Demirtaş: Divê li dijî êrîşan bi hêztir ji bo 'NA' yê em bixebitin

Demirtaş nerazîbûn li dijî operasyonên qirkirina siyasî da û wiha got: "Ev êrîş, pêwîste bibe hincetek ya ji bo xebatkirina dengê 'NA' bihêztir bikin."

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş têkildarî oerasyonên qirkirina siysî yên di demên dawî de , ji girtîgehê daxuayniyekî nivîskî rêkir.

Di daxuyaniya Demirtaş de wiha tê gotin:

"Binçavkirina Serokê Giştî yê ESP'ê Birêz Çîçek Otlû, pêkanîn û binçavkirinên li dijî ESP, Partiya Şoreşger û Partîzan, TOPG û Malên gel şermezar dikim. Îxtidar daraz û qanûnan weke mal û milkê xwe dibîne, ji bo qezençên siyasî darazê weke darê xwe bikartîne. Beriya referandûmê ev kiryarên astengkirinê yên ku li ser şoreşger û rewşenbîran, pêwîste berxwedana gelê me zeyif neke û berovajî vê ji bo dengê NA bihêztir xebat bikin û xwedi li sindoqan derbikevin."