AKP niha jî bi rêya nameyê dikeve Ewropayê
AKP, ku nikare wezîrên xwe û parlamenterên xwe bişîne Ewropayê, niha jî hewl dide bi rêya nameyan bikeve nava welatên Ewropayê.
AKP, ku nikare wezîrên xwe û parlamenterên xwe bişîne Ewropayê, niha jî hewl dide bi rêya nameyan bikeve nava welatên Ewropayê.
AKP, ku ji bo referandûmê hemû derfetên dewletê seferber kiriye, dikare nake nikare kesekî ji xwe bişîne welatên Ewropayê. Ji ber vê yekê, bi nameyên bi îmzeya Serokwezîr Bînalî Yildirim hewl dide xwe bigihîne Ewropayê. Ev nameyên navborî ji welatiyên Komara Tirkiyeyê yên li Ewropayê re tê şandin û xîtabî paşnavan tê kirin.
AKP, ku nikare wezîrên xwe û parlamenterên xwe bişîne Ewropayê, niha jî hewl dide bi rêya nameyan bikeve nava welatên Ewropayê.
Hikûmeta AKP'ê, ku ji bo referandûma 16'ê Nîsanê xwest bi tevlîbûna wezîr û parlamenteran li Ewropayê çalakiyan lidar bixe, lê hemû çalakiyên wê hatin betalkirin û bi gelek dewletan re krîza dîplomatîk derxist, vê carê jî nameyan dişîne navnîşanên dengdêran. Nameyên bi îmzeya Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim, bi rêya postayê hatin şandin. Di nameyan de ku logoya AKP'ê li ser e, ji hilbijêran tê xwestin, heta 9ê Nîsanê deng bidin. Ev name bi giranî li Elmanyayê, ku lêpirsîna sîxuriyê li dijî Tirkiyeyê hatiye vekirin û li Swîsreyê ji gelek welatiyan re hatin şandin û tê îdîakirin ku di nava 15 salên desthilatdariya AKP'ê de ji aliyê aborî, polîtîka derve û demokrasiyê ve Tirkiye bûye welatekî aktor.
WELATÎ BI FIKAR IN
Ji ber van nameyan, welatî bi fikar in ku Navenda Giştî ya AKP'ê navnîşana hilbijêrên li Ewropayê ji ku dizane? Hem li Elmanyayê, hem jî li Swîsreyê welatî dibêjin, "Ti eleqeya me bi AKP'ê re nîne. Ya Konsolosxaneyê yan jî Desteya Bilind a Hilbijartinê navnîşanên me daye Navenda Giştî ya AKP'ê." Welatiyan nerazîbûn nîşanî vê yekê dan û ji rêveberiya Swîsreyê xwestin ku li dijî vê kiryara "der qanûnî" bikeve nava tevgerê.
Navenda Giştî ya HDP'ê jî li ser vê yekê bang li welatiyan kir ku li dijî vê yekê dengê 'NA' bidin û helwesta xwe bi vî awayî nîşan bidin.