Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê ji bo ku, “Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û li girtîgehan pêkutî bi dawî bibe” di 15’ê Sibatê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn û vê greva wan îro kete roja 53’emîn.
Her roj hinek girtî beşdarî greva birçîbûnê dibin.
Malbatên ku li Îzmîrê hatine ba hev, ji bo piştgiriyê bidin greva birçîbûnê li Avahiya Bajêr a DBP’ê dest bi greva birçîbûnê ya hefteyekê û bi dorveger kirin.
‘EM TIŞTEKÎ BIKIN’
Xwendekara zanîngehê Tîjda Kiliç a ku ketibû greva birçîbûnê got, “ Çavgirtina raya giştî, dibe ku rê li ber encamên xerab veke. Îro roja 53’emîn e. Heke her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û wisa tevbigere, em dikarin pêşiya tiştên xerab bigirin.”
‘WEKÎ KESEKÎ JI BEHRA REŞ WIJDANÊ MIN QEBÛL NEKIR’
Erol Keskîn diyar kir ku, ew wek kesekî ji Behra Reş piştgiriyê dide û got, “Her mirovên xwedî wijdan divê piştgiriyê bide vê greva birçîbûnê. Divê were lêkolîn, bê ka li girtîgehan çi dibe. Divê dewlet jî bihistyar be. Êdî bes e, em li benda piştgiriyê ne.”
Cebraîl Çomak jî ji bo piştgiriyê li ba çalakvanan e got ku, “Daxwazên wan, daxwazên mirovî ne, divê teqez bi cih bên. Piştgiriya herî mezin a li grevên birçîbûnê, xwedîderketina li derve ye.”
‘HER KES DIKARE TIŞTEKÎ BIKE’
Hanim Yaktin a ku dayîka Zana Yaktin e diyar kir ku, “Êdî em di demên krîtîk de ne. Divê daxwazên girtiyan werin qebûl kirin. Divê em jî piştgiriyê bidin wan ji bo ku çalakiya wan serkeftî bi encam bibe. Her kes dikare tiştekî bike.”
‘ÇI PÊWÎST BE EM Ê BIKIN’
Hanîfe Gumuş diyar kir ku, heke piştgirî neyê dayîn wê encam ne baş be û got, “Çima bêdeng in? Dema dor tê ser Kurdan, her kes bêdeng dibe. Îro roja 53’emîn e. Û rewşa wan ber bi xerabiyê ve diçe. Ji bo ku em piştgiriyê bidin wan me dest bi greva birçîbûnê kir.”