Ji bo ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ku di Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê de şehadeta wan hate ragihandin, li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên bîranînê têne lidarxistin.
Hevserokê KCDK-E'yê Engîn Sever ji bo merasîmên bîranînê yên li gelek welatên Ewropayê banga tevlîbûnê kir û got, "Çar roj in li her devera ku gelê Kurd lê ye çalakiyên bîranînê têne lidarxistin, serdanên sersaxiyên têne qebûlkirin. Weke KCDK-E li gel hemû saziyên xwe di 18'ê Gulanê de bi taybetî li bajarê Koln ê Elmanyayê, li Swîsre, Fransa, Parîs, Viyana, Stockholm, Marsîlya, Yewnanistan, Qibris û li gelek deverên din ên ku gelê Kurd lê ye, wê merasîmên bîranînê bêne lidarxistin. Em bang li gelê xwe dikin ku bi ruhekî welatparêziyê yê mezin beşdarî bîranînan bibin."
Li Parîsê îro saet di 17:00 de li salona Espace Venise ya li navnîşana "30 route de Groslay 95200 Sarcelles" mrasîmeke bîranînê ya berfireh tê lidarxistin. Navnîşana bîranînên 18'ê Gulanê yên li bajarên cuda yên Ewropayê bi vî rengî ne:
Köln: Im Gewerbegebiet Pesch 12A, 50767
Berlin: Resıdenzstrasse 54, 13409 (Komel) Saet: 14.00
Mannheim: Badkreuznacher Str. 36, 68309
Stockholm NCDK: Solna kyrkvâg1 Saet: 14.00
Viyana: Schererstrasse 4, 1210 Wien Mozaik Eventcenter Saet: 14.00
Rudskyrkan: Rudstorget kêleka Pekâs, Karlstad Saet: 14.00
Marsilya: Place Des Roses Saet: 11.30
Li bajarên Draguignan û Strasbourgê yên Fransayê jî wê merasîmên bîranînê bêne lidarxistin.