Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şedadê hate şikandin: 9 çete hatin kuştin

Hêzên QSD’ê, bi tundî bersiva êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şedadê dan. Di şerê derketî de 9 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê daxuyaniyek da, îro 20 çeteyên DAIŞ’ê piştî nîvro hewl dan ku bi dizî bikevin nuqteyên şervanên QSD’ê yên li herêma Şedadê.

Lê şervanan tevgerên wan şopandin û bersiva êrîşê dan. Di encamê de, li herêmê pevçûn rû dan û 9 çete hatin kuştin, cenazeyên wan ketin destê şervanan. Çeteyên din jî birîndarên xwe rakirin û ji herêmê reviyan.

Di daxuyaniyê de hate diarykirin ku piştî ku şervanan çete ferqkirin, di encama şerê derketî de 9 çete hatin kuştin, cenazeyên çeteyên ku hatin kuştin ketin destê şervanan, çeteyên ku birîndar jî bibûn jî ji herêmê reviyane.

Şeranên ku li herêmê dest bi operasyona paqijkirinê kirine, dest danî ser rêjeyek cebilxaneyan jî.