Ji KCDK-E bang: Ji bo ‘NA’ em bibin seferber!
KCDK-E, ji bo ‘NA’ yê bi bang kir ku bi ruhê seferberiyê di van sê rojên dawî de bixebtîn û biçîn ser sindoqan.
KCDK-E, ji bo ‘NA’ yê bi bang kir ku bi ruhê seferberiyê di van sê rojên dawî de bixebtîn û biçîn ser sindoqan.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), têkildarî referandûmê îro daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniya bi ser navê “Di NA ya li dijî dîktatorî û faşîzmê, NA zêde dibin” de ev tişt hatin gotin:
“Li dijî rejîma Erdogan û îtîfa AKP’ê MHP’ê ya faşîst ya ku dixwazin yek mêriyê têxin meryetê, dixwaze qetlîam, înkar, polîtîkayên qirkirinê bi qanûnî bike.
Li dijî vê sîstema qetlîamker a dijminên Kurdan em biçin ser sindoqna û bi karanîna dengê NA polîtîkayên wan vala derbêxin. Ji bo em dengê xwe bikar bînin tenê 3 roj mane, biçîn ser sindoqan, yên ku naçin jî birêxistin bikin bibin ser sindoqan û dengê NA’yê zêde bikin.
Yan em ê siberoja xwe radestî zilmkarê Erdogan bikin yan jî hêza ku ji bingeh tê bi dengê NA’ yê di sindoqan de derxînin, pêşiya azadî û demokrasiyê vekin. Em ê li dijî kesên ku siberoja me radestî kesekê dikin re bêjin Na.
Tevî hemû êrîş, provakasyon, fêlbazî û diziyê, serkeftin, li dijî zikmê vîna azadiyê, li dijî şer hewl dana aştiyê, li dijî hewl danên gel kirina dijminên hev, ji bo biratiya gelan, yekîtiya gelên hejar û vîna hevpar her dengek dengeke, em dengê NA di sindoqan de bidin pêş.
Em weke KCDK-E, kedkarên ku ji xaka Kurdistan û Anadolûyê koçber bûne li gel gelan, ji bo bi awayekî azad û bi rûmet bijîn bang li her kesê dikin ku ji bo dengê ‘NA’ hê xurti di sindoqan de derkeve pêş biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin.
Hemû navendên me yên civakî yên li welat, rêveberên me û encamên me di nava van 3 rojan de bi ruhê severberiyê bixebitin bê ku hilbijêrek bihêle neçûyî ser sindoqan, xwe bigihîne mirovên me ji bo dengê Na bikar bîne, bibe ser sindoqan.
‘DIVÊ HER KES BIÇE SER SINDOQAN’
Weke DCDK-E, banga me ji bo hemû welatparê, gelê me yê leheng û dostên me, herin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin. Her dengê ku neyê bikaranîn tê wateya erêkirina polîtîkayên qirker ên AKP-MHP’ê û tê wateya hevkarê qetlîamên ku ji niha û şûnde pêk werin. Ji ber vê bi teqez divê dengê we NA be. Yên ku ne çûne jî bibin ser sindoqan.
Yên ku ji bo azadî û rûmeta xwe fedkariyê dike, di serî de gelê Kurd û hemû demokratî û mirovên me yên rewşenbîr di nava van 3 rojên dawî de bi ruhê seferberiyê kar bikin. Ji bo welatparê û alîgirên dengê ‘NA’ bikaribin dengê xwe bikar bînin her kesê bişînin ser sindoqan û dengê ‘NA’ bikar bînin. Zêdekirina NA’yê, tê watey ji bo NA’yê xebat, ked dayînê.”