13 kes hatin binçav kirin, Pîra Sîsê hate girtin

Li Îzmîrê di operasyonên qirkirina siyasî de 13 kes hatin binçav kirin. Li Mûşê jî Pîra Sîsê Bîngol ya 78 salî tevî kurê xwe Zafer Bîngol hate girtin.

Rejîma AKP’ê bi nêzbûna referandûmê re, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî jî didomîne.

Li Îzmîrê li taxên Konak, Bûca, Menemen, Karabaglar û Bayrakliyê di heman wextê de girtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de mal ji serî heta binî hatin kontrol kirin, deriyê hin malan jî hatin şikandin. Di serdegirtinan de 13 rêveber û endamên HDP’ê hatin binçav kirin.

Kesên ku xistine binçavan ev in: Serdar Ozen, M. Mufeîl Aydin, Sozdar Akdogan, Mûstafa Goze, Hazal Yetîm, Sîdar Ozalp, Dîlan Koyûncû, Şiyar Akay, Gokhan Kizil, Serhildan Kizil, Cansever Îrlan, Selamî Kûtlû û Şehmûs Akdogan.

MÛŞ

Li Mûşê jî li gundê Badanê yê bi ser Gimgimê, Sîsê Bîngol a 78 salî û tevî kurê xwe bi îddîaya ku “bi zanebûn û şandilxwazî alîkarî daye rêxistinê” ji nû ve hate girtin. Pîra Sîsê ya ku di Nîsana 2016’an de hatibû girtin, piştî 2 meh û nîvan girtî mabû, hatibû tehliye kirin.

Pîra Sîsê û kurê wê, hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E’yê ya Mûşê. Pîra Sîsê ji ber nexweşiya xwe ya pişik, tansiyona zêde û nexweşiya malzarokê di bin kontrolê de bû.