi jî be em ê li ber xwe bidin. Heke daxwaz neyên qebûlkirin girêvê birçîbûnê wê berfirehtir bibin û bidomin.’’