Li Edene û Wanê tirsa AKP’ê ya ji NA’yê!

Her ku referandûm nêz dibe AKP’ê ji ‘NA’yê diqutife. Li Edene û Wanê polîs û zabiteyan xwestin xebatên HDP’ê aseteng bikin.

Îro li Edene HDP’ê li Meydana Ugur Mumcu saet 14.00’an wê mîtîngê bike. Beriya mîtîngê polîsan Rêveberê HDP’ê Vedat Erîm û Abdurrahman binçavk kirin. Polîsan her wiha bi hinceta ku ‘qedexe’ ne dest li ser posterên Hevserokên HDP’ê Demîrtaş û Yuksekdag danîn.

HDP’yiyan diyar kirin ku li gel hemû astengiyan jî wê mîtîngê bikin û bang li gel kirin ku werin mîtîngê û bibêjin, NA.

WAN

Di nav çarçoweya xebatên referandûmê yên HDP’ê de li Parka Feqiyê Teyran standa ‘na’ hatibûn danîn. Zabiteyan bi fermana Qeyûm dest li ser standê danîn.

Xebatkarên şaredariyê hatin ber standa HDP’ê ya li Beşyolu û gotin ‘’ev stand ne qanûnî ye, rakin’’.  Li şûna standa ‘NA’yê Tira ‘’Erê’’ hate danîn.