Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, behsa yek ji kadroyên damezrîner a PKK’ê şehîd Alî Haydar Kaytan kir.
We kengî û çawa Alî Haydar Kaytan (Fûat) nas kir?
Ji bo PKK’ê û gelê Kurd me rêberek mezin şehîd da. PKK’ê û gelê Kurd êşek mezin dijî û dê bijî. Eger êşek mirov qels dike an jî ji holê radike, ev yek dê were wateya xiyanet li hevrê Fûat kirine. Êş çiqas mezin bê jiyîn, ev yek divê bibe sedema jiyîn û zindî hiştina hevrê Fûat. Êşa PKK’ê û gelê Kurd eger bi vî rengî be, dikare bi wate be. Ji ber ku hevrê Fûat jî her tim digot ‘divê êş qels nebe û neyê ji bîr kirin.’ Ji ber vê yekê divê îxanet nebe.
Em êşê çiqas mezin bijîn, tolhildan jî dê ewçend mezin bê hilanîn. Em dikarin bi vî rengî armancên xwe li Kurdistanê pêk bînin. Ji ber ku hêrseke mezin a hevrê Fûat li dijî dijmin hebû. Ji ber ku malbata hevrê Fûat komkujiya Dersimê jiya bû û parçeyek ji sirgûnê bû. Bi vê mezin bû û ji ber vê yekê êşek mezin hîs kir. Ji ber ku êşeke ewçend mezin hîs dikir, hêrs û nefreta wî jî ya li hemberî mêtingeriya Tirk û komkujiyê gelekî mezin bû.
‘HEVRÊ FÛAT WÊ HER MEZIN BIJÎ Û EM Ê BIDIN JIYÎN’
Ji ber vê yekê divê em êşê ji bîr nekin. Eger em ji bîr bikin wê demê em ê xiyanetê li wî û gelê wî bikin. Me sozeke dabû şehîdan. Bi vê wesîleyê re ez careke din vê soza xwe dubare dikim: Şehadeta hevrê Fûat hem ji bo me û hem jî ji bo gelê me wê bibe wesîleyê jiyan û zindî hiştinê. Ev yek di şexsê hevrê Fûat de ji bo hemû şehîdên têkoşîna azadiyê deyna me ye.
Di nava her şert û mercî de em ê deyna xwe bidin. Em vê rastiyê ji Rêber Apo hînbûn. Ji ber ku Rêber Apo her şehadetek ji bo têkoşîna azadiyê veguherand qonaxeke mezintir. Eger îro PKK’ê û gelê Kurd gihiştibin astekê û pêşketibin, bingeha xwe ji nêzîkatiya Rêber Apo ya li hember şehîdan digire. Kesê ku bi Rêber Apo re hevrêtî bike, wê sekna Rêber Apo ya ji bo şehîdan ji xwe re esas bigire. Hevrê Fûat jî vê yekê esas girt.
Her tim divê her şehîd bigihêje wateya xwe. Ew çi ne? Di aliyê hişmendî, rêxistinî û têkoşînê de her tim pêngav li ser pêngavê avêtin e. Şehadeta hevrê Fûat jî vê rastiyê li me ferz dike. Li ser vê bingehê dimeşe. Em li ser vê rêya bingehîn dimeşin û hemû hevrêyên me û gelê me wê şehadeta hevrê Fûat bi vê hişmendiyê bidin jiyîn. Êşa windakirina wî wê neyê sivikkirin û neyê ji bîr kirin. Ev êş wê her tim bi kûrahî were hîskirin ku azadî were afirandin û armanc pêk werin.
Hevrê Fûat şehîdekî me yê mezin e. Bi têkoşîn û keda xwe giyana xwe terbiye kir û di kesayetiya xwe de rastiya Rêber Apo da rûnişkandin. Ji bo vê jî ne tenê jiyaneke mezin di heman demê de nirxên vê jiyanê jî jiyaye. Wî ev jiyana mezin ne tenê ji bo xwe, ji bo me, ji bo gelê me, gelên Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê li ser bingeha nirxên azadiyê ava kir. Ji ber vê yekê cihê xwe di dîrokê de girtiye.
‘HER TIŞTÊ KU XIZMETÊ JI JIYANA AZAD RE NAKE LI XWE HERAM KIR’
Ji bo kesên ku dixwazin têkoşîna azadî û demokrasiyê pêş bixin û sosyalîzmê pêş bixin nirxên mezin ava kir. Ji bo vê jî jiyaneke mezin e. Bi vî rengî jiyaneke mezin da hebûnê. Rêber Apo got, 'Ez jiyaneke ku xizmetê ji jiyana azad re nake qebûl nakim û min li xwe heram kir'. Hevrê Fûat jî ev yek ji xwe re weke prensîb digirt dest. Got, 'Divê jiyan azad be'. Got, 'Ez her tiştê ku xizmetê ji jiyana azad re nake, li xwe heram dikim’ û ev yek li xwe heram jî kir.
Tevahiya jiyana xwe fedayê partî, hevrêtî, gelê Kurd, mirovahiyê û xizmeta azadiyê kir. Taybetmendiyên ku xizmetê ji van re neke di şexsê xwe de ji holê rakir, ew ji xwe re heram kir. Ji bo vê jî di nava xwe de kesayetiyek mezin ava kir; Ji ber vê yekê kesayeteke mezin e, rêberekî me û gelê me ye. Me tu carî hevrê Fûat winda nekir; em mezin bi ser ketin. Gelê me û partiya me kesayeteke mezin û rêberek bi dest xist.
Hevrê Fûat min li Enqereyê nas kir. Dema li Enqereyê min zanîngeh dixwend, Rêber Apo ew bi min da naskirin. Me xwest em xaniyekî kirê bikin. Rêber Apo got, 'Em ê bi hev re bimînin, hevrê Fûat jî wê li cem me bimîne'. Min berê qet hevrê Fûat nedîtibû, min ew nas nedikir. Rêber Apo got, 'Ew hevalekî ji Dersimê ye, li zanîngeha siyasetê dixwîne'. Digot, 'hevalekî gelekî baş e, ew ê jî bi me re bimîne, em her sê jî wê bi hev re bimînin'.
Ji ber ku qet min wî nas nedikir, difikirîm ka ‘hevrêyek çawaye’. Dema ku Rêber Apo gotibû ew ji Dersimê ye, pê bandor bibûm. Li Dersimê komkujî dîtibû û li koçberiyê jiyabû. Ji bo vê jî ji ber ku ji Dersimê ye, min meraq dikir ku komkujiya Dersimê çi bandor li ser wî kiriye û xwedî kesayetiyeke çawa bû. Min xwest bi rêya wî re Dersimê û gelê wê nas bikim. Wekî din, min xwest komkujiya ku dewleta Tirk li Dersîmê li gelê me kir, fêhm bikim. Min pir meraq dikir. Dibe ku min nîşan nedaba, lê belê ji ber em ê bi hevrêyekî ya ji Dersimê re bimînin, bandoreke girîng a manewî li min kir.
Rêber Apo dema gotibû ku em ê tevî hevrê Fûat bimînin wisa behsa wî kiribû, 'Ew li zanîngeha me dixwîne, ez wî nas dikim, hevrêyekî baş e û gelekî dilnizm e'. Min jî got baş e. Piştî ku me xanî kirê kir, ew heval jî hat. Rêber Apo got, 'hevrêyê ku min behsa wî dikir ev e.’ Û bi vî awayî me hev nas kir. Sala 1973y'an bû. Min hevrê Fûat bi vî awayî nas kir.
Bêguman bi rêya hevrê Fûat û jiyana wî min xwest hem rastiya dijmin, hem jî kesayetiya gelê Dersimê baştir fêm bikim. Yanî ew komkujî encameke çawa bi xwe re anîbû? Ji ber ku ev ji bo min gelekî girîng bû. Min jî rastiya xwe bi Apo re nas kiribû. Min rastiya gelê Kurd û dijminê gelê Kurd nas kiribû. Lê belê ev nasandin ne kûr û pir alî bû. Dîroka ku Rêber Apo behs dikir min xwest bi kesayetiya hevrê Fûat hîn bêhtir nas bikim û bi kûrahî fêm bikim. Ji ber ku ji Dersimê bû. Dersim gelekî tişt jiyabû. Ji bo vê jî min xwest bi kesayeta hevalê xwe Kurdistan, civaka Kurd û dijminê Kurdan fêm bikim û heta xwe baştir fêm bikim.
‘DI NAVA JIYANÊ DE DILNIZM Û XWERÛ BÛ’
Hevrê Fûat di nava jiyanê de pir dilnizm û xwerû bû. Gelekî bi Rêber Apo ve girêdayî bû. Ji ber ku derfetên me tune bûn, ew her tim baldar bû. Li hêlekê me ji malbatên xwe hin tişt dianîn û li hêla din jî di cihên cuda de em dixebitîn û me hewl dida bi vî rengî xwe îdare bikira. Vê yekê jî têra me nedikir. Me jî ji hevalên xwe yên sosyalîst, demokrat ên zanîngehê hinek alîkarî digirt û bi vî rengî me hewl da em îdare bikin.
Ji ber ku em jiyaneke bi vî rengî dijiyan, hevrê Fûat ji bo bikaranîna derfetên di destê me de bi baldarî nêz dibû. Di nava wan bêderfetiyan de jî, ji bo ku Rêber Apo bikaribe bêhtir bixebite, diviya bû ku em hê bêhtir fedekarî bikin. Ji ber ku hemû çarenûsa me û qedera gelê me bi Rêber Apo ve girêdayî bû. Rêber Apo şexsiyetekî mezin bû; felsefe, nêzîkatiya li pirsgirêkan, çareserî û hestên wî gelekî xurt bû. Ji ber vê yekê digot, ji bo Rêber Apo bi awayekî rehet bixebite divê zehmetî nekişîne. Ew digot Rêber Apo çiqas baş bixebite, em ê encamên baştir bi dest bixin.
Em dikarin di nav bêderfetiyan de bijîn, lê divê em nehêlin ev yek bandor li Rêber Apo bike. Digot, 'Temam derfetên me kêm in û ji bo karê me têr nakin, lê divê em vê yekê esas bigirin'. Lê belê Rêber Apo bi taybetî di mijara derfetên madî de vê nêzîkatiyê qebûl nake; wî tu carî destûr neda ku em bi rengekî taybet nêzî wî bibin. Digot, 'Derfetên me ji xwe diyar in; Ev çavkanî ji bo me hemûyan in. Ez jî heval im; Divê hûn bi vî rengî nêzî min nebin.' Vê şaş didît û rexne dikir.
Jiyana me ji xwe jiyaneke komunal bû. Hê di wê demê de Rêber Apo di nava tevgerê de jiyana komunal ava kiribû. Ji ber ku derfetên me yên madî kêm bûn, li ser vê bingehê komun esas girt. Zîhniyet, felsefe û hestên wî ev bû. Ji bo vê jî jiyana komunal pêş dixist. Ji ber ku digot , 'Li Kurdistanê li ser navê jiyanê jiyan tê qetilkirin'. Digot, “Ji bo gelê Kurd jiyan nîne. Jiyana ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye pêşxistin ji bo tinekirina gelê Kurd e. Ji bo Kurdan jiyaneke ku Kurdan dikuje nabe.”
Rêber Apo digot, ‘Gelê Kurd tevkariyên mezin li dîrokê kir, her tişt xist xizmeta mirovahiyê. Lê belê îro li hemberî gelê Kurd pêngaveke tinekirinê heye û mirin tê ferzkirin. Û ev yek li ser navê jiyanê tê kirin. Ji bo vê jî jiyan wateya xwe winda kiriye. Divê li Kurdistanê careke din jiyan wateya xwe ji nû ve bi dest bixe.' Her wiha digot, ‘Jiyan çi ye û ji çi re mirov dikare bêje jiyan. Divê baş were fêmkirin.' Digot, ‘Eger jiyana heyî ne jiyan e, qirkirina jiyanê be, wê demê jiyan her çi be divê were pêşxistin ' Ji ber vê yekê Rêber Apo jiyana komunal pêş dixist.
Hevrê Fûat vê jiyanê weke jiyanek rast didît. Dît ku ev jiyan ji bo gelê Kurd xizmet dike, ew ji mirinê rizgar dike, pêş dixe, bedew dike û ew dewlemend dike. Ji bo vê jî hevrê Fûat xwest ku ev jiyan ji bilî wê malê li derve jî pêş bikeve û ji bo vê têkoşiya. Eger milîtaniya PKK'ê li ser bingeha fedaîbûnê pêşketibe, bingeha xwe ji jiyana komunal a ku Rêber Apo hê di wê demê de pêş xistiye digire. Rêber Apo ti carî ji bo xwe tiştek nexwest. Yên ku bi Rêber Apo re hevrêtî kiribin jî li ser vê bingehê pêş ketin.
‘TEVÎ ŞERT Û MERCÊN DIJWAR JÎ ME DEV JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDA’
Ez dixwazim li vir mînakekê bidim: Ji ber ku derfetên me yên aborî kêm bûn me nedikarî îdare bikin, me kar digirt. Ez, hevrê Fûad û Rêber Apo carnan jî çend hevalên din bi hev re em dixebitîn da ku em zû wî karî biqedînin da ku em bi karibin pê re xwe bi rê ve bibin. Hem ji bo hewcedariyên mala me û hem jî ji bo dibistanê. Em di nava şert û mercên gelekî zehmet de dijiyan. Hevalan ti carî gazin nedikirin ku em ê di nava van şert û mercên giran de têkoşîneke çawa ji bo Kurdistanê bimeşînin. Ti carî gazincên bi vî rengî nekirin. Çima? Ji ber ku Rêber Apo rastiya şoreşa Kurdistanê bi me dabû fêmkirin. Karakterê wê şoreşê zor û zehmetî bû. Hûn dikarin di nava şert û mercên zehmet de ji bo jiyanê têbikoşin. Eger hûn ji vê birevin, ne hûn dikarin li Kurdistanê têkoşînekê bimeşînin, ne jî dikarin ji bo gelê Kurd jiyaneke alternatîf bi pêş bixin. Dibe ku ev êşê biafirîne, lê divê mirov ji êş û zehmetiyê dûr nekeve da ku bersiv ji van re were dayin.
Hê di serî de Rêber Apo ev zîhniyet û kesayet pêş xist. Eger hevrê Fûat kesayet û zîhniyeteke mezin ava kiribe, ji xwe re tiştek nexwestibe û her tiştî ji xizmeta partî, gel û azadiyê re feda bike, encama vê jiyanê ye.
