Li gorî nûçeya hejmara nû ya kovara Der Spîegel, ku agahiyên xwe dispêre belgeyên Servîsa Agahîgirtinê ya Federal (BND), Adenaûer ê ku li Elmanya Rojava 14 salan Serokwezaretî kir, Wîlly Brandt daye şopandin.
Di nûçeyê de hat ragihandin, Brandt ku di wê demê de Şaredarê Berlînê bû û ji ber Naziyan reviya Norwêcê, li ser xebatên wî yên rojnamevaniyê agahî hatine komkirin û fermana vê yekê jî ji Serokê wê demê yê BND Reînhard Gehlen re hatiye dayîn.
Yek ji daxwazên Adenaûer ji Gehlen ew bû, ku lêkolîn bike bê Wîlly Brandt ji îdamên di Şerê Navxweyî yê Spanyayê de berpirsyar e yan na. Hatiye lêkolînkirin ku dema Brandt li Norwêcê bû, ji rêxistineke îstîxbaratê re xebitiye yan na.
Di belgeyên îstîxbaratê de ku Spîegel nûçeya xwe dispêre wan, tê destnîşankirin ku şopandina SPD ji aliyê Adenaûer ve, di nava rêveberiya CDU de ne mijareke nepenî ye.
Reînhard Gehlen ku demeke dirêj ji rêxistina îstîxbarata Elman re serokatî kir, di dema Şerê Duyemîn ê Cîhanê de di nava artêşa Nazî de xwedî payeya generaltiyê bû.