Çalakiya ku ji aliyê Navenda Civak Kurd a Demokratîk a Rennes û Meclîsa Jinan a Zîn ve hate lidarxistin, di saet 15:00’an de ji pêşiya Zanîngeha Rennesê destpê kir. Girseyê heta Walîtiya Rennesê meşek lidar xist.
Çalakvanan di meşê de belavok belav kirin, dovîzên ‘Zû bertek nîşan bidin’ bilind kirin.
Li ber Walîtiyê jî çalakiya runiştinê pêk anîn. Di çalakiyê de dirûşmên ‘Bijî berxwedana zîndanan’ hate berz kirin, bi waltiyê re hevdîtinek pêk hat û bal kişandin rewşa girtiyan a ku gihiştiye asta kirîtîkê.
Çalakî, piştî dosyaya têkildarî greva birçîbînê pêşkêşî waltiyê kir û şûnde bi dawî bû.