Çalakî ji bo ku balbirina ser grevên birçîbûnê
Ji bo ku balê bibin ser greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên Tirkiyeyê, li gelek bajarên Ewrûpayê çalakî hatin li dar xistin.
Ji bo ku balê bibin ser greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên Tirkiyeyê, li gelek bajarên Ewrûpayê çalakî hatin li dar xistin.
MARIGNANNE
Li Fransayê Kurdistaniyên li bajarê Marsîlyayê û li derdora wê dijîn, li Balefirgeha Marignanneyê çalakiya bêîtaatiya sivîl li dar xistin.Çalakiya ku nêzî 40 kes beşdar bûn, ji aliyê Meclîsa Gel a Marignanneyê ve hate li dar xistin.
Di çalakiyê de bal birin ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê û hat diyar kirin ku greva birçîbûnê hatiye asta krîtîk. Hat destnîşan kirin ku, divê saziyên navneteweyî roj berî rojekê tevbigerin.
PARÎS
Li paytexta Fransayê Parîsê ji bo balbirina ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê, çalakî hate li dar xistin.
Bi bangewaziya endamên Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk, Meclîsa Jinan a Zînê û Ciwanên Azad li banliyoya Drancyê ya Parîsê, bi sedan Kurd beşdarî çalakiyê bûn.
Kurdên ku li ber Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk kom bûn, heta avahiya şaredariyê meşiyan.
Di meşê de Kurdistaniyan pankarta “Greva birçîbûnê ya li zindanên Tirkiyeyê di roja 52’emîn de ye” hildan û belavok belav kirin.
LUZERN
Li Kantona Luzernê ya Swîsreyê li ber gara trênê ya navendî, ji bo piştgiriya girtiyan çalakî hate li dar xistin. Di çalakiyê de bal birin ser greva birçîbûnê ya ku 50 roj in didome û hatiya asta krîtîk, belavok hatin belav kirin û bi elmanî daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.
Di heman demê de bal birin ser vî tiştî ku, li Tirkiyeyê AKP’ê pêngava darbeya 15’ê Tîrmehê ji xwe re kiriye hincet û bi vê re jî her roj bi dehan kesan digire û li girtîgehan pêkutî û astengiyên li ser girtiyan her roj zêdetir dibe.
BASEL
Li bajarê Baselê yê Swîsreyê ji bo ku balê bibin ser grevên birçîbûnê, daxuyaniya çapemeniyê ya bi girseyî hate dayîn. Kurdistaniyên li ber Parlementoya Kantona Baselê kom bûn, bi banga “Grevên birçîbûnê di roja 52’emîn de ye” çalakiya rûniştinê li dar xistin û daxuyaniya çapemeniyê dan.
Çalakiyê bi rêzgirtinê dest pê kir û daxuyaniya bi elmanî hate xwendin.
Hevseroka Navenda Civakî ya Kurd Elîf Îşcan axivî û diyar kir ku, Tirkiye ji nava pêvajoyeke giran derbas dibe. Îşcan destnîşan kir ku, grevên birçîbûnê li hemberî mafên ku hatine desteserkirin û bêedaletiyê berxwedanek e. Îşcan got ku di vê pêvajoyê de dibe ku mirin jî çêbibe û banga bihistyariyê li saziyên navneteweyî kir. Piştre jî dest bi çalakiya rûniştinê hate kirin.
Çalakî bi sloganên wekî “Bijî Serok Apo”, û “Silav, silav, ji Îmraliyê re hezar silav” bi dawî bû.
LOZAN
Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê bi banga Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk li pêşiya Dêra St. Laurentê bi beşdariya bi dehan Kurdistanî û dostên wan, daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Piştî rêzgirtinê deqîqeyekê, di axaftinan de bangewaziya bihîstyariyê hate kirin. Hat diyar kirin ku, beriya mirin pêk werin divê saziyên rayedar daxwazên çalakvanên greva birçîbûnê qebûl bikin.
Piştî belavkirina belavokên bi frensî, çalakî bi dawî hat.
ATÎNA
Li paytexta Yewnanistanê Atînayê ji bo balbirina ser grevên birçîbûnê yên li Girtîgehê Tirkiyeyê, çalakiya ku 3 roj in li Qada Sytagmayê didome, bi meşekê bi dawî bû.
Meşa ku Kurdistaniyên li Atîna û bajarên dora wê beşdar bûn li Qada Sytagmayê hat dest pê kirin. Di çalakiyê de sloganên wekî “Bijî Serok Apo,” “Bijî berxwedana zindanan”, “Em berxwedêrên zindanan silav dikin”, “Elefterîa Kurdistan” hatin qîrîn û ji bo balê bibin ser grevên birçîbûnê pankart hatin hildan.
Piştî meşa heta ber Konsolosxaneya Tirk, mîtîngek hate li dar xistin. Mûrat Dîlok di mîtîngê de axivî û diyar kir ku, berxwederên zindanan wê dawiyê li dîktatoriya Erdogan bîne.
Dîlok diyar kir ku, wê çalakiya wan bênavber bidome û di rojên pêş de jî wê greva birçîbûnê ya bê dem û bi dorveger were dest pê kirin.
Gelek rêxistin, rewşenbîr û demokratên yewnan jî beşdarî çalakiyê bûn.
MANNHEIM
Li bajarê Mannheimê yê Elmanyayê jî mîtîngek hate li dar xistin. Ji bo grevên birçîbûnê, xwendekarên YDG’ê yê ku ketine binçavan, ji bo xwedîderketina li endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) li pêşiya Mannheim HB’yê mîtîngek hate li dar xistin.
Mîtîng bi pêşengiya Navenda Civakî ya Kurd, Meclîsa Jinan a Ronahî Bêrîvan, AGÎF, ATÎK, HDK MA, Partiya Şoreşger û SYKP’ê hate li dar xistin û di mîtîngê de daxuyanî hate dayîn.