Halîm Dener li cihê ku hatî kuştin hate bibîranîn

Halîm Dener 30’ê Hezîrana 1994’an dema ku li Hannover a Elmanyayê dema ku afîşa ERNK’ê didaliqand ji hêla polîsên Elman ve hatibû kuştin. Halîm di salvegera 23’an de bi meş û mîtîngekê hate bibîranîn.

Halîm Dener ê 16 salî, 30’ê Hezîrana 1994’an dema ku afîşên ERNK’ê didaliqand ji hêla polîsê bi navê Klaus T. ve, ku di eniyên taybet de peywirdar bû, hatibû kuştin.

Dewleta Elman, bi taybetî jî rêveberiya Eyaleta Saksonyaya Jêrîn ku li dijî Kurdan xwedî polîtîkayên tund e, ev 23 sal in ji bo ku navê Halîm Dener hatî jibîrkirin her tişt kir, Kurd û dostên wan ên li bajêr dijîn jî ji bo ku navê Dener bidin jiyîn têdikoşin.

Di salvegera kuştina Dener de, li meydana Steîntor bernameya bîranînê hate lidarxistin. Çalakî ