Dîe Zeît: Kes hesabê saziyên Erdogan nake

Di rojnameya Dîe Zeît de, di şîroveyekê de hate gotin Serokkomarê Tirk Erdogan li Elmanyayê jî dubendiyê dike û êdî ‘ti lobiya Tirkiyê nemaye’.

Di şîroveya rojnameyê de hate gotin  bandora beşên çepgir, laîk, lîberal û Kurdan li Elmanya zêde bûye lê li gel vê kes hesabê saziyên alîgirê Erdoga nake.

Nivîskarê Dîe Zeît Mchael Thûmannn dibêje Erdogan dîsa wê were Elmanyayê û civîna G-20 dixwaze bi alîgirên xwe re mîtîngê çêbike û derdora Erdogan dixwaze ‘bi Ewropayê re têkiliyan geş bike’’. Thûmmann hevşibandina Naziyan a ku Erdogan beriya referandûmê ji bo serokwezîra Elman û siyasetmedaran bi kar anî bi bîr xist û got: ‘’Niha her tişt wê baş bibe? Ev pir zehmet e. Erdogan li Elmanya baş nayê pêşwazîkirin, dubendiyê dike. Hikûmet jî di nav de gelek beşên civakî naxwazin ku Erdogan mîtîngê bike.’’

WEKE FÎGUREKÎ NEGATÎF TÊ DÎTIN

Thûmmann di nivîsa xwe de ku beriya qedexeya mîtîngê li Erdogan û hem ji bo lîderên dî hatiye danîn, hatibû nivîsîn gotinên Wezîrê Karê Derve Sîgmar Gabrîel ên ji bo Erdogan wiha gotibû: ‘’Ji bilî alîgirên wî yên hişk Erdogan li Elmanya fîgurekî negatîf e. Gelek Tirkiyeyî jî wî qebûl nakin.’’

 ‘JÊ WEYE KU ELMANYA DI DESTÊ WÎ DE YE LÊ HAY JÊ NÎN E KU JI DEST DIŞEMITE’

Thûmann balê dikişîne ser rehetiya Erdogan a bi salan a li Elmanyayê û dibêje, Erdogan cara pêşî muzakereyên YE’yê di serdema Gerhard Schroder de daye despêkirin par Merkel jî ji peymana penaberan dûr ketiye. Thûmann dibêje AKP û Erdoan saziya ‘Seroktiya Tirkên Li Derveyî Welat û Civakên Xizmên Hev’ jî sazkar kiriye û ev jî weke DÎTÎB’ê yê girêdayî karê navxweyî, karê derve, sefaretxane û Diyanetê dixebite.

Thûmann diyar dike ji Erdogan weye ku li Elmanya kontrola wî heye lê ne wiha ye û wiha domîne: ‘’Ji Erdogan weye ku Elmanya di destê wî de ye lê bêyî ku hay jê hebe jî Elmanya ji dest wî çûye..’’

YÊN KU BERÊ PIR DIPARASTIN ÎRO TUND REXNE DIKIN

Thûmann dibêje 2002’an dema ku AKP hatibû ser kar li Elmanya gelek aliyan destek didanê û di nav wan de Demokratên Sosyal (SPD) û Kesk jî hebûn.

Thûmann dibêje SPD û Keskan heta 2005’an jî destek didane polîtîkaya Yekîtiya Ewropayê ya AKP’ê lê niha rexneyên tund lê tînin.

Thûmann diyar dike ku êdî ti lobiya Erdogan li Elmanya nîn e.

LÎBERAL, ÇEPGIR, KURD ZÊDETIR BIBANDOR IN

Thûmann balê dikişîne ser bibandorbûna hêlên lîberal, çepgir, Kurd û laîk ên Tirkiyeyî û dibêje her ku diçe ev hêl li Elmanya xurt dibin û bêhtir guh didine wan.

KES HESABÊ UETD Û DÎTIB’Ê NAKE

Mîcheal Thûmann got alîgirên Erdogan ketine ber tecrîdê û got saziyên weke UETD û DÎTIB li Elmanyayê ti hesabê wan nayê kirin.

Thûmann got:’’Ev sazî li şûna ku ji bo Elmanya bixebitin ji bo alîgirên xwe dixebitin. Wesayitên mobîl ên Erdogan in UETD Û DÎTIB, ku beriya hilbijartinan hilbijêran didin hev. Lê li Elmanya tin dengê wan nîn e..Û kesek hesabê wan jî nake, hay ji vê nîn in jî.’’

Nivîskarê Dîe Zeîtê dibêje polîtîkaya dubendiyê ya Erdogan alîgirê xwe li Elmanya ji civakê dûr xistine.