Di dema têkoşîna li Enqereyê de rol û bandora koma îdeolojîk çi bû û kîjan taybetmendî derket pêş?
Weke ku tê zanîn, tevgera me di destpêkê de li Enqereyê destpê kir. Rêber Apo koma îdeolojîk ava kir û dema ku ev kom ava kir ne hêsan bû. Ji ber ku komên ku xwe hem çepa Tirk û hem jî a Kurd didan nasîn hebûn û heta kesên ku xwe rêxistin dikirin ji bo li ser navê Kurdan şer bikin bi îdîaya 'demokratîk' gelek pêşketibûn. Hema hema li her derê serdest bûn û hêza xwe ava kiribûn. Di hawireke wiha de Rêber Apo komek pêş dixist.
Li dora Rêber Apo komeke gelekî biçûk hebû. Lê mîlîtan bûn. Ji ber ku 12'yê Adarê çêbûbû û çep, heta tevgerên Kurd jî derb xwaribûn. Bi taybetî çepa Tirk hemû rêberên xwe winda kiribûn; şehîd bibûn, hatibûn darvekirin an jî gelek ji wan hatibûn girtin. Bi kurtasî tevgerên sosyalîst, demokrat ên azadîxwaz ji hev belav bibûn. Faşîzmê bi darbeya 12'yê Adarê re gelek pêngav dabûn destpêkirin.
Rêber Apo di derdor û zemîneke wiha de koma îdeolojîk bi pêş dixist. Hem xwe perwerde dikir, hem jî heval li dora xwe dicivand. Herî zêde mirov nizanin bê Rêber Apo bi rastî jî çi dixwaze. Ne dijmin, ne çepa Tirk, ne jî komên îdîa dikin ku bi navê Kurdan şer dikin, nedizanî ku Rêber Apo dixwaze çi bike.
Di 12'yê Adarê de Yusuf Aslan, Denîz Gezmîş û Huseyîn Înan ku ji ber kiryarên xwe yên li ser navê Mahîr Çayan hatibûn binçavkirin, hatin darvekirin. Lê belê Rêber Apo ji vê îdamê encam girtibû. Xwe li ser vê bingehê perwerde kir. Di wê serdemê de biryarek da û got, 'Divê ez tevgereke bi vî rengî pêş bixim ku ev tevger di nava her şert û mercî de bidome. Her wiha ez ê çawa bikarim tola şoreşgerên hatine darvekirin hilînim?' Vê yekê weke prensîb digire dest û di wê baweriyê de ye ku tevgera ji bo hilanîna tolê bi pêş ketiye divê di nava her şert û mercî de têkoşînê xurt bike. Partiya ku ava kiriye û milîtanên wê divê li ser van esasan pêş bixin. Ew ê koma ku li Enqereyê pêşxistiye li ser van esasan pêş bixe. Ev dê bingeha tevgerê ava bike. Ev pir girîng e.
‘HEVRÊ FÛAD JI ROJA EWIL VE BI RÊBER APO RE MEŞIYA’
Tevî ku tevgerên sosyalîst, demokratîk û azadîparêz di 12'yê Adarê de derbeke mezin xwarin jî, Fakulteya Zanista Siyasî bû navenda rêxistinên çep ên demokratîk. Roleke bi vî rengî lîst. Rêber Apo jî li vê zanîngehê dixwend. Hevrê Fûat û hevrê Karasû jî li wir dixwendin. Lê belê wê demê hevrê Karasû hê tevlî komê nebibû. Di nava çepa Tirk de bû. Hevrê Fûat bi Rêber Apo re dimeşiya.
Di 12'yê Adarê de dewleta faşîst bi alîkariya polîsan Partiya Tevgera Netewperest (MHP) li siyasalê bi rêxistin kiribû. Yanî li wir komeleyeke siyasalê hebû. Di 12'yê Îlonê de dewletê bi alîkariya polîsan MHP’ê pêş xist û vê komaleyê bi dest xistibûn. Rêber Apo û hevrê Fûat ev yek red kirin û li dijî vê sekinîn, ev komele ji destê faşîstan girtin û radestî tevgera Mahîr Çayan kirin.
Ji ber ku hemû komên çep li Fakulteya Zanistên Siyasî amade bûn, lê di serî de tevgera Mahîr Çayan hebû. Rêbertî hurmet nîşanî Mahîr Çayan dikir. Ya rast, xwe nêzî wî dîtin. Ji bo vê jî ev komele emanetî wan kirin. Di vê mijarê de hevrê Fûat bi rengekî mezin alîkarî da Rêbertî. Vê yekê bandor li tevgerên çep ên li Enqereyê kir.
Em bi wêrekî li dijî faşîstan sekinîn. Me ji xwe re tiştek nedixwestin. Me komele ji destê faşîstan girt û radestî hevalên Mahîr Çayan kir ku wî esas digirtin. Dîtin ku ev tevger ne tevgereke sade ya jî xwedî hişmendiyeke teng e. Ev tevger ji bo sosyalîst û demokratên Tirkiyeyê bingehîn bû, bal kişand ser demokratîkbûna Tirkiyeyê bi xwe. Vê yekê bandorek çêkir.
Piştî 12'yê Adarê tevger bi wêrekî li dijî polîs û faşîstan têkoşîn meşandin. Vê yekê jî dîtin. Dema Mahîr Çayan û yên din li Kizildereyê şehîd bûn, Rêber Apo li siyasalê boykota siyasî pêş xistibû û ji bo wê hatibû girtin. Vê yekê jî bandorek çêkiribû. Ji ber koma ewil li dijî polîs û faşîstan bi wêrekî li pêş çavên herkesî têkoşiyan ev yek bandorek mezin ava kiribû.
Her wiha wê demê li Enqereyê komeleya xwendekaran a bi navê ADYOD’ê bi pêş ketibû. Rêber Apo vê yekê qebûl nekir û got ‘Divê ev komele hemû bikeve xizmeta tevgerên sosyalîst, divê hemû tevger di vir de cih bigire.’ Ji ber ku li Tirkiyeyê têkoşîneke mezin pêş ketibû û berdêlên mezin hatibûn dayîn. Ev nirx hatibû avakirin. Komekê xwest van bixe xizmeta xwe. Rêber Apo got 'Ev neheqî ye, ev nayê qebûlkirin.
Rêber Apo got, ‘Yên ku xwînê dirjînin, tên darvekirin, berdêlê didin û nirx ava dikin ew in; mafê wan e ku di nava vê komeleyê de cih bigirin.' Ji bo vê jî li hemû zanîngeh û dibistanan têkoşîn hate pêş xistin. Di encamê de ADYOD ji bin kontrola komekê derket û ket xizmeta tevahiya tevgera çep. Piştî 12'yê Adarê li Enqereyê çep û tevgera xwendekaran bi rengekî girîng xurt bû. Hemû tevgeran ji vê sûd wergirt.
Li zanîngeha li hemberî faşîstan têkoşîneke mezin destpê kir. Di 12'yê Adarê de bi alîkariya dewlet û polîsan faşîstan gelek zanîngeh bi dest xistibûn. Bi vê têkoşînê re gelek zanîngeh ji faşîstan hate rizgarkirin. Li wan deran tevgera şoreşger a çep serdest bû. Li Enqerê di nav xwendekaran de tevgereke pir xurt pêş ket. Rêber Apo wê demê di rêveberiya vê komeleyê de cih girt û xebateke berfireh meşand. Rêbertiya vê têkoşînê kir. Vê yekê jî bandor li hemû koman kir. Her çend hejmar kêm jî be, pêkanîn û nêzîkatiyên li wir derketin holê, li dijî faşîst û polîsan sekneke bi biryar û wêrek ava kir û bandor li her kesî kir.
Ji aliyê îdeolojîk ve jî hevrêyên îdeolojîk ên di nava komê de li ku derê nîqaşek meşandibana, serketin bi dest dixistin. Ji ber ku kesî nekarî di aliyê nîqaşên îdeolojîk de encamek li hember wan bi dest bixe. Nîqaşên ji aliyê komê ve dihatin pêş xistin bandor li her kesî dikir. Her kesî didît ku nîqaşên ji aliyê vê komê ve tên meşandin rast in. Ji ber vê yekê kesî nikarîbû li hemberî vê bisekine.
Heta hin kom bi tevgera me re diyalog pêş dixistin û digotin, 'Hûn şoreşê pêş dixin.' Ji ber vê yekê diyalog pêş dixistin. Heta pêşniyar dikirin û digotin, 'Werin, semîner bidin û biaxivin da ku her kes fikrên we baş fêm bike.' Ji ber vê yekê pêşniyarên bi vî rengî kirin. Di rastiyê de heval jî li hin cihan tevlî nîqaşên bi vî rengî dibûn. Yanî hurmetek mezin li hemberî hevalan hebû.
‘LI KURDISTANÊ MÊTINGERÎ Û KOMKUJÎ HEYE’
Ji aliyê îdeolojîk ve Kemalîzm di nava çepa Tirk de bihêz bû. Bandora artêşê xurt bû û di nêzîkatiya li hember dewlet û desthilatdariyê de şaşitiyên mezin hebûn. Her wiha di pirsgirêka Kurd de jî şaşîtiyên mezin hebûn; ew ditirsiyan ku pirsgirêkê bi awayekî rast bînin ziman. Ji bo vê jî astengiyên wan ên pir mezin hebûn. Kom bi wêrekî behsa Kurdistanê dikirin. Ne çepa Tirk û ne jî yên îdîa dikirin ku ji bo Kurdan têdikoş in, qet weke me nêzî pirsgirêka Kurd nebûn. Yekem car Rêber Apo rastiya Kurdistanê tesbît kir û aniye ziman. Got, 'Li Kurdistanê mêtingerî û komkujî heye'. Li ser vê bingehê fikrên îdeolojîk û têkoşîna bîrdozî pêş diket.
Eger tevgerek ji aliyê îdeolojîk ve ne xurt be, di nîqaşan de nekare bi ser bikeve, ew ê ti carî bi pêş nekeve. Ev ne pêkan bû. Tevgereke serketî ya îdeolojîk dikarîbû bigihêje serketinê. Eger ev nebûya, nepêkan bû. Ji bo me jî ev yek esas bû. Me dizanîbû ku eger em têkoşîna îdeolojîk bi pêş nexînin, em ê nikaribin xwe xurt bikin û gavên nû biavêjin. Me dizanîbû ku eger em têkoşîna îdeolojîk rast û xurt pêş nexînin, em ê nikaribin xizmetê ji tevgerên çep ên li Tirkiyeyê re jî bikin. Ji ber ku li pêşiya wan astengiyên mezin hebûn. Nikarîbûn xwe ji gelek şaşitiyan rizgar bikin. Têkoşîna me ya îdeolojîk jî wê xizmetê ji vê re bikira. Ev dê wan ber bi xeteke rasttir ve biriba.
Dibe ku di vê mijarê de gelek zehmetî hatibin jiyîn. Çima? Ji ber ku tevgereke nû bû, her kes li her deverê xwe bi cih kiribû, derfet kêm bûn, li pêşiya wê gelek astengî hebûn û her kesî digot, 'Kurdistan miriye. Hûn dixwazin keviran zindî bikin lê kevir zindî nabin.’ Digotin, 'Eger hûn ê têkoşîneke şoreşgerî bimeşînin, werin di nava me de bimeşînin.' Di nava çepên Tirk de nêzîkatiyeke bi vî rengî hebû. Aliyê Kurd jî digot, 'Ev fikir pir xetere ye, divê di nava Kurdistanê de belav nebe, eger di nava Kurdistanê de belav bibe em ê destûrê nedin, em ê lingên we bişikînin.' Bi kurtasî ji herdu aliyan ve astengî û gef hebûn. Li dijî wan seknîn, bêbandor kirin û komeke wiha pêş xistin ne hêsan bû.
Lê belê Rêber Apo karakterê şoreşa Kurd baş fêm kiribû. Ji bo vê jî kesên di nava komê de bi wêrekî xwedî li fikrên Rêber Apo derdiketin, têkoşînê xurt dikirin, li her cihê ku çûbana behsa vê fikrê dikirin û serketin bi dest dixistin. Tevgerê bi vî rengî xwe ji aliyê îdeolojîk ve îsbat kir, hêz girt û bi ser ket.
Eger kom bi awayekî îdeolojîk gelekî xurt bi pêş ketibe, rola esasî di vir de yê Rêber Apo ye. Li gel vê bêguman rola hevrê Fûat jî girîng e. Ji ber ku hevrê Fûat li dijî êrîşên faşîst û polîsan her tim li pêş bû. Heta ji ber vê yekê di dema êrîşa faşîst û polîsan de ya li ser siyasalê de ji lingê xwe birîndar bû. Bi vê birîndariyê re çû nexweşxaneyê û piştre li nexweşxaneyê polîsan hewl dan wî bigirin û bixin girtîgehê. Di vê rewşê de xwe ji wir rizgar kir û gihand malê. Çend caran di pevçûnên bi vî rengî de cih girt. Heta di pevçûna li Kizilayê de hatibû girtin. Di wê pevçûnê de li ser kî çi hatibe girtin, polîsan gotin ku ev tişt li ser hevrê Fûat hatine dîtin. Dozger jî li ser vê esasê xwest hevrê Fûat bixe girtîgehê.
Hevrê Fûat di parastina xwe de dibêje, 'Ma ez çawa van malzemeyan hemû hildim û şer bikim? Ev yek ne pêkan û ne mantiqî ye.' Dozger her wiha dît ku malzemeyên ku tê îdîakirin li ser hevrê Fûat hatine dîtin, hêstirek jî nikare rake. Wê demê ew berdan. Ew milîtanekî bi vî rengî bû; Tirs çi bû nedizanî. Bi wêrekî û fedekarî her tim li eniyên pêş têdikoşiya. Her kesî vê yekê didît. Di heman demê de bandoreke mezin di aliyê îdeolojîk de ava kir. Bi kî/ê re axivîba bi zimanek nerm diaxivî, lê baş rave dikir û dikir ku kesê li hember wî ew fêm bikin. Yên ku pê re diketin nîqaşê, nikarîbûn bersivê bidin. Ji bo vê jî di têkoşîna îdeolojîk de tim encam digirt. Vê yekê gelekî xizmet ji pêşketina komê re kir.
Pêvajoya derbasbûna li Kurdistanê û karên hevrê Fûat ên li Kurdistanê bi taybetî jî li Dersimê di kîjan astê de girîng bûn? Rêbertî ji bo hevalê Fûat dibêje 'Pitikê komkujiyê'. Gelo li cihekî kuk komkujî lê hatiye kirin, karkirina pitikê komkujiyê tê çi wateyê? Vê yekê bandoreke çawa kir?
'ÇÛYÎNA WÎ YIA JI BO DERSIMÊ BI ZANEBÛN BÛ'
Dema ku koma îdeolojîk li Enqereyê bi pêş ket û hate naskirin, destpêkê hevalê Fûat ji bo kar bike çû Kurdistanê, çû Dersimê. Çûyîna wî ya Dersimê bi zanebûn bû. Ji ber ku Rêber Apo baş bi hevalê Fûat dabû fêhmkirin bê rastiya Dersimê çi ye, rastiya wê civakê, polîtîkayên dijmin ên li ser Dersimê û civak, mirovên vê herêmê çima bêpar hatine hiştin.
Ji ber ku Dersim bi Terteleyê, bi komkujî yan jî jenosîda ku lê hatibû kirin, dihate naskirin. Dijmin xwestibû Dersimê bi temamî ji holê rake. Yanî bi navê Dersimê tiştek nemîne. Siyaseta têkildarî Dersimê li ser vê bingehê bû. Ji ber vê yekê jin, zarok, extiyar her kes qetil kir. Heqaretên gelekî mezin kiribû. Pitikên di zikê dayika xwe de jî bi kêrê qetil kiribûn. Yên mayî jî hemû koçber kiribûn. Her yek avêtibû cihekî. Yanî xwestibû wan bi temamî bike Tirk.
Hîn jî aqûbeta gelek keçên Kurd ên wê demê birin, nayê zanîn. Her wiha hin zarokên Dersimî birin Xarpêtê û li wir li Beşevlerê di perwerdeyê re derbas kiribûn. Bi temamî kiribûn Tirk. Piştre jî ew weke mamoste perwerde kirin û li Kurdistanê belav kirin ku Kurdan asîmîle bikin. Yanî li hemberî Dersimê komkujiyeke gelekî mezin kiribûn. Em ji vê re komkujiya spî dibêjin. Rêber Apo bi vî navî broşurek jî amade kir.
Rêber Apo Dersim baş fêhm kiribû. Ji ber vê yekê xwedî li Dersimê derket. Xwedîderketina li Dersimê xwedîderketina li Kurdistanê bû. Rabûna li ber mêtingerî û komkujiyê bû. Rizgarkirina civaka Kurd ji mirinê bû. Afirandina jiyaneke azad ji mirinê bû. Qebûlnekirina komkujiyê li Kurdistanê bi taybetî jî li Dersimê watedayina li jiyanê bû.
Ji ber vê yekê Rêber Apo çûbû Dersimê. Civak, mirovên li wê derê dîtibû, ji mirovên ew komkujî dîtibû asta wê hîn bûbû. Beşek ji yên koçber bûbûn, dîtibû. Yanî Dersimê kîjan êş kişandibe ew baş fêhm kiribû. Çand, dîrok, erdnîgariya wê bi hemû aliyan analîz kiribû. Encam ji wê bi dest xistibû. Di nivîsên Rêber Apo de timî tê diyarkirin, tê gotin, divê xwedî li vî gelî bê derketin. Xwedîderketina li vî gelî xwedîderketina li Kurdistanê ye; rabûna li ber qirkirinê ye. Afirandina têkoşînê li dijî dewleta Tirk e. Ev yek biryareke dîrokî ye, wêrekiyeke mezin û fedakariyeke mezin e.
'KÎN Û HÊRSA XWE GELEKÎ MEZIN BÛ'
Hevalê Fûat jî ji gelê Dersimê bû, bi taybetî malbata wî ew komkujî dîtibû -dayika wî ji bajarekî, bavê wî ji bajarekî din ê Tirkiyeyê re hatibû şandin- hevalê Fûat jî li nava malbateke bi vî rengî û herêmeke bi vî rengî mezin bû û çû zanîngehê. Ji ber ku ji malbateke bi vî rengî ya ji Dersimê bû hêrs û kîna wî ya li hemberî dijmin gelekî mezin bû. Ji ber ku li Dersimê malbata wî û wî bi xwe êşên giran kişandibû. Ji ber ku êşeke giran kişandibû digot, 'Divê mirov bi sivikî nêzî êşê nebin, êşê sivik nekin, ji bîr nekin'. Digot, 'Eger em bi vî rengî nêzîk bibin em ê xiyanetê li xwe bikin, li Dersimê, li Kurdistanê bikin. Lewma divê em vê êşê timî bi rengekî mezin bijîn. Bi vî rengî kîn û nefret jî wê mezin bibe'.
Hevalê Fûat li hemberî dewleta Tirk a mêtinger xwedî kîn û nefreteke mezin bû. Ji xwe ji ber vê yekê hîn di destpêkê de bêteredût bû hevrêyê Rêber Apo. Dît ku fikrê Rêber Apo yê li hemberî mêtinger û komkujerên Tirk mezin e û bi vî fikrî dikare tolê hilîne. Rastî bi Rêber Apo re dît. Lewma Rêber Apo ji xwe re kir esas.
Rêber Apo bi hevalê Fûat re eleqedar bû, xwest, rastiya Dersimê pê bide fêhmkirin. Ji ber vê yekê bi taybetî nêzî hevalê Fûat bû. Di şexsê kesayetiya hevalê Fûat de xwest Dersimê careke din rake ser piyan. Ji bo Dersimê rake ser piyan, diviyabû hevalê Fûat rake ser piyan. Hevalê Fûat rastiyê çiqasî rast fêhm bike û rastiya Dersimê, rastiya dijmin zanibe, wê karibe kesayetî û hestên azadiyê bi xurtî bi pêş bixîne. Lewma Rêber Apo gelekî hez ji hevalê Fûat, Dersimê, gelê Kurd dikir û ev hezkirin mezin dikir. Lewma bi hevalê Fûat re eleqedar dibû. Timî dixwest hevalê Fûat ji kêmasiyan dûr bikeve. Lewma timî ew rexne dikir.
Bi rêya van rexneyan dixwest hevalê Fûat gavê biavêje, hevalê Fûat xwedî li Dersimê û gelê Kurdistanê derkeve. Ji ber ku dijmin li Dersimê komkujî kiribû, kesayetiya Kurdistanê parçe parçe kiribû, zîhniyet parçe kiribû, ji civakîbûnê dûr xistibû. Hinekan digotin, 'Em Kurd nînin'. Hinekan digotin, 'Em Kurd in, lê belê ne weke Kurdên din e, em cuda ne'. Ev yek fikrê mêtingeran bû ku li Dersimê afirandin.
Ji bo xwegihandina armancên xwe, dixwest bi rengekî Dersimê ji Kurdistanê qut bike. Rêber Apo timî dixwest Dersimê ji vê rewşê rizgar bike, peşî li parçebûnê bigire ku dijmin dixwest biafirîne û yekîtiya Dersimê û gelê Kurd biafirîne.
Di vir de jî rola hevalê Fûat gelekî girîng bû. Ji ber vê yekê Rêber Apo hevalê Fûat bi taybetî amade kir. Li ser sekinî û bi vî rengî jî hevalê Fûat hîn û nefreta xwe ya li hemberî mêtinger û kokujerên Tirk mezin kir, hîn zane bû. Dema ku komê berê xwe da welêt, hevalê Fûat destpêkê got, 'Ez ê dest ji zanîngehê berdim, li Dersimê, li Kurdistanê têbikoşim'. Hem ji ber ku ji gelê Dersimê bû -ji ber ku komkujî bi serê malbata wî hatibû- hem jî ji ber ku kîn û nefreta wî mezin bû, Rêber Apo ew gihandibû wateyekê. Êdî kesî nikarîbû pêşî li hevalê Fûat bigire. Ji ber vê yekê jî hevalê Fûat berê xwe da Dersimê.
Li Dersimê gelek tevgerên ji çep a Tirk hebûn; lê belê Kurd tine bûn. Yekemcar hevalê Fûat bi navê Kurdistanê tevgerek bir Dersimê. Dema ku çû Dersimê û xwest tevgerê li vir bi pêş bixîne, çep a Tirk hemû li ber vê rabû. Gelek astengî danîn pêşiya wî, ji bo hevalê Fûat nikaribe kar bike û rêxistiniyê pêk bîne. Ji ber ku eger xwe bi rêxistin bike, wê ji bo wan nebaş bibe. Bi vî rengî fêhm kiribûn. Li gorî wan ev fikir wê wan lawaz û bêbandor bike.
Dersim ji bo kadrobûyînê weke depoyekê didîtin. Tevgerên çep a Tirk hemûyan li wê derê gelek kadro ava kiribûn. Kadroyên pêşeng ava kiribûn, ji bo xwe zemîneke xurt danîbûn û nedixwestin vê winda bikin. Li Dersimê eger hevalê Fûat bixebitiya wê lawaz bibûna û derfet ji dest bidabûna. Ji bo ev nebe hemû astengî datanîn; her wiha ji bo bitirsîne jî serî li tundiyê didan.
'HEVALÊN FÛAT PAŞVE GAV NEDIAVÊT'
Hevalê Fûat paşve gav neavêt. Ji ber ku li gel hevalê Fûat paşvegavavêtin tine bû. Ji xwe re dikir esas ku timî bi pêş ve biçe. Wêrekiyeke wî ya gelekî xurt hebû, berê xwe dabû armancê, digot 'Ez ê li Dersimê guhertinê pêk bînim, encamê bi dest bixim. Ji bo vê jî eger bimirim jî ez ê bikim'. Wî ji bo xwe ev yek kiribû esas. Ji xwe ne bi vî rengî bûya li Dersimê gaveke bi vî rengî nedihat avêtin.
Li Dersimê dibistana mamosteyan hebû. Li wir xwendekar hebûn. Hin ji wan ji Rihayê bûn. Rihayî ji ber Rêber Apo xwe nêzî hevalê Fûat dikirin. Hevalê Fûat baş tespît kiribû bê ji ku destpê bike ku van astengiyan bê bandor bike û tevgerê bi pêş e bibe. Fêhm kiribû ku eger dibistana mamosteyan ji xwe re bike esas wê hem kadrobûyînê pêk bîne hem jî astengiyên li Dersimê ji holê rake. Ev kar kir û gelekî jî encam wergirt.
Li wê derê têkoşîneke mezin a îdeolojîk meşand. Çawa ku li Enqereyê şerekî mezin ê îdeolojîk hate dayin, li wir jî têkoşîneke mezin a îdeolojîk hate meşandin. Di vî şerî de hevalê Fûat timî encam wergirt. Her wiha ji bo kadrobûyînê jî ji ber ku ew dibistan ji xwe re kiribû esas, li ber astengiyan rabû, astengî lawaz bû û tevger li wir xurt bû. Eger piştre PKK û gerîla li wir bi pêş ketibe, Dersim careke gihîştibe rastiya xwe, di vir de keda hevalê Fûat gelekî mezin e. Bi rastî jî hevalê Fûat di nava şert û mercên gelekî zehmet de, di nava xeteriyan û astengiyan de ev kar kir.
Di vî karî de ew pêşketin pêk hat û Dersim careke din ji mirinê rizgar bû; bi Kurdistanê re bû yek. Li wê derê şerê ku hate meşandin ne tenê li hemberî şovenîzm û nijadperestiya Tirk bû, di heman demê de li hemberî dewletê jî hat meşandin. Ji ber ku polîtîkayeke stratejîk a dewletê hebû. Dewletê dixwest Dersimê ji Kurdistanê qut bike. Ji bo vê karekî mezin kiribû. Çep ên li wir kar kirin jî nekarîn xwe bi temamî ji Kemalîzmê rizgar bikin, ji bandora şovenîzmê rizgar bikin. Ji be vê yekê li gel ku bi navê sosyalîzmê kar dikirin jî vî karî rastiya Dersimê derdixist holê. Dewletê sûd ji vê werdigirt û dixwest Dersimê bi temamî asîmîle bike, qut bike.
Hevalê Fûat li ber vê rabû. Hem li hemberî yên ku ji xwe re digotin 'Em çepgir in' şerê îdeolojîk kir, hem jî li ber siyaseta stratejîk a dewleta Tirk rabû. Têkoşîneke gelekî zehmet meşand. Eger ne ji vê berxwedana mezin bûya, ne ji vê wêrekî, fedakarî, biryardariyê bûya, li hemberî dewleta Tirk û wan koman têkoşîneke bi vî rengî nedihat meşandin. Eger Dersim qut nebûbe, eger Dersim careke din gihîştibe dîroka xwe, bi Kurdistanê re bûye yek, di vir de kedeke mezin a hevalê Fûat heye.
Li Dersimê di geşkirina Kurdîtiyê de rola hevalê Fûat çi bû? Dersimê di avabûna kesayetiya hevalê Fûat de roleke çawa lîst? Hevalê Fûat ji bo Dersimê tê çi wateyê?
Hevalê Fûat zarokê Dersimê bû. Malbata wî komkujiya Dersimê dîtibû, mêtingeran ew koçber kiribûn, her yek şandibû cihekî. Ev yekê bandoreke gelekî mezin li hevalê Fûat kiribû. Rêber Apo ji ber vê yekê digot, 'Tu zarokekî komkujiyê ye'. Bi vê yekê re Rêber Apo dixwest hevalê Fûat vê rastiyê bi her awayî fêhm bike, di nava her şert û mercî de li ber mêtingeriyê rabe û gelê Dersimê ji kuştinê rizgar bike.
Eger li Dersimê Kurdîtî ji nû ve geş bû be, ev yek bi karên hevalê Fûat bû. Ji ber ku li Dersimê tirseke mezin, bêbaweriya ji xwe, veşartiya rastiya xwe, dûrketina ji rastiya xwe hebû. Diviyabû careke din komkujî nebûya. Ji ber ku dijmin tenê rêyek nîşan dabû: Tu yê xwe înkar bike, tu yê nebe yê xwe, tu yê li gorî min bijî, tu yê xizmeta min bike. Tu yê ji bo min propagandayê bike û bixebite.
Eger tu vê bike hingî mafê te heye ku bi rengekî fîzîkî bijî, bi vî rengî tenê dikarî bijî. Ev yek ji bo gelê Dersimê ne jiyan bû, ti eleqeya xwe bi jiyanê re tine bû, bi temamî mirin bû. Yanî jibîrkirina Kurdîtiyê li aliyekî, mirin hatibû ferzkirin. Ji bo rizgarkirina vî gelî ji mirinê, ji bo karibe careke din bigihêje rastiya xwe, ji bo Kurdîtiya wê ji nû ve bê bide fêhmkirin, karekî nebiçûk lazim bû.
Li aliyekî dewlet dixebitî, li aliyê din jî hin tevger bi navê sosyalîzmê dixebitîn. Van bi xwe jî nikarîbûn rastiya gelê Dersimê bidin fêhmkirin. Dibe ku nêta wan baş be, bi navê sosyalîzmê tevdigeriyan, lê belê ti eleqeya wan bi rastiya Dersimê tine bû. Lewma dewletê di armanca xwe de encam bi dest dixist. Hem ji Kurdîtiyê dûr dixistin, hem ew dikuştin. Eger ji mirinê rizgar bûn û careke din xwe gihand Kurdîtiyê, gihand gelê Kurdistanê, ev yek bi saya têkoşîna hevalê Fûat bû. Ne bi vî rengî bûya Kurdîtî li wir miribû.
Di wê demê de hin helbest nivîsand. Di wan helbestên xwe de vê yekê tîne ziman. Ev yek jî taybetmendiyeke hevalê Fûat e. Yanî di demên krîtîk de, di demên ku pirsgirêkên giran hebûn de hewl dida bi hunerê, bi helbestê rewşê bide fêhmkirin û hevrêyên xwe ji vê yekê rizgar bike. Ji aliyekî ve şerê îdeolojîk dikir, li aliyê din jî dixwest rastiya li wê derê bide fêhmkirin, ji aliyekî ve huner bi pêş dixist û hewl dida bi hunerê bide fêhmkirin. Ev hemû ji bo wê yekê bû ku gelê Dersimê bigihêje rastiya xwe. Eger li wê derê Kurdîtî bi pêş ket, bi vî rengî bi pêş ket.
'LI DERSIMÊ KURDÎTÎ BI SAYA KARÊN ZEHMET ÊN HEVALÊ FÛAT BI PÊŞ KET'
Ev nebûya li Dersimê Kurdîtî miribû, Dersim miribû. Bi navê Dersimê wê tiştek nehatibûya bilevkirin. Eger îro her kes qala Dersimê dike, qala yekbûna bi dîrok, çand, ol û mezheba xwe dike, qala xwedîderketina li Dersimê dike û dibêje bila navê Dersimê be vegerandin, encama vî karî bû. Ev hem jî bi saya karên hevalê Fûat bûn ku li Dersimê di nava şert û mercên zehmet de hate meşandin. Divê kesek ti carî vê ji bîr neke.
Hûn dikarin qala hezkirina wî ya ji Kurdistanê û tevgera Apoyî re bike?
Hevalê Fûat ji ber ku ji Kurdistanê hez dikir bû Apoyî. Eger ji Kurdistanê hez nekiribûya ti carî nedibû Apoyî. Hestên xwe di şexsê Rêber Apo de dît. Ji ber vê yekê bêteredût biryar da ku li gel Rêber Apo be. Ji ber ku ew zarokê komkujiya Dersimê bû. Dersimê êşên gelekî giran kişandibû. Ev êş êşa gelê Kurd, êşa mirovahiyê bû. Ji ber ku dilsoziya wî ya bi gel û mirovahiyê re mezin bû, ev yek di şexsê Rêber Apo de dît. Di Rêber Apo de hezkirina gel û Kurdistanê, hêrsa li hemberî mêtingeriyê dît, ji ber vê li gel wî cih girt. Û hîn di destpêkê de ev yek kir.
Rêber Apo li Çûbûkê civînek lidar xist. Wê demê kes bi Rêber Apo re tine bû, derfetên xwe jî tine bûn. Kesî bawer nedikir ku tevgereke bi vî rengî dikare destpê bike. Xeyala wê jî nedikirin. Lê belê hevalê Fûat bêteredût cihê xwe li gel Rêber Apo girt û heta şehîd bikeve bi vî rengî jiya. Her roj hevrêtiya bi Rêber Apo re, dilsoziya pê re kûr kir. Li ser vê bingehê li gel kûrkirina xwe, her wiha hewl da kadro û şervanan jî li ser van esasan bi pêş bixîne. Lewma kedeke mezin da.
Eger ne ji hezkirina wî ya ji Kurdistan, gelê Kurd û mirovahiyê bûya ti carî gavên bi vê rengî nediavêt. Weke yên din, dema ku zehmetî dît wê xwe bida aliyekî. Lê belê berevajî vê yekê kir. Yên din xwe didan aliyekî, lê wî hevrêtiya xwe ya bi Rêber Apo re gelekî xurt dikir. Di nava her şert û mercî de dema ku didît Rêber Apo û partî di nava xeteriyê de ye, bi biryardarî li ber xeteriyê radibû.
'BÊTEREDÛT LI GEL RÊBER APO CIH GIRT'
Ev yek nîşan dide ku gelekî hez ji mirovahiyê û Kurdistanê dikir, li hemberî dijmin jî xwedî hêrseke mezin bû. Ji ber vê yekê bi Rêber Apo re hevrêtî dikir û heta niha jiya û da jiyîn. Ji ber ku êşa komkujiya Dersimê dijiya, di nava hewldana hilanîna tola wê de bû. Dît ku Rêber Apo dikare vê bike. Felsefe û xeta Rêber Apo weke bersiva li vê yekê dît. Lewma bêteredût cihê xwe li gel Rêber Apo girt.
Di hevrêtiyê de nedixwest şaşitiyekê bike. Rêber Apo dibêje, 'Hakî Karer, Kemal Pîr heta şehîd bikevin qisûrek nekirin, meşiyan'. Em dikarin vê yekê ji bo hevalê Fûat jî bibêjin. Ti carî di nava şert û mercên zehmet de xwe venegirt, guh neda rehetiya xwe. Di nava şert û mercên giran de xwedî li Rêbertiya partiyê û hevrêtiyê derket. Ev yek jî dilsoziya wî ya bi gel, welat, Rêbertiya partiyê û azadiyê nîşan dide.
Ji xwe di perwerdeyê de ev yek tê dîtin. Yanî Rêber Apo dibêje, bê çawa welatparêzî bi pêş xist, li hemberî xiyanet, nokeriyê çawa li ber xwe da. Jİ xwe rastiya PKK û Rêber Apo rabûna li ber xiyanetê ye. Ti carî xiyanet qebûl nekirin. Ev yek rastiyeke PKK û Rêber Apo ye. Yên ku dixwazin rastiya hevalê Fûat û Rêber Apo fêhm bikin wê vê fêhm bikin.
Li Kurdistanê yên ku li ber xiyanet û nokeriyê ranebin, ti carî nikarin ji gelê Kurd û mirovahiyê hez bikin, nikarin xwedî lê derkevin û têkoşîna azadiya wan bimeşînin. Yên li ber xiyanet û nokeriyê radibin; ji gel, Kurdistanê û mirovahiyê hez dikin, ji PKK'ê û hevrêtiya PKK'ê hez dikin. Wê demê di nava her şet û mercî de dikarin ji bo azadiyê şer bikin. Yanî di dîroka Kurdistanê de yek ji xizmetên mezin ên Rêber Apo ev e. Eger em dixwazin Rêber Apo û hevalê Fûat fêhm bikin, divê em sekna wan a li hemberî xiyanetê fêm bikin. Jİ ber ku eger em li ber xiyanetê ranebin, em ê nikaribin têkoşîna azadiyê bi pêş ve bibin.
Dijmin civak, gelê Kurd belav kiribû. Hingî nedihat zanîn bê çi xizmetê ji azadiyê re dike, çi nake. Ev yek ji hev cihê kir. Diyar kir ku çi welatparêzî ye, çi ne welatparêzî ye, mirov çawa dikare xwedî li welatparêziyê derkevin, li ber xiyanetê rabin, ev yek bi şênberî diyar kir. Li Kurdistanê guherîn û veguherîn afirand.
Dema ku mirov jiyana hevalê Fûat lêkolîn dike, dibîne ku li hemberî xiyanetê ti carî tawîz neda. Encama wê şehadet jî bûya ev yek dide ber çavên xwe. Ji ber ku eger li ber xiyanetê ranebûya ked hemû wê vala biçûya. Eger em dixwazin hevalê Fûat fêhm bikin divê di van mijaran de jî em fêhm bikin.
Li gundê Fîsê yê Licê kongreya yekemîn pêk hat, damezrandina partiyê hate ragihandin. Di vê der bar ê de têkildarî hevalê Fûat hûn dikarin çi bibêjin?
Dema ku Kongreya Yekemîn a PKK'ê pêk hat, min li Xarpêtê kar dikir. Hevalê Fûat jî li Dersimê dixebitî. Diyaloga me timî hebû. Wê demê Sakîne Cansiz jî li Xarpêrtê bû, em bi hev re dixebitîn.
Dema ku hevalê Hakî Karer şehîd bû, Rêber Apo ew yek ji xwe re kir esas ku çawa hevalê Hakî Karer bi rengekî mezin bide jiyîn. Ji ber vê yekê jî dixwest tevgerê bigihîne asta partiyê. Lewma bernameya destpêkê ya PKK'ê ji aliyê Rêber Apo ve li Dîlokê li cihê ku hevalê Hakî Karer hate qetilkirin, hate nivîsandin. Ji ber ku nêzîkatiyeke Rêber Apo ya ji bo şehîdan hebû. Çawa dikare şehîdan nemir bike. Timî ev yek ji xwe re dikir esas.
Her şehadet dikir xeleke ji bo tevgerê li qadên îdeolojîk, rêxistinî û pratîkî bi pêş ve bibe. Ji ber vê yekê jî dema hevalê Hakî Karer şehîd bû, ji bo xwedîderketina li wî li Dîlokê li cihê lê hate qetilkirin bernameya partiyê nivîsî. Ew da me û ji me re got, divê vê li her derê belav bikin, bixwînin û li ser nîqaşê bikin. Got, nêrînên xwe bişînin, eger di bernameyê de cihên bêne guhertin hebin bibêjin em biguherînin û bernameyê amade bikin. Dema ku bername li hevalan hemûyan hate belavkirin got, em ê bi vî rengî xwedî li Hakî derkevin. Piştre jî dema ku PKK ava bû got, PKK Hakî ye. Yên ku dixwazin Hakî fêhm bikin divê PKK'ê fêhm bikin. Ev yek rastiya Rêber Apo ye.
PÊVAJOYA PARTÎBÛNÊ
Me jî bername nîqaş dikir, hevalê Fûat jî nîqaş dikir. Li ser vê yekê hin civîn hatin lidarxistin. Bi giranî nirxandin li ser pratîkê dihate kirin. Tevger wê çawa ber bi partîbûnê ve biçe, kîjan astengî hene, kîjan kêmasî hene; di civînan de em li ser van radiwestiyan. Ber bi partîbûnê ve gav dihate avêtin. Dihate fêhmkirin ku em ber bi partîbûnê ve diçin. Hevalê Fûat jî ev fêhm dikir.
Dawiya dawî biryar hate dayin ku kongre kom bibe û damezrandina partiyê pêk were. Her wiha hate gotin, em vê yekê bi çalakiyekê pêk bînin. Hevalê Fûat wan li ser vê bingehê amadekarî kiribûn. Ji bo haya dijmin jê nebe, Rêber Apo gelekî veşartî amadekarî ji kombûna kongreyê re kiribû. Ji ber ku eger dijmin pê bihesiya wê tasfiye bibûya. Lewma diviyabû veşartî bûya û kesî nizanîbûya li ku ye. Diviyabû kesî nizanîbûya kengî wê pêk were û kî wê tevlî bibe. Hin hevalan bi vê zanîbûn. Hevalên Abbas, Mazlûm û Seyfettîn Zorlû pê zanîbûn. Ji ber ku wan wê heval bibira cihê kongreyê. Tenê wan pê zanîbûn.
Rêber Apo tenê ji wan re gotibû, bê kî wê tevlî bibin. Bi vî rengî zanîbûn. Dema ku heval hatin, wê ew bibira cihê kongreyê. Ew amadekarî di nava rewşeke veşartî de hatibû kirin. Agahî dabûn hevalê Fûat wan jî û ji wan xwestibûn ku ji Dersimê bên. Em jî ji Xarpêtê çûn. Ez û hevala Sara bi vî rengî em tevlî kongreyê bûn.
Dema ku kongre kombû bi me hemûyan re coşek hebû. Ji ber ku em ê bibûna partî. Heta wê demê em kom bûn. Koma îdeolojîk bûn, piştre bû koma siyasî. Piştre jî gav dihate avêtin û em dibûn partî. Vê yekê coşeke mezin dabû me. Lê belê partîbûyînê çi ji me dixwest, di vê mijarê de kûrbûnek tine bû. Bêguman partî û kom ji hev cuda ne. Birêxistinkirina partiyê cuda bû. Me ev bi kûrahî fêhm nekiribû. Rêbertî dixwest hem beriya kongreyê hem piştî kongreyê vê yekê bi me bide fêhmkirin.
'BI RASTIYA RÊBERTÎ RE DIBÛ YEK'
Hin hevalan fêhm dikirin, dikarîbûn bi rastiya Rêbertî re bibin yek. Yek ji wan hevalan jî hevalê Fûat bû. Ji ber ku hevalê Fûat ji aliyê îdeolojîk ve xurt bû. Rastî, xet, felsefe û hestên Rêbertî fêhm kiribû. Ya ku fêhm dikir jî bi cih dianî. Di kîjan astê de fêhm kiribû pêk dianî. Ji bo mafê wê bide, dixwest pêngavên Rêbertî fêhm bike. Ji ber ku ev yek ji bo hevalê Fûat esas bû.
Dibe ku hin hevalan di axxaftinên xwe de hin tişt dianîn ziman, lê belê hevalê Fûat hîn bêhtir îdeolojî difikrî, ev pêngav ji me çi dixwaze, ji aliyê rêxistinî ve ev pêngav ji me çi dixwaze, em çiqasî ji vê pêngavê re amade ne, hesabê vê yekê dikir. Nêzîkatiya hevalê Fûat a li kongreyê li ser vê bingehê bû.
Li ser derketina derveyî welat, karên li Bekaayê hûn dixwazin çi bibêjin?
Hevalê Fûat dema derket derve, wê demê darbeya faşîst a 12'ê Îlonê li Tirkiyeyê pêk hatibû. Rêber Apo biryar dabû ku tevgerê vekişîne. Wê kadro hemû nehatibûya Bekaayê; hin hevalan diviyabû hin kar bikira. Tevger bi giranî diviyabû xwe vekişandibûya. Ev yek biryareke dîrokî bû. Ji ber ku ne tenê wergirtina vê biryarê girîng bû, ji wê û pê ve jî hebû. Ji ber ku di dîrokê de gelek rêxistinan paşve gav avêtin û piştre çiqasî hewl dan jî nekarîn ji nû ve vegerin. Dibe ku ev bihata serê tevgera me jî. Ji ber ku derfetên rêxistinan li derve kêm bûn.
Ya ku di dîrokê de bi serê gelek tevgeran hat, dikarîbû bi serê vê tevgerê jî bihata. Dibe ku vegera li Bakurê Kurdistanê careke din nebûya, li derve penaber bima, tasfiye bibûya. Metirsiyeke bi vî rengî hebû. Rêber Apo ev hemû dabû ber çavên xwe. Ji bo nebe weke tevgerên din ên dîrokê, hem wê tevger ji Bakur vekişandibûya û pêşî li tasfiyekirinê bigirta hem jî tevger amade bikira ku careke din vegere welêt. Wê bikira ku li welêt bi cih bibe û bi pêş bikeve. Ji aliyê xwe ve ev tedbîr wergirtibû.
Di nava van şert û mercan de ew pêngav dabû destpêkirin. Li gel gelek hevalan ehvalê Fûat jî derektibû derve. Hevalê Fûat li kampan ma. Wê demê heval li kampên li Fîlîstîniyan diman. Heval ne tenê li nava rêxistinekê; li nava çar tevgerên Fîlîstînî yên weke Tevgera Fetîh, Eniya Demokratîk, Eniya Şabîî û Eniya Nîdal hatibûn belavkirin. Dibe ku bi giranî li gel Eniya Demokratîk bûn, lê belê li nava hemûyan belav bûbûn.
Hevalê Fûat jî li van kampan dima. Li van kampan destpêkê perwerdeya îdeolojîk û rêxistinî dihate dayin. Komîteyeke bername û perwerdeyê hatibû avakirin. Vê komîteyê ev bername li hemû kampan diviyabû bimeşanda. Diviyabû kadro ji aliyê îdeolojîk û rêxistinî ve xurt bikira. Bername li ser vê bingehê hatibû amadekirin. Li gel vê yekê bernameya leşkerî jî hatibû amadekirin. Ji aliyê leşkerî ve diviyabû kadro bihata perwerdekirin. Ew perwerde hatin dayin.
Hevalê Fûat beriya derkeve derveyî welat karên îdeolojîk dimeşand. Rêxistiniyeke me ya îdeolojîk hebû, di nava komîteya vê rêxistiniyê de bû. Ji xwe ji aliyê îdeolojîk ve jî xurt bû, kûr bû. Dema ku hat kampan tevlî perwedeyan bû. Bernameya ji bo kadroyan hatibû amadekirin li kampan pêk anî, kar kir. Eger kadro li kamapn ji aliyê îdeolojîk û rêxistinî ve hatin perwerdekirin di vir de rola hevalê Fûat diyarker e. Hin hevalên din jî hebûn lê belê hevalê Fûat wezîfe wergirtibû û ev yek bi serketî bi cih anî.
Piştî ku ji aliyê rêxistinî û îdeolojîk ve kadro hatin komkirin, pêşvebirin û guhertin, perwerdeya leşkerî hate dayin. Hevalê Fûat ew perwerde jî dît. Van perwerdeyan kadro gelekî bi pêş ve bir. Xisarên ji ber mêtingerî û desthilatdariya faşîst ji holê hatin rakirin. Di nava kadro de kombûnek çêbû.
Gelek heval difikirîn ku wê êdî biçin Kurdistanê. Lê belê Rêber Apo ev yek qebûl nekir. Rêber Apo got, 'Rast e, kadroyan xwe komî ser hev kirin, guhertin pêk anîn; hin xisar heta astekê ji holê hatin rakirin, lê belê ev nayê wê wateyê kadro di wê astê de ye ku ez dixwazim. Divê nelezîne. Lewma divê perwerdeyên kadro dewam bike'.
Ji ber ku Rêber Apo dixwest, karên li wê qadê têne kirin bigihêje asta konferansê. Li ser vê bingehê kar dimeşand. Piştî ku di kadro de bi perwerdeyê pêşketinek pêk hat, karê konferansê danî pêşiya kadro û ew konferans pêk anî. Kes ne li bendê bûn ku di nava wan şert û mercan de PKK gaveke bi vî rengî biavêje. Ev yek pêngaveke dîrokî û gelekî xurt bû.
Ji ber ku di bin hukmê 12'ê Îlonê de gelek tevger tasfiye û penaber bûbûn. Berê xwe didan Ewropayê û penaber dibûn. Di nava me de jî Semîr hebû, wî jî hewl dida bike ku tevger berê xwe nede welêt, lê biçe Ewropayê. Li pişt Semîr hin rêxistinên Tirk, her wiha dewletên Ewropayê jî hebûn. Bi wan re dixebitî.
Hem Rêber Apo hem jî hin hevalên weke hevalê Fûat li ber karê Semîr radibûn, têdikoşin ku tiştên bi serê hin tevgeran hatin bi serê PKK'ê neyê, tasfiye nebe. Karên perwerde û konferansê pêşî li vê xetereyê girt. Yanî tasfiye tasfiye kir. Êdî tasfiye li ser kadro û tevgera ne xetere bû. Ji ber ku Rêber Apo û hevalê Fûat bi kadroyan baş dabûn fêhmkirin. Ji ber vê yekê kadro li ber vê rabûn. Vê yekê di nava tevgerê de gavên hîn xurt bi xwe re anî.
Piştî konferansê heval difikirîn ku biçin welêt. Lê belê Rêber Apo got, 'Na, hîn zû ye'. Li ser vê bingehê hin karên îdeolojîk û rêxistinî meşand, gelek pirtûk amade kir. Ew xist rojeva kadroyan. Diviyabû kadro li ser wê bihatina perwerdekirin, kadro hîn xurt bibûna û piştî vegeriyan welêt lawaz nebûna. Ji bo destpêkirina têkoşîna gerîla diviyabû li Kurdistanê bi cih bibûna.
Hin hevalan ev fêhm nedikirin. Digotin, têrê dike, divê em êdî biçin, divê em dereng nemînin. Ji ber ku dewleta Tirk li zindana Amedê biryara îdamê dida. Vê yekê bandora hestewarî li ser hin hevalan kir û digotin, divê em êdî biçin. Rêber Apo digot, 'Tişta hûn pêşniyar dikin nepêkan e, dewleta Tirk baş nas bikin. Bi çend çalakiyan hûn nikarin pêşî li darvekirinê bigirin, eger hûn dixwazin darvekirinê rawesetînin, rêya vê yekê têkoşîna gerîla ya li Bakur a li dijî dewleta Tirk e. Eger hûn karibin vê bikin, hingî hûnê darvekirinê asteng bikin'.
Hevalê Fûat ev fêhm kir û bi hevalên din da fêhmkirin. Li ser vê bingehê nêzîkatiyên ku ecele dikirin ji holê rabûn. Perwerdeyeke hîn xurt pêk hat. Rêber Apo jî dixwest vê yekê bi kongreyê temam bike û piştre berê kadro û rêxistinê bide welêt. Hem di kongreya 2'emîn de hem jî di biryarên konferansê de biryar li ser vegera li welêt hate dayin. Li ser vê bingehê tevgerê berê xwe da welêt.
Têkildarî derbasbûna Başûr û amadekariyên pêngava 15'ê Tebaxê de hûn dixwazin li ser hevalê Fûat çi bibêjin?
Rêber Apo dixwest şerê gerîla bi pêş bixîne, lê belê rêbazên ku şerê gerîla bike bi hin hincetan taloq bûbû. Difikirî ku kadro ne amade ye ku şerê gerîla bike. Dibe ku hin gavên xurt hatibûn avêtin, lê belê diviyabû ev li welêt temam bûna. Nêzîkatiyeke bi vî rengî hebû.
Lê belê Rêber Apo ev yek rexne dikir. Digot, 'Karê ku me kiriye dubare nekin, pûç nekin, ji bo gerîlatiyê hemû kar hate kirin'. Digot, 'Ya ku ji we tê xwestin vê pêngavê bikin, bi hin hincetan nabe ku hûn dubareya wê bikin. Tiştên me li Lubnanê kirin dubare nekin, lawaz nekin, pûç nekin'.
DESTPÊKIRINA PÊNGAVA GERÎLA
Li ser vê bingehê rexne dikir, li ser hev talîmat dida. Piştî ku Rêber Apo dît ev gav hatiye taloqkirin û nehatiye avêtin, hevalê Fûat şandibû. Hevalê fûat li gel Rêbertî bû, berê jî li welêt mabû. Ji bo civîna navendî hatibû, li wir mabû. Rêber Apo heval ji bo vê amade kiribû. Bi talîmatekê hevalê Fûat şand. Hevalê Fûat bi wê talîmatê hat Lolanê. Wê demê ez li Lolanê bûm. Rexneyên Rêber Apo gihand me. Talîmata nivîskî ya Rêber Apo da me. Got, 'Divê ev bê xwendin û tavilê civîn bê lidarxistin, pêngava gerîla bê pêkanîn'.
Me li ser vê bingehê li Lolanê civînek lidar xist. Di wê civînê de hevalê Fûat jî amade bû. Di civînê de pêşniyar û rexneyên Rêber Apo hate ser ziman, ji xwe talîmat jî hate xwendin. Li serv ê bingehê di wê civînê de êdî biryar hate dayin ku 15'ê Tebaxê pêk were. Eger di wê civînê de ew biryar hate wergirtin, keda Rêber Apo esas e, lê belê yê ku di pratîkê de kir ku gav bê avêtin hevalê Fûat bû. Di wê civînê de roleke bi vî rengî hebû. Ji ber ku ji qada Rêbertî hatibû, bi Rêbertî re tevlî nîqaşan bûbû. Rêbertî baş fêhm kiribû. Yanî baş fêhm kiribû bê Rêbertî çima rexne dike, çima dixwaze ev gav tavilê bê avêtin. Ji ber vê yekê di wê civînê de ew nirxandin û rexne anî ziman, her wiha bi biryardarî anî ziman. Ji ber vê yekê di wê civînê de ew biryar hate wergirtin.
Di pevajoya komployê de pêşniyara çalakiya fedaî ya hevalê Fûat hebû. Hûn dikarin qala wê atmosferê û helwesta çalakiya fedaî ya hevalê Fûat, bandora wê ya li ser civata têkoşînê bikin?
Dema ku Rêber Apo bi komploya navneteweyî dîl hate girtin me kongre lidar dixist. Rêber Apo dixwest kongreyê binirxîne, tedbîran werbigirge. Lê belê Kanî hin agahiyên şaş dabû kongreyê. Ji ber vê yekê her çend kongreyê di mijara komploye de xwest hin tedbîran werbigirge jî ji ber agahiyên şaş dihate texmînkirin ku xeterî nîne.
Piştre me ji çapemeniyê bihîst ku Rêber Apo dîl hatiye girtin û birine Tirkiyeyê. Dema ku me ev bihîst em şok bûn. Gelek hevalan nizanîbûn wê çi bikin. Ji ber ku nedifikirîn ku Rêber Apo bi vî rengî dîl bê girtin û bibin Tirkiyeyê. Me wê demê kongre bi dawî kir. Ya rast wê demê kongre ket rojeva xwe ya rasteqîn. Biryar hate dayin ku li her derê şer bê mezinkirin.
'DIXWAZIM ÇALAKIYA FEDAÎ BIKIM'
Wê demê hevalê Fûat pêşniyarek kir, got 'Ez dixwazim çalakiya fedaî bikim'. Bi hezaran hevalan ji bo vê yekê rapor dinivîsandin, pêşniyar dikirin. Ji ber ku bi rastî jî hevalên me dilsozê Rêber Apo bûn. Ji ber ku her kesî rastiya Rêber Apo fêhm kiribûn. Lewma dilsoziyeke xurt bi Rêber Apo re hebû û dixwest çalakiya fedaî bikin.
Ji xwe Rêber Apo, PKK, milîtaniya li nava PKK'ê, milîtaniya li nava gelê Kurd fedaîtî bû. Ne bi vî rengî bûya, li Kurdistanê ti carî tevgereke azadiyê bi pêş nediket. Lê belê fedaîtiya ku Reber Apo afirand di rojeke bi vî rengî de gihîşt armanc û wateya xwe. Ji ber ku Rêber Apo kadro ji bo rojeke bi vî rengî amade kiribû. Rêber Apo ji bo kadroyan wezîfeya xwe bi cih anîbû. Diviyabû kadro êdî wezîfeya xwe ji bo Rêber Apo bikira.
Lewma bêteredût bi hezaran, nêzî 5 hezar kesî xwest çalakiya fedaî bike. Ji xwe tevgerê biryara şer wergirtibû, biryar dabû ku şerekî mezin bike. Di vê demê de biryara ku hevalê Fûat da gelekî bi wate bû. Çima? Ji ber ku li Çûbûkê hîn di destpêkê de hevrêtî ji Rêber Apo re kiribû. Hîmên tevgerê li we derê hatibû danîn. 6 kes bûn, 4 ji wan tênekoşiyan, xwe dan aliyekî, ma Rêber Apo û hevalê Fûat.
Dema ku Rêber Apo dîl kete destê dewleta Tirk, hevalê Fûat hem ji ber hevrêtiyê hem jî ji ber ku rastiya xwe di kesayetiya Rêber Apo de dît, li pêşberî Rêber Apo xwe deyndar dît û dixwest vî deynê xwe bide. Ji ber ku hevalê Fûat bi vî rengî Rêbertî fêhm kiribû; dema ku hevalê Hakî Karer şehîd bû ev yek kir wesîleya partîbûna tevgerê. Niha jî Rêber Apo dîl hate girtin, dijmin êrîşên giran dike û diyar dike ku wê tevgerê tasfiye bike. Diviyabû pêşî li vê yekê bihate girtin.
Dixwestin fedaîbûna heta wê demê bigihînin asteke hîn bilindtir. Dixwestin hîn bêhtir kûr bibe û wateyê tevlî bike. Ji ber ku hevalê bi Rêber Apo re hîmên bingehîn ên vê tevgerê danî, metirsiya li ser tevgerê didît û dixwest bersivê bide vê yekê. Ji ber ku yek ji damezrînrean bû, ji ber ku li Çûbûkê tevlî pêngavê bû û tevger û Rêbertî jiya, ji her kesî bêhtir ev wezîfe li ser milê xwe didît.
'XWE LI PÊŞBERÎ RÊBER APO DEYNDAR DIDÎT'
Ji ber ku ev fêhm kiribû ew pêşniyar kir. Hem dixwest deynê hevrêtiyê bide hem jî wezîfeya xwe ya kadroyê damezrîner ê PKK'ê bi cih bîne. Eger yekî weke hevalê Fûat biryareke bi vî rengî dabe, wê demê kes nikarîbû li ber vê bisekine. Her kesî jî wê ji bo xwe ev yek bikira esas.
Eger yek ji kadroyên destpêkê û damezrîner ê tevgerê û yekane hevalê bi Rêber Apo re ma biryareke bi vî rengî werdigire, diviyabû me hîn bêhtir ew biryar werbigirta. Xwest partiyê û civata partiyê bi temamî bikişîne nava têkoşîneke nû. Diviyabû tevger li hemberî komployê têkoşîneke bi vî rengî bimeşîne, xwedî li Rêber Apo û berxwedanê derkeve. Xwe li pêşberî PKK'ê û Reber Apo berpirsyar dît û xwest, vê yekê bi cih bîne.
Bêguman em pê re axivîn, me jê re got, 'Temam wateyeke vê pêşniyara te heye, lê belê ne pêwîst e tu çalakiyeke bi vî rengî bike. Bi hezaran heval hene ku dikarin vê bikin'. Me bi zorê ew qanih kir. Mesele ne ew bû ku biçe çalakiyeke şexsî bike. Dixwest tevgerê, gel li ser vê bingehê rake ser piyan û bixe nava berxwedaneke mezin. Ji ber vê yekê pêşniyareke bi vî rengî kir.
Bi dîtina we, çavkaniya hêrsa wî ya mezin a li hemberî dijmin çi ye?
Ji ber ku ji gelê Dersimê bû hêrsa wî ya li hemberî mêtingerî, dewleta dagirker ji ber vê bû. Ji ber ku komkujî lê hate kirin, malbaa wî di vê komkujiyê de hate koçberkirin. Ji malbata wî, xizmên wî, eşîra wî gelek kes hatin qetilkirin. Ji ber vê yekê kîn û nefreta wî mezin bû. Eger ji Kurdistanê, gelê xwe hez dikir, ji ber vê yekê bû. Ji ber ku kîn û nefreta wî çiqasî mezin bû, hezkirina wî jî ewqasî mezin bû.
Di şoreşgeriyê de 2 tişt esas in; ew nebin şoreşgerî nabe. Yek, kîn û nefret, ya din jî hezkirin. Ev hemû timî hevdu temam dikin, xizmetê ji hev re dikin. Eger li hemberî dijmin nêta te mezin be, hingî têkoşîna te ya li hemberî dijmin jî wê mezin be. Ev yek jî bi xwe re pêşketinê tîne, nirxan diafirîne. Dema ev nebe bi mirov re ne hesta hezkirinê xurt dibe, ne jî kêfxweşî. Dema ku ev bibe, dijmin jî ji vê aciz dibe û bi wê nefretê bi ser te de tê. Ev yek jî dibe sedem ku hêrs û kîneke mezin li dijî dijmin pêk were. Ev jî dibe wesîle ku tu li hemberî dijmin têkoşînê mezin bike û bi ser bixîne. Eger bi kesekî re tenê nefret hebe, di şoreşgeriyê de encamê bi dest naxe. Yan jî eger tenê hezkirin hebe, nefret nebe, hingî şoreşgerî bê encam dimîne. Dema ku herdu hebe hingî şoreşgeriyeke xurt pêk tê.
Eger bi hevalê Fûat re kîn û hezkirin mezin be, ji ber wê yekê ye ku şoreşgerî ji xwe re kiriye esas. Di bingeha wê de jî komkujiya Dersimê heye. Ji ber ku vê yekê li hemberî dijmin nefreteke mezin afirand, ev jî bû sedem ku hevale Fûat li hemberî komkujiyê bibe şoreşger. Ji bo pêkanîna vê şoreşgeriyê divê ji welat, gel û hevrêyên xwe hez bike. Ji ber ku wate ev e. Çiqasî hez bike ewqasî jî asta nefretê ya li hemberî dijmin bilind dibe. Ji ber vê jî bi hevalê Fûat re hem hezkirin, hem jî nefret xurt e. Timî hevdu xurt dike, bi pêş ve dibe. Lewma milîtaniya hevalê Fûat gelekî xurt e.
Li hemberî tasfiyekariya 2002-2004'an helwesteke hevalê Fûat heye. Di vê der barê de hûn dixwazin çi bibêjin?
Taybetmendiyeke hevalê Fûat heye, rêxistina me baş pê zane; uslûbê wî gelekî nerm bû. Zanîbû ku çawa îzah bike, bide fêhmkirin û gelekî bi sebir tevdigeriya. Li her kesî guhdarî dikir, qîmet dida fikrê her kesî. Fikrê rast hebe jê sûd werdigrit, kêmasî hebûya temam dikir. Lê belê ev yek bi hevrêtî, bi zmanekî nerm dikir.
Her kesî hevalê Fûat çawa nas dikir? Digotin yekî gelekî sernerm bû. Rast e, bi wî rengî bû lê belê dema didît metirsî li ser tevgerê heye, yan jî dema bi hin ferasetên xetere dihesiya, hingî dengê wî mîna birûskê bû. Mirov digot ev heval ne ew heval e. Yanî zimanekî xwe yê welê hişk hebû. Di vê mijarê de zimanê wî dişibe zimanê hevalê Xayrî Dûrmûş. Hevalê Xayrî Dûrmûş jî bi wî rengî bû. Dema ku metirsî hebû hişk dibû, ku me digot ev ne Xayrî ye, dibe ku hevalekî din be. Hevalê Fûat jî bi heman rengî bû. Li hemberî xeteriyê her tim helwest nîşan dida.
Li Enqreyê jî dema ku em li heman malê diman Rêbertî ji bo wî digot, hevalekî gelekî sernerm û baş e. Lê belê pirsgirêkek hebû. Min ji Rêber Apo re got, 'Em çawa dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin, ez ji hevalê Fûat re jî bibêjim?' Rêbertî got, 'Em ji wî re nebêjin wê baştir be, ji ber ku eger em bibêjin hevalê Fûat nikare tehemûl bike, helwesta wî gelekî tund be'. Min jî got, we gotibû yekî gelekî sernerm e. Rêbertî got, 'Rast e, min got lê belê li hemberî feraseta şaş û metirsiyê hevalê Fûat dibe yekî cuda'. Bi rastî jî welê bû, ez matmayî mam. Min got, hevalekî welê sernerm çawa dikare ewqasî hişk bibe.
Yanî ji wê demê heta pêvajoya tasfiyeyê yekî sernerm bû. Lê belê dema şaşitî û ferasetên metirsîdar didît, ti astengî li pêşiya xwe nas nedikir û bi wî rengî bi ser ve diçû, her kes matmayî dikir. Mirovan bawer nedikir bê hevalê Fûat çawa bi vî rengî nêzîk dibe. Ev yek tê vê wateyê: Felsefe, rêbaza Rêber Apo di kesayetiya xwe de çiqasî kûr kiriye. Ji ber ku taybetmendiya Rêber Apo jî bi vî rengî bû. Ev taybetmendî di kesayetiya hevalê Fûat de gelekî kûr bû.
Di dema tasfiyekariyê de me li Lolanê civîneke navendî lidar xist. Bawerim sala 2002 bû. Min ew civîn bi rê ve dibir. Hevalên Fûat û Karasû, li hemberî koma ku piştre bû tasfiyekar hin nirxandin kirin. Ji xwe ez jî li benda vê bûm.
Piştî ku van hevalan raxistin pêş çavan bê vê komê li hemberî tevgerê xwe çawa bi rêxistin kiriye, ez jî bi ser de çûm. Piştî ku hevalên Fûat û Karasû gotin, ez jî bi ser de çûm û dema ku wan xeterî ji bo xwe dîtin, paşve gav avêtin. Yanî gotin, wê komên xwe belav bikin, bi vî rengî anîn ziman.
Piştre civînên din hatin lidarxistin. Di wan civînan de careke din hevalê Fûat bi ser wan de çû. Her wiha di kongreyê de li ber van ferasetan rabû, bi xurtî li ber tasfiyeyê rabû. Ti carî ferasetên ku xizmetê nakin, zerarê didin, xisarê diafirînin efû nedikir. Çi dibe bila bibe cih ji hesabên şexsî re tine bû. Ne got, ez xwe biparêzim, dengê xwe nekim, ji nedîtî ve bêm. Çima? Ji ber ku têkiliya wî ya bi partiyê û Rêbertiyê gelekî xurt bû. Di hişmendiyê de kûr bû. Tiştên ku xizmetê ji armanca PKK'ê re neke yekser fêhm dikir, efû nedikir û bi ser ve diçû.
Hesabekî xwe yê şexsî tine bû. Yanî hesabê wê yekê nedikir, ku eger ez vê bikim wê ji bo min encama xwe çi be. Çawa ku bi wêrekî û biryardarî li ber dijminê giştî radibû, di nava rêxistinê de jî helwest û ferasetên ku xizmetê ji dijmin re dikin efû nedikir. Encama xwe çi jî bûya efû nedikir. Lê belê dema efû nedikir îzah dikir, dida fêhmkirin.
Ne tenê hin rastî dianî ziman, şaşitî nîşan dida. Di heman demê de difikrî bê tasfiyeya li hemberî tevgerê çawa bi hevalan bide fêhmkirin. Di îzahatê de jî xurt bû. Di civîna 2002'an a li dijî tasfiyeyê de destpê kir û heta tasfiyekaran di kongreyê de xwe kifş kirin bi wêrekî sekinî. Piştî kongreyê jî bi wêrekî sekinî. Metirsiya tasfiyeyê bi tevgerê da fêhmkirin. Di vir de bi roleke mezin rabû.
Weke yek ji damezrînerên PKK'ê cih û girîngiya wî ya di nava tevgerê de çi ye?
Hîmên vê tevgerê li Çûbûk a Enqereyê di roja Newrozê de hate danîn. Ji ber ku Newroz ne tenê ji bo gelê Kurd, her wiha ji bo gelên Rojhilata Navîn tê wateya azadî, têkoşîn, yekîtî û avakirinê. Têkoşîna ku Rêber Apo afirand jî rastiya Newrozê radixist pêş çavan. Di rojeke Newrozê de hîmên tevgerê hatin danîn. Ji ber ku di nava armancên wê de yekîtî, parvekirin, azadî, rabûna li ber zilmê û rabûna li ber neheqiyê hebû. Eger Rêber Apo rojeke Newrozê ji xwe re kir esas û hîmê tevgerê danî, ji ber vê yekê ye.
Ruhê Newrozê ji xwe re kir esas. Ruhê Newrozê ti carî koletiyê qebûl nake. Zilm, mêtingerî û komkujiyê qebûl nake. Ji bilî jiyana azad tiştekî din qebûl nake. Di wê civînê de jî Rêber Apo dîrokê, gelan çawa dinirxîne? Di wê civînê de ji 6 kesan 4 jê piştre tevger terikandin û tenê hevalê Fûat û Rêber Apo man. Hevalê Fûat di danîna hîmên vê tevgerê de li gel Rêber Apo bû. Ji ber vê yekê gelekî girîng e. Ji vê demê heta şehadetê Rêber Apo ji xwe re kir esas; felsefe, hest, jiyan, kesayetiya wî ji xwe re kir esas. Di nava hemû şert û mercên zehmet de xwe kûr kir.
Li wê fikirî ku çawa dikare Rêbertî bi rengekî mezin bijî. Ji bo jiyaneke mezin ji xwe re kir esas ku hestên Rêber Apo bixe pratîkê. Eger tevger li ser vê bingehê bi pêş ket û gihîşt vê astê, di vir de rola hevalê Fûat gelekî mezin e. Ne tenê di têkoşîna îdeolojîk de, di pratîkê de jî bi wêrekî û biryardarî meşiya.
Ti carî hesabê şexsî nekir. Negot, xeterî heye li hemberî vê xeteriyê ez xwe biparêzim. Her tim li parastina tevgerê fikirî, encama wê mirin jî be ev yek da ber çavên xwe. Xweddî wêrekiyeke xurt bû. Yê ku ji aliyê îdeolojîk, felsefî, hestewarî xurt be, îradeya xwe jî xurt e. Bi vî rengî dikare xwedî biryar û wêrekiyê be; bê hesab dikare fedakar be.
Ji ber vê yekê di danîna bingehên tevgerê de û di parastina tevgerê ya di her şert û mercî de, her wiha di pêşvebirina tevgerê de roleke xwe ya mezin heye. Em bala xwe bidin ser, piştî wê civînê ji 6 kesan 4 kes tirsiyan û xwe dan aliyekî. Ji ber ku dîtin tevgereke bi vî rengî xetere ye. Hemûyan heta wê demê ji xwe re 'çepgir' digotin. Hevaltî bi Rêber Apo re dikirin. Lê belê ji wan hebû ku Rêber Apo jî wê weke tevgerên din bike.
Hem wê zanîngeha xwe bixwendibûna, bibûna karmend, mûçeyê xwe werbigirta, hem jî wê şoreşgerî bikira. Lê belê li Çûbûkê Rêber Apo yekemcar got, 'Li Kurdistanê mêtingerî heye'. Cara yekê Rêber Apo ev yek anî ziman. Bilêvkirina vê meseleyeke mezin e. Bilêvkirina vê têkoşîna li dijî mêtingeriyê ferz dike. Kes xwedî li Kurdistanê dernediketin, xwedîderketina li Kurdistanê sûc, darvekirin didîtin.
Eger bi Rêber Apo re hevdîtî bikira û ev tevger dewam kiribûna, wê metirsiyeke mezin bihata serê wan. Ev yek nedixwestin. Dixwestin weke her kesî bikin. Rêber Apo tevgerek weke ya her kesî ava nedikir. Yanî hîn ji destpêkê ve darvekirin dan ber çavên xwe û meşiyan.
Eger hevalê Fûat weke 4 hevalên din nekiribe û bi Rêber Apo re meşiya be, wateya vê gelekî mezin e. Rastiya Rêber Apo gelekî baş fêhm dike. Dibîne ku tenê tevgera wî dikare pirsgirêka Kurd çareser bike. Ew dikare tola komkujî û qirkrina li Dersimê hilîne. Lewma dest jê bernade.
Fêhm dike ku ji bo gelê Kurd rêbertiya Rêber Apo çiqasî pêwîst e. Lewma ji xwe re dike esas ku çawa dikare bi vî Rêbertî re hevdîtiyeke xurt dîne û bi xurtî bixe pratîkê. Ev yek ne tenê hîmê tevgerê datîne, di heman demê de pîvanên milîtaniya tevgerê jî diafirîne.
Milîtanên vê tevgerê wê li ser kîjan esasan bê afirandin, çawa be dikare hevrêtiyeke rast bi Rêber Apo re bike. Bi vê fedakarî, wêrekî û biryardariyê xwe bi temamî feda dike, ji bo ev taybetmendî di milîtaniya PKK'ê de bêne afirandin. Ji ber vê yekê jî xizmeteke mezin dike.
Weke mirov û hevrêyekî hesteke çawa da we? Aliyê wî yê ku herî zêde bandor li we kir, bala we kişand çi bû?
Bandora hevalê Fûat li ser her kesî heye, li ser min jî heye. Ji ber ku hîn di rojên destpêkê de ez bi Rêber Apo û hevalê Fûat re li Ayranci ya Jêrîn a li Enqereyê li malekê man. Di gelek mijaran de hevalê Fûat bandor li min kir. Yanî Rêber Apo çiqasî karîbû rastiya Kurdistanê bi min bide fêhmkirin û bike ku vê rastiyê têbigihêjim, di kûrbûna li ser vê mijarê de jî hevalê Fûat xwedî rol bû.
Ji ber ku min li malê jiyana hevalê Fûat ji nêz ve dît. Gelekî sade, dilnizm bû, ti carî xwe di ser kesî re nedidît, her tim li hevalên xwe difikirî, her tim ev yek ji xwe re dikir esas.
Mînak di felsefe û hestê de gelekî xurt bû. Dibe ku ji me xurt bû, lê belê ti carî dixwest xwe bide pêş. Hevalên xwe dida pêş. Bi pîvanên Rêber Apo yên ji bo partîbûnê re bûbû yek. Ji ber vê yekê, ev yek ji xwe re dikir esas. Ji ber ku pîvaneke partîbûnê jiyana ji bo hevalên xwe bû. Hevalê Fûat ev pîvan bi cih dianî.
Ji bo hevdîtiyê dijiya. Li wê difikirî bê wê hevrêtiyên xwe çawa mezin bike. Min ev yek di kesayetiya wî de dît. Li gel Rêber Apo min ev yek bi hevalê Fûat jî dît. Lewma xwe nedida pêş. Di kesayetiya gelek hevalan de ev diafirand. Gelek hevalan dixwestin di asta herî bilind de bin, bibin xwedî erkê. Lê belê hevalê Fûat ev yek ti carî ji xwe re nekir esas. Ya ku ji xwe re dikir esas ew bû ku çawa bixebite, xizmetê bike, hevalan û partiyê bi pêş ve bibe. Ev yek taybetmendiya partîbûnê ya Rêber Apo bû. Lewma ev taybetmendî ji xwe re dikir esas.
Bi hevalê Fûat re min ev jî dît; derfetên me kêm bûn, me bi zorê îdare dikir, lê belê li gel vê yekê jî digot, divê em kêmasiyên xwe negihînin Rêber Apo. Digot, Rêber Apo ji bo me, ji bo gelê me, ji bo mirovahiyê girîng e, eger em Rêber Apo bidin jiyîn, Rêber Apo karibe bi rola xwe rabe hingî em ê karibin bijîn, çarenûsa me bi ya Rêbertî ve girêdayî ye, divê em vê baş fêhm bikin.
Dibe ku em zor û zehmetiyan bikişînin, lê belê divê Rêber Apo nekişîne ku karibe bi rola xwe rabe. Hewl dida vê bide fêhmkirin. Yanî min dît ku rastiya Rêbertî baş fêhm kiriye û hewl dide bi me bide fêhmkirin. Her wiha li hemberî faşîstan û polîsan bi êrekî û biryardarî disekinî, xwedî sekneke fedakar bû, dilnizm bû, xwedî hestên bilind bû, hest û felsefeya Rêber Apo ji xwe re dikir esas, timî dixwend û lêkolîn dikir.
Gelekî pirtûk dixwend. Her wiha dema dawî timî pirtûk di destê wî de bû. Her tim dixwend, lêkolîn dikir. Ji ber ku timî dixwend û lêkolîn dikir di felsefe û hestê de kûr bû. Ji ber vê yekê hunera wî ya îzahkirin û qebûlkirinê gelekî pêşketî bû.
Dilsozê partî, Rêbertî, hevrêtî û nirxan bû, dilsozê jiyana azad bû, wêjeya wî xurt bû û di axaftina xwe de weke helbestvanekî bû. Di vê astê de bi bandor bû. Bêguman van hemûyan bandor li min kir. Di avabûna kesayetiya min de li gel Rêber Apo rola hevalê Fûat jî heye. Min kesayetiya xwe li gorî wan hevalan bi pêş ve bir. Dikarim bi hêsanî vê bibêjim.
Hevalekî çawa yê têkoşînê û kar bû?
Min nedît ku ti hevalên li gel hevalê Fûat ma jê aciz bû be. Ne min ev dît, ne jî bihîst. Hemû heval jê kêfxweş bûn. Dixwestin li hevalê Fûat guhdarî bikin. Ji ber ku hevalê fûat li ku bûya, bi kîjan hevalî re bixebitiya, kîjan heval dîtibûya teqez tiştek dida. Yanî wê çawa wan bi pêş ve bibe, ji aliyê fikrî û kesayetî ve çawa bi pêş ve bibe, rastiya Rêber Apo û partiyê çawa bi wan bide fêhmkirin, milîtaniyeke çawa biafirîne, ev yek dikir esas.
Her tiştên di şexsê xwe de xist pratîkê ji bo hemû hevrêyên xwe dixwest, her tiştên bi xwe dikir, dixist xizmeta hevalan. Ji ber vê yekê jî hevalan hêz jê werdigirtin. Lewma heval heta dawiyê jê razî bûn. Min nedît ku kes jê aciz bû. Her kesî dixwest hevalê Fûat bibîne. Yên derfetên xwe nebûya jî name ji hevalê Fûat re dinivîsandin. Ji ber ku hevalê Fûat bersiv dida wan. Di bersivan de jî hem hişmendî hem jî moralê hevalan xurt dikir. Lewma hevalan jê hêz werdigirtin.
Yanî gelekî dixwend, lêkolîn dikir. Ev yek ji bo şexsê xwe nedikir. Ji xwe çi kiribûya ji bo pêşvebirina hevalên xwe bû. Ti carî ji bo xwe tiştek nenirxand. Pêwîstî bi vê nedidît. Her tim difikirî ku vê bixe xizmeta partiyê, hevalan û gelê xwe. Ji ber ku tiştên di şexsê xwe de diafirand ji bo partî, gel û hevrêyan dikir, gel jî hevalan jî jê hez dikirin.
Hevalê Fûat ji bo partiyê û hevrêyên xwe vekirî bû. Ti carî xwe venedişart. Yanî di jiyana xwe de çi bû, baş, nebaş dida partiyê. Ne tenê ji bo Rêber Apo ji her kesî re vedikir, ku di ser pratîka wî re ders bê wergirtin. Nedixwest kêmasiyên wî ji aliyê partiye û hevrêyên wî ve bêne dubarekirin.
Ji aliyê berpirsyariyê û cidiyetê ve xwedî berpirsyariyeke mezin bû. Lewma her kes jê razî bûn. Ji ber ku hêz jê werdigirtin. hevalê Fûat ti carî cudahî nedixist navbera hevalan. Hemû jî weke nirxekî tevgerê didît. Kêmasî, şaşitî çi dibe bila bibe digot, ji bo têkoşîna ji bo partiyê û gel hatine. Digot, ji van mezintir mirovek nabe, ev nirxên mezin e û kêmasiyên xwe jî hebin çareserkirina van wezîfeya me ye.
Lewma bi temamî li ser vê bingehê dijiya. Çawa ku heval hemû weke nirxekî didît, hemû heval jî weke hev nebûn. Di nava hevalan de yên ku rastiya Rêbertî baş fêhm dikirin hebûn. Di pratîkê de bi wêrekî ev yek bi cih dianîn. Hevrêtiya bi van hevalan re ji xwe re dikir esas. Hemû tiştên zanîbû ji van hevalan re radigihand û ji wan sûd werdigirt. Ji ber ku hin aliyên milîtaniya hevalan didît. Dixwest wan hestan di şexsê xwe de bi xurtî bijî.
Mînak dixwest bi hevalên weke Kemal Pîr re hevrêtiyê dîne, ji hevalên welê mînak werbigire. Çima? Ji ber ku hevalê Kemal Pîr bê tirs bû, fedaî bû, dilsozê partiyê, Rêbertî, hevrêtî û azadiya gel bû. Mîna avê diherikî. Kesî nikarîbû li hemberî wî komployê bike. Xwedî têkoşîneke bi vî rengî bû. Hem ji aliyê fikir hem jî ji aliyê pratîkî ve kesî nikarîbû pêşî lê bigire. Axaftinên wî bandor li her kesî dikir. Milîtaniya ku Rêber Apo dixwaze biafirîne didît, ji ber vê eykê jî dixwest li gel wî hevalî bimîne.
Bi yên ku di nava partiyê de xwedî pirsgirêkên mezin bûn, xizmet ji feraseta partiyê re nedikirin, nedixwest hevrêtiyê bike. Taybetmendiyeke bi vî rengî ya hevalê Fûat hebû. Her hevalî digot, 'Gelo hevalê Fûat wê çi bibêje, çawa biaxive'. Her hevalî ew zana didît. Ji ber ku di felsefeyê de gelekî xurt bû. Di hest de gelekî xurt bû. Mîna fîlozof, alim, derwêşekî bû. Di nava civakê de her kesî qîmet dida van, li wan guhdarî dikir. Di nava me de jî heval bi vî rengî nêzîk dibûn.
Mînak di civînan de me digot, gelo hevalê Fûat wê çi bibêje, çi bîne ziman, çi tevlî civînê bike. Di civînan de timî li ser Rêbertî disekinî, dixwest rastiya Rêbertî bide fêhmkirin. Ji ber vê yekê jî her hevalî bi baldarî lê guhdarî dikir.
Eger civînên me pêk tên û encamê werdigirin bêguman di vir de rola hevalê Fûat girîng e. Ne tenê di civînan de, di nava jiyanê de jî bi heman rengî ye. Di her kêliya jiyanê de li gel kîjan hevalî bûya jê re qala partiyê û rastiya Rêbertî dikir. Hewl dida kêmasiyan ji holê rake.
Dema hûn li gel hevalê Fûat bûya timî xwe di perwerdeyê de didît. Ji ber ku ziman, rêbaz û axaftina wî bandor li mirovan dikir. Mirov timî ji hevalê Fûat tiştek fêhm dikir. Tiştên ku heta wê kêliyê fêhm nedikir, ji wî fêhm dikir.
Ev şehadet ji bo gelê Kurd û PKK'ê tê çi wateyê?
Şehadeta hevrê Fûat bê guman ji bo me û gelê me windahiyeke giran e. Ji ber ku hevrêyekî ku hê di dema li Çubuk a Enqereyê bi Rêber Apo re bû û yek ji damezirînerên PKK'ê bû. Ji şeş hevrêyan tenê du heb mane û di nav wan de hevrê Fûat şehîd bû. Ji ber vê yekê ji bo me giran e, êşeke mezin dide.
Di heman demê de hevrêyekî wiha bû ku hîs û felsefeya Rêber Apo ji kûr ve fêm dikir. Hevrêyekî ku ûslûb û rêbaza Rêber Apo bi cih dianî. Di vî alî de xizmetên mezin ji tevger û gelê me re kir. Şehadeta hevrêyekî bi vî rengî bê guman ji bo me giran e, êşê dide û divê bide jî. Lê tiştê ku me ji Rêber Apo û hevrê Fûat fêm kiriye, divê em êşê sivik nekin. Eger em sivik bikin, hingî em nikarin li ber dijmin bisekinin. Divê em êşê sivik nekin da ku em li hemberî dijmin bisekinin û tola xwe hilînin. Ji bo em tevgerê xurt bikin û azadiyê pêk bînin.
Ji ber ku rastiya Rêber Apo û hevrê Fûat ev e, ev rastî ji bo me esas e. Ji ber vê yekê, em ê ti carî êşê sivik nekin û derbas nekin. Ji bo ku em di şexsê hevrê Fûat de xiyanetê li şehîdan, Rêbertî, gelê Kurd û mirovahiyê nekin. Ji ber ku tevgera me li dijî xiyanetê ava bû. Tevgereke ku li dijî xiyanetê hatiye avakirin, divê her tim li dijî wê têkoşînê mezin bike. Ji ber vê yekê êşê ji bîr kirin, tê wateya xiyanetê.
Ji bo ku xiyanet pêk neyê divê em êşê ji bîr nekin û rê li ber venekin. Li dijî wê em têkoşînê pêş bixin û em daxwazên hevrê Fûat, şehîdan, Rêber Apo, mirovahiyê û gelê xwe pêk bînin. Em li ser vê bingehê nêzî vê şehadetê dibin.
Ji ber ku gelê me, hevrêyên me û bi taybetî hevrêyên me yên jin hevrê Fûat nas dikin, dibe ku ji bo wan ev şehadet gelek giran hatibe. Lê belê daxwaza hevrê Fûat ew e ku mîna Rêber Apo her kes nêzî rastiya şehîdan bibe. Li hember şehadeta xwe jî li ser vê bingehê nêz dibe. Vê yekê ji me dixwaze. Ji ber vê yekê divê her kes bi vî rengî nêzî şehadeta hevrê Fûat bibe. Eger nêzîkatiyeke cuda çêbibe, wê bêhurmetî li hember wî be û ev yek wê were wateya înkarkirina hevrê Fûat. Înkarkirin xiyanet e. Kesekî ku bibêje ez hevrêyê heval Fûat im û deyndarê wî me, nikare înkar bike û xiyanetê lê bike. Divê tola wî bi awayekî xurt çawa hilde, wê esas bigire. Weke Rêber Apo, wê çawa hevrê Fûad bide jiyîn, armanc û xeyalên wî wê çawa pêk bîne, divê vê yekê esas bigire. Ev êş, ev xeletî wê bi vî rengî bê derbaskirin.
Hevrê Fûat her tim hestên me mezin dikir, di aliyê felsefeyê de me pêş dixist, her tim behsa rastiya Rêbertî û partiyê dikir û li ser vê esasê bawerî û coşek mezin çêdikir. Dibe ku em ji vê yekê bêpar mabin û valatiya wê hîs bikin, lê em ê çawa vê yekê derbas bikin?
Hevrê Fûat mîna ku her dianî ser ziman, em ê êşa xwe sivik nekin. Encax wê demê em dikarin vê valahiyê derbas bikin. Tenê wê demê em dikarin vê êşê veguherînin serkeftinê. Divê nêzîkatiya me li ser vê esasî be. Eger ne wisa be, hevrê Fûat jî wê qebûl neke. Ji ber ku gelek nirxandinên wî li ser şehîdan hene. Her kes vê yekê dizane.
Gelek axaftin û nirxandinên wî hene ku mirov çawa nêzî vê rastiyê bibe, çawa rêxistinbûyinê xurt bike, hevrêtî û têkoşînê xurt bike, azadiyê çawa pêş bixe û tolê hilîne. Tu kes nikare bi rengekî din nêzî şehadeta hevrê Fûat bibe. Tenê bi vî awayî dikarin wate bidin şahadetê, bi vê rastiyê re bibe yek û deynê xwe yê li hember hevrê Fûat bide. Rastî ev e. Nêzîkatiyeke ji bilî vê şaş e û înkar e. Înkar jî xiyanet e û ev yek ne rast e.
Hevalê Fûat yek ji hevalên destpêkê yên Rêber Apo bû. Weke yek ji hevrêyên wî yên destpêkê têkiliya xwe bi Rêber Apo re çi bû? Hûn dilsoziya wî ya bi Rêber Apo re çawa pênase dikin?
Di navbera Rêber Apo û hevalê Fûat de hevrêtiyeke mezin û bawerî hebû. Rêber Apo hevalê Fûat her tim mînak nîşan dida. Çima? Ji ber ku hevalê fûat ti tişt ji Partiyê û Rêbertî venedişart. Her tişt bi Rêbertî re parve dikir. Ji bo Rêbertî wî xurt bike ev yek dikir.
Rêbertî gelekî hez jê dikir. Ji ber ku hem ji gelê Dersimê bû, hem jî ji aliyê fêhmkirina Rêbertî ve bê sînor tevdigeriya. Lewma hewl dida kêmasî û lawaziyan bide fêhmkirin ku hevalê Fûat hîn xurt bibe û li pêşberî partiyê, gelê Dersimê û gelê Kurdistanê wezîfeyên xwe pêk bîne.
Hevalê Fûat jî timî li pêşberî Rêber Apo vekirî bû. Mînak ti carî kêmasiyên xwe vedişart. Dixwest Rêber Apo wî rexne bike ku encamê jê werbigire. Ji ber ku hevalê Fûat gelekî wate dida rexneyê. Dibe ku hin heval ji rexneyan aciz dibe, naxwze bê rexnekirin, ji wan heye ku rexne wan lawaz dike, bê bandor dike. Lê belê hevalê Fûat bi vî rengî nêzîk nedibû. Ji ber ku yek ji pîvanên partîbûnê yên Rêber Apo rexnekirin û rexnedayin e û bi vê pîvanê re bû yek.
Timî hem rexne dikir, hem jî rexned dida. Vê yekê hevalê Fûat timî bi pêş ve dibir. Ji ber ku bi rêya vê yekê xwe perwerde dikir. Ji bo Rêber Apo wî perwerde bike timî bi vî rengî tevdigeriya. Lewma timî xwe ji Rêber Apo re vedikir, ji ti rexneyê aciz nedibû. Dixwest bê rexnekirin ku kêmasiyên xwe bibîne û xurt bibe.
Rêber Apo jî ev dîtibû, ji ber vê yekê bi rehetî nêzî hevalê Fûat dibû. Mînak, Rêbertî ewqasî bi rehetî nêzî me nedibû, rexne dikir, lê belê bi rehetî hevalê Fûat rexne dikir. Ji ber vê yekê hemû heval divê mîna hevalê Fûat be. Yanî divê ti tiştekî, kêmasiyên xwe veneşêrin, bi wan re nejîn. Ev yek me lawaz dike. Di rewşeke bi vî rengî de zerarê dide wan, partiyê û gel.
Rêber Apo digot, 'Hevalê Fûat timî kêmasiyên xwe tîne ziman, ji ber vê yekê timî gavê diavêje. Lewma di nava we de yê herî zêde min fêhm dike hevalê Fûat e'. Ji ber ku Rêber Apo didît, pîvanên ku ji bo partîbûnê afirandiye, ji aliyê hevalê Fûat ve di pratîkê de bi cih tê anîn. Lewma di navbera Rêber Apo û hevalê Fûat de hevrêtiyeke gelekî xurt hebû. Bi xurtî ji hev fêhm dikirin, hevdu temam dikirin.
Bi paradîgmaya hate guhertin re rola wî di guhertinê de çi bû?
Dema ku Rêber Apo dîl hate girtin, karê ji bo guhertina di paradîgmayê de dixwest bike, nîvco mabû. Rêber Apo ev yek li zindanê temam kir. Hinek dibêjin Rêber Apo guhertina paradîgmayê ya PKK'ê piştî dîlgirtinê da destpêkirin. Rêber Apo beriya wê dabû destpêkirin. Lê belê bi komployê re pêşî lê hatibû girtin.
Xwestin ev guhertin bibe ku karibin tevgerê tasfiye bikin. Rêber Apo di nava şert û mercên herî giran ên li zindana Îmraliyê de dewam kir û temam kir. Lewma guhertina herî xurt a di paradîgmaya PKK'ê de pêk anî. Li gel vê eykê PKK di çarçoveya armancên xwe de mezin bû. Eger ne ji vê guhertinê bûya, PKK'ê wê derbeke mezin bixwaribûya. Dikarîbû bi komployê tasfiye bibûya.
Rêber Apo ji xwe re kir esas ku li gorî armancên PKK'ê çawa dikare tevgerê bide jiyîn û bimeşîne. Bi vî rengî li ber komployê rabû. Di paradîgmayê de guhertin afirand, komplo pûç kir. Di nava wan şert û mercan de fêhmkirina guhertinên di paradîgmayê de ne hêsan bû.
Yê ku destpêkê ev paradîgma fêhm kir hevalê Fûat bû. Beriya her kesî fêhm kir, lewma bi tevahiya partiyê da fêhmkirin. Piştî guhertina paradîgmayê ji bo paradîgmaya nû bi civatê re bde fêhmkirin hevalê Fûat ji her kesî bêhtir xebitî. Dibe ku hevlên din jî xebitîn, lê belê yê herî zêde hewl da, ew bû. Ji ber ku ji Çûbûkê ve hevalê Rêber Apo bû. Hîn ji wê demê ve parastin û pêşvebirina vê tevgerê ji xwe re kiribû esas.
Hevrêtiya Rêber Apo ev yek ji hevalê Fûat dixwest. Rast e, Rêber Apo bi guhertina paradîgmayê re li pêşberî partî, gel û mirovahiyê wezîfeya xwe bi cih anî bû lê belê diviyabû ev bê fêhmkirin û derbasî pratîkê bê kirin. Eger bi vî rengî nebûya Rêber Apo wezîfeyên xwe çiqasî bi cih bianiyan jî wê têrê nekiribûya. Diviyabû ev bihata temamkirin.
Hevalê Fûat di vir de bi roleke dîrokî rabû. Wezîfeyên ku Rêber Apo bi cih anî wê çawa di nava partî û gel de bixista pratîkê, li ser vê sekinî. Ji ber vê yekê parêznameyên Rêbertî dubare dubare xwend. Di vê mijarê de lêkolîn kir, ji bo fêhmkirinê û bide fêhmkirin. Ji bo vê kedeke mezin da.
Li gelek deveran perwerdeya bingehîn da. Paradîgmaya kevn çi ye, guhertin çawa çêbû û ji ber çi çêbû, bi vê paradîgmayê re Rêber Apo û partî dixwaze çi bike? Li ser vê bingehê gelek perwerde da. Eger di nava partiyê de paradîgma gav bi gav tê fêhmkirin, di vir de rola hevalê Fûat girîng e. Dibe ku ji ya her kesî bêhtir e. Eger hevalê Fûat xwe li pêşberî Rêber Apo deyndar hîs nekiribûya û bi berpirsyariyê ranebûya, eger dilsoziya wî ya bi Rêber Apo û hevrêtiyê re ewqasî ne xurt bûya, piştî ku paradîgma hate guhertin bi vî rengî nikarîbû bixebitiya. Eger bi şev û roj xebitî, nivîsî, xwend, perwerde da hevalan, da nîqaşkirin, ev yek ji bo bicihanîna berpirsyariya xwe ya li pêşberî Rêber Apo, gel û partiyê bû.
Ev yek berpirsariyeke mezin e. Çawa ku Rêber Apo berpirsyariyeke mezin bi cih anî be, li derve jî hevalê Fûat bi vê berpirsyariyê rabû. Eger tevger bi giştî bi komployê tasfiye nebû û xwe nû kir, gelek pêngav bi cih anî û piştre ji bo mirovahiyê bû hêvî, di vir de rola hevalê Fûat girîng e. Ne tenê ez vê dibêjim, gelek heval bi vê zane. Ji ber ku bi xwe dîtin.
Hevalê Fûat ji perwedeyekê diçû yeka din. Rojek tine bû ku perwerde neda. Hem parêznameyên Rêbertî dubare dubare dixwend, lêkolîn dikir, hem jî timî di her astê de perwerde dida. Ji dibistanan heta bi yekîneyan, heta şervanên nû. Her wiha perwerde dida yên kevn, hevalên jin, ciwanan, perwerde dida hemû saziyên me.
Ji bo xwe rojekê jî nejiya. Ne got, ez rojekê bêhnê vedim, ji bo xwe bijîm. Negot, ez westiyam. Ji bo Rêber Apo ti carî ev yek layiqî xwe nedît. Ji ber ku Rêber Apo çawa bi şev û roj xebitî ji bo rêxistinê perwerde bike, bi pêş ve bibe, hevalê Fûat jî ev yek ji xwe re dikir esas. Guhertina paradîgmayê ya di nava tevgerê de bi vî rengî pêk anî.
Li ser kûrbûna wî ya têkildarî parêznameyên Rêbertî, redaktekirin, hewldana weşandinê û keda wî hûn dixwazin çi bibêjin?
Yê ku ji destpêkê ve Rêbertî ji xwe re kir esas, hevalê Fûat e. Di rastiya Rêbertî û partiyê de xwe kûr kiribû. Di vê mijarê de sînor nas nekir. Li gel ku xwe ewqasî kûr kiribû jî di vê mijarê de hîn bêhtir kûr dibû. Ev yek jî taybetmendiyeke partîbûnê ya Rêber Apo ye.
Yanî ti çiqasî pêşketinan biafirîne jî divê ji vê re razî nebe, kêm bibîne, hîn bêhtir û baştir bi pêş ve biçe, sînoran nas neke, ku xitimandin rû nede. Bi vî rengî divê ji armanc û rêbaza rêxistinê dûr nekeve ku karibe armanca xwe pêk bîne. Ev yek taybetmendiyeke gelekî xurt e. Eger di nava PKK'ê de dogmatîzm û hişkbûn rû neda be, timî zindî ma be, timî xwe nû kiribe, bi pêş ketibe, bi vî rengî PKK nekarîbe bê astengkirin, ji ber vê rastiyê ye.
Hevalê Fûat ev taybetmendî ji xwe re kir esas. Ji ber vê yekê dubare dubare parêznameyên Rêbertî xwend, lêkolîn kir, redekte kir. Her ku dixwend û redekte dikir hîn bêhtir pêwîstî pê dît ku bixwîne ku karibe hîn baş redekte bike. Ji ber ku di mijara wêjeyî de xurt bû. Di felsefe û hest de xurt bû. Bi hest û felsefeya Rêber Apo zanî bû. Ji ber vê yekê parêznameyên Rêber Apo ji her kesî bêhtir û baştir fêhm dikir.
Lewma redektekirina wan ji xwe re kiribû wezîfeyek. Xwe li pêşberî Rêber Apo deyndar hîs kir. Ji ber ku Rêber Apo ew parêzname li zindana Îmraliyê bi kedeke mezin nivîsî bû, gihandibû tevgerê. Hevalê Fûat divê çawa redakte bikira ku her kesî baş fêhm bikira û ev keda Rêber Apo bigihîştiya armanca xwe. Ji ber ku li cîhanê kesî di nava şert û mercên Rêber Apo de kedeke ewqasî mezin neda. Tenê Rêber Apo ev yek kir.
Ji ber ku dilsoziya Rêber Apo ya bi gel, azadî, şehîd, partî, hevrêtî û gelan xurt bû ku di nava şert û mercên Îmraliyê de berpirsyariya xwe bi cih anî. Vê berpirsyariya mezin bi cih tîne. Tê fêhmkirin ku kesekî di nava van şert û mercan de vê berpirsyariyê bi cih tîne, Rêberekî dîrokî ye, ji bo mirovahiyê dike. Ji ber vê yekê mirovahî Rêber Apo weke rêberê xwe dibîne. Hevalê Fûat jî ev dîtibû. Hîn ji Çûbûkê destpê kir û ev dîtibû. Lê belê li Îmraliyê ev yek hîn bi kûrahî dît.
Dît ku kedeke gelekî mezin heye û divê mafê vê bê dayin. Ji ber ku hevalê Fûat timî rejîma heqîqetê ji xwe re dikir esas. Yên ku rejîma heqîqetê ji xwe re bike esas wê keda Rêber Apo bibîne û bixwaze mafê vê bide. Ji ber vê yekê dubare dubare li ser redakteyê disekinî.
Dixwest her kes van parêznameyan bixwîne, her kes fêhm bike. Ji xwe her kesû zimanê Rêber Apo fêhm dikir, lê belê ev yek bi rengekî edebî hîn bi xurtî redekte dikir ku yên dixwînin bi hêsanî fêhm bikin. Ne tenê dixwend û redekte dikir, her wiha hinekî şîrove jî dikir ku bê fêhmkirin. Ji ber ku ji aliyê teorîk ve gelek tişt hebûn. Ji bo yên dixwînin karibin fêhm bikin, divê ji hin tiştên din jî sûdê werbigirin.
Hevalê Fûat ev kar kir. Hin ji wan di perwerdeyê de hin ji wan jî di nivîsên xwe de kir. Yanî hem di perwerdeyê de hem jî di nivîsên xwe de kir ku her kes parêznameyan, paradîgmayê fêhm bikin û li ser vê bingehê xwe ji nû ve ava bikin, ku karibin paradîgmayê bixin pratîkê, bi vî rengî keda Rêber Apo vala neçe. Ji ber vê yekê kedeke mezin da û karekî mezin kir. Eger paradîgma hatibe fêhmkirin ev yek bi saya karê hevalê Fûat hatiye fêhmkirin.
Dewam dike...