Li Cinêvê bernameya hevgirtinê ya ji bo Şirnexê
Bi mebesta hevgirtinê danasîna malên prefabrîk ên ji bo Şirnexê li Cinêvê hate kirin.
Bi mebesta hevgirtinê danasîna malên prefabrîk ên ji bo Şirnexê li Cinêvê hate kirin.
Çeteyên AKP’ê Şirnex kavil kiribû, beriya bi demeke kurt di nav çarçoweya Projeya Malbatên Destbira de danasîna malên prefabrîk ku li Şirnexê didome li Cinêv a Swîsreyê resepsiyonek hate dayin.
Îro Kurdistanî û dostên wan tevlî resepsiyonê bûn ku ji hêla Heyva Sor a Kurdistanê a Swîsreyê û saziya Bihevre dabûn.
Li ser li ser navê Hevya Sor a Kurdistanê berdevka karê derve Ozlem Arik axivî. Piştî axaftinê kavilkirina bi destê çeteyên AKP’ê ya li Şirnexê bi sînevîzyonekê hate nîşandan.
Resepsiyon piştre bi muzîk û xwarinê bi dawî bû.