KCDK-E ji bo grevên birçîbûnê çalakiyan lidar dixe
KCDK-E: Girtîgeh veguherîne kampa esîran. Mafên herî xwezayî yên girtiyan jî weke çekekê li dijî wan bi kar tîne.
KCDK-E: Girtîgeh veguherîne kampa esîran. Mafên herî xwezayî yên girtiyan jî weke çekekê li dijî wan bi kar tîne.
Dîwana Serokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand, polîtîkayên AKP'ê yên çavtirsandina civakê bi dijwarî dewam dikin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, dîktatoriya AKP û Erdogan ku di mijara zext û îşkenceyê de sînoran nas nakin, di pêvajoya referandûmê de vê zordariya xwe zêde dike. Dîwana Serokatiyê got, "Dîktatoriya AKP û Erdogan, polîtîkaya xwe ya tepisandin, teslîmgirtin û ferzkirina xiyanetê ku li derve dimeşîne, bi rengekî hîn dijwar li zindanan didomîne. Bi pêkanînên li derveyî mirovahiyê re teslîmiyetêl i ser girtiyan ferz dike.
Girtîgeh veguherîne kampa esîran. Mafên herî xwezayî yên girtiyan jî weke çekekê li dijî wan bi kar tîne. Çawa ku li derve dike, li girtîgehan jî bi rêya çeteyên xwe yên kontra, jiyanê li girtiyan diherimîne."
Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser grevên birçîbûnê yên li dijî van polîtîkayên teslîmgirtinê yên Erdogan û AKP'ê, ku li hemû girtîgehan hatiye destpêkirin û hat destnîşankirin ev grev, bi taybetî ya li Girtîgeha Îzmîr/Şakranê gihîştiye asta mirinê.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Berxwedana li girtîgehan, ne ji bo daxwaz û pêwîstiyên şexsî ye. Li dijî zext û zordariya li jiyana însanî û nasnameyên siyasî yên girtiyan, banga însanî ye."
KCDK-E destnîşan kir, ku desteka ji bo vê çalakiya girtiyan, ji bo wan deynekî namûs û rûmetê ye û bang li gelên Kurd, Tirk, rêxistinên civakî yên sivîl, hêzên demokrasiyê û saziyên navneteweyî kir, ku di vî warî de bikevin nava tevgerê.
Di dewama daxuyaniyê de, têkildarî çalakiyên bi vê armancê werin lidarxistin, agahî hat dayîn û banga tevlîbûnê hat kirin. Li gorî vê yekê;
Ji 10'ê Nîsanê û pê ve wê li hemû herêman meş bên lidarxistin
Di 11'ê Nîsanê de wê serdanên girseyî li saziyên çapemeniyê yên neteweyî û herêmî werin kirin û dosya li ser girtîgehan
Di 12'ê Nîsanê de wê li cihên buroyên rêxistina efûyê lê ne, li ser hovîtiya dewleta Tirk li girtiyan dike, belge werin pêşkêşkirin
Roja 13'ê Nîsanê wê li Strasboûrgê, li ber avahiya CPT, bi pêşengiya Malbatên Winda û Mexdûr hem mîtîngek were lidarxistin hem jî nûnerên saziyên ji pêkhateyên me, wê saziyên pêwendîdar ziyaret bikin. Li vir wê daxuyaniyek ji çapemeniyê re were dayîn. Di dema daxuyaniyê de wê hemû hevserokên sazî û meclîsên me amade bin
Roja 15'ê Nîsanê li hemû eyaleten Elmanyayê wê meş û mîtîng bên lidarxistin. Wekî din, li Swîsr, Marsîlya, Parîs, Hollanda, Belçîka, Îtalya, Japonya, Awûstralya, Kanada, Îngilîstan û Yewnanîstanê meş û mîtîng werin lidarxistin."