Guven: AKP yê çûnê ye, mifteya çareseriyê di destê Ocalan de ye

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven diyar kir ku li Kurdistanê “Na” her ku diçe xurttir dibe û êdî hêza berê ya AKP’ê jî nemaye û got, “AKP nikare kêşeya kurdan çareser bike. Ji ber vê jî AKP yê çûnê ye.”

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven diyar kir ku li Kurdistanê “Na” her ku diçe xurttir dibe û êdî hêza berê ya AKP’ê jî nemaye û got, “AKP nikare kêşeya kurdan çareser bike. Ji ber vê jî AKP yê çûnê ye. Desthilatdariya siyasî ya ku wê were şûna AKP’ê jî wê mecbûr bimîne ku deriyên Îmraliyê veke. Mifteya aştiyê, di destê Rêzdar Ocalan de ye.”

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a ku ji bo biçe pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li gundê Amarayê, dema ji gund derket kete binçavan û piştî ku 3 rojan di nezaretê de me, bi şertê “kontrola adlî” ji aliyê dadgehê ve serbest hate berdan. Guven li ser qewimînên li Amarayê û referandûmê hin nirxandin kir. Guven diyar kir ku, li Amarayê ya ku bi rojan di ablûqayê de ma û nehiştin kes biçe gund, gel xwest ku hurmeta xwe ji Ocalan re diyar bike lê hêzên dewletê jiyana gundiyan asteng kir û dewletê nehişt ku zarok biçin dibistanê jî. Guven diyar kir, mebesta dewletê ev bû ku li Amarayê tu daxuyanî neyên dayîn û got, “Rayedarên dewleta Tirk biryara vî tiştî dan. Ne mimkun e ku hatina gel asteng bikin. Bi milyonan kes nikarin werin Amarayê lê bi dil û giyanê xwe li wê derê ne. Di 4’ê Nîsanê de di şexsê milyonan de em çûn Amarayê. Me daxuyaniya xwe da.”

Guven diyar kir ku, di derketina Amarayê de ji 16 saliyan heta 70 saliyan gelek kes hatin binçav kirin û got, “Ji me pirsîn ku, hûn çima hatine Amarayê. Ji bo riya Amarayê were vekirin, gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Di pêvajoya aştiyê de di çûna Amarayê de tu kêşe tune bû. Lê îsal hikumetê gelê Kurd asteng kir. Em gelek kes xistin binçavan. Ji xeynî min, yên ku îfadeya wan hatin stendin, dûre serbest hatin berdan. Di binçavkirina min de xwestin ku vê peyamê bidin. ‘Bêdestûr hatin Amarayê. Di şexsê kesên hatin de, em hevseroka KCD’ê di nezaretê de dihêlin.’ Tu sedem tune bû ku em di nezaretê de bimînin. Çûna li Amarayê ne bi dizî bû. Haya waliyê Rihayê jî ji vî tiştî hebû. Heke kêşeyek heye bila biçin ji Waliyê Rihayê hesap bipirsin.”

Guven diyar kir ku, gelê Kurd 4’ê Nîsanê wekî rojeke taybet dibîne, felsefeya Ocalan li derve di nav gelan de ye û li Rojava pêk tê û bi qedexeyan nikarin pêşiya vî tiştî bigirin. Guven diyar kir ku, Ocalan temînata aştî ye û piştî hevdîtinan jî gelên Kurdistanê gotine ‘Çi tiştên ku Ocalan dibêje, ji bo me esas e’. Ligel ku ev tişt tê zanîn jî, qedexe kirin. 3 rojan ez di binçavan de mam. Ji bo girtinê li gelek sedeman geriyan lê ji ber ku nedîtin, ez serbest berdam. Ez vê helwesta wan şermezar dikim.”

Guven diyar kir ku, AKP 14 sal in mexdûriyeta xwe derdixe pêş û got, “AKP êdî hatiye asteke wisa ku, êdî ew ne mexdûr e û bi hezaran kesan jî mexdûr dike. Akademisyen ji kar avêt, parlementer, rojnamevan û bi hezaran kes girt. Tu mexdûriyeta wan nema. Niha jî ji derve dixwazin mexdûriyetê îthal bikin. Wekî di krîza ligel Hollandayê jî tê zanîn, li derve li welatekî din nikarin xebata referandûmê bikin. Di navbera wan de peymanek hebû. Lê dîsa jî xwe li mexdûriyetê danîn û gotin, ‘Nahêlin em biçin Hollandayê’. Ji ber ku Hollanda welatekî xweser e tu wisa diaxivî lê di vê rewşê de Amara çi ye. Çima parlementerên HDP’ê nikarin biçin gundê Amarayê?”

Guven diyar kir ku, ji bo referandûmê tu gotin nemaye û got, “Ji bo ku mirov bibêje ‘Erê’ tu sedem nemaye.  Ji ber wê jî kesên dibêjin ‘Na’ wekî terorîst îlan dikin. Xebata referandûmê bi rastî jî gelekî baş dimeşe. Ne bi tenê di nava HDP û CHP’ê di nava AKP û MHP’ê de jî gelek kes dibêjin ‘Na’. Li Kurdistanê AKP bawer nake ku wê ‘Erê’ derkeve. Ne mimkun e ku ‘Erê’ derkeve. Li Kurdistanê qetlîamên mezin rû dan. Mirov bi saxî hatin şewitandin. Gelek neheqî hatin kirin. Parlementer hatin girtin, qeyyûm şandin ser şaredariyan. Bi kîjan rûyî tên ji gel re dibêjin, bibêjin ‘Erê’?”

Guven destnîşan kir ku, gel sedema ‘Na’yê di 8’ê Adarê  û Newrozê de diyar kiriye û got, “Gel li Cizîr, Nisêbîn, Silopî, Şirnex û li hemû Kurdistanê li ser piyan e. Tenê daxwazeke gel heye. Serokkomar gotibû, ‘Êdî wê tu kes nikaribe qala wan bike’. Lê gel jî bi sloganan got ‘Em li vir in.’ Gotin ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’. Ev daxwaza gel e. Gel vî tiştî dixwaze. Bi hezaran kesan ev peyam dan. Vî tiştî jî li Kurdistanê AKP qedand. Piştî niha ‘Erê’ derkeve jî, ‘Na’ derkeve jî ji bo çareseriya demokratîk a kêşeya Kurdan divê projeyên nû ava bibin.”

 Guven diyar kir ku “AKP nikare kêşeya kurdan çareser bike. Ji ber vê jî AKP yê çûnê ye. Desthilatdariya siyasî ya ku wê were şûna AKP’ê jî wê mecbûr bimîne ku deriyên Îmraliyê veke. Mifteya aştiyê, di destê Rêzdar Ocalan de ye. Mecbûr in ku tecrîda li ser Ocalan rakin û wî serbest berdin. Kêşeya Kurdan ne bi tenê li Tirkiyeyê, ji bo her çar parçeyên Kurdistanê jî divê were çareser kirin. Bi rakirina sînoran, kî çawa dixwaze, divê rêveberiya wan wisa be. Ev realîteya rastîn  a Kurdan e. Heke ev kêşe wisa çareser nebe, ne Tirkiye û ne jî dewletên din nikarin kêşeyên di nav xwe de çareser bikin.”

Guven diyar kir ku, di 17’ê Nîsanê de li Tirkiyeyê wê dîmenekî nû derkeve û got, gelên li Tirkiyeyê di jiyana nû de wê pergala demokratîk ava bike û di vê pergalê de wê cihê AKP’ê tune be.