Îran: Eger pêkanînên DYE'yê bêne rakirin, em amade ne peymanê qebûl bikin

Şêwirmendê Lîderê Olî yê Îranê Alî Xamaney, Alî Şamkanî roja Çarşemê ji NBC Newsê re axivî û diyar kir ku di berdêla rakirina pêkanînên li ser Îranê de ew amade ne peymana li ser bernameya nukleerî ya bi DYE'yê re qebûl bikin.

Li gorî malpera înternetê ya NBC Newsê Alî Şamkanî anî ziman ku di berdêla tavilê rakirina pêkanînên aborî yên li ser Komara Îslamê de wê ti carî çeka nukleerî hilnegerîne, ji stokên ûranyûma ku di asta herî bilind de hatiye dewlemendkirin rizgar bibe, ûranyûmê tenê ji bo bikaranîna sivîl di asta pêwîst de dewlemend bike û destûrê bide çavdêrên navneteweyî ku pêvajoyê bişopînin.

Li gorî nûçeya qenala Emerîkî, ji bo pirsa, 'Eger ev şert û merc bi cih bêne anîn wê Îran qebûl bike ku îro peymanekê mohr bike?' Şamkanî got 'erê'.

Li gorî NBC Newsê, rayedarê Îranî got, "Ev yek hîn pêkan e. Eger Emerîkî gotina xwe bi cih bînin, em ê karibin têkiliyên hîn baş dînin ku 'di dema nêz de rewşê hîn baştir bikin'."

Donald Trump roja Çarşemê anîbû ziman ku ew hêvî dike di mijara nukleerê de li hev bikin û bang kir ku pêkanînên DYE'yê yên li ser Îranê bi rengê herî hişk bi cih bê anîn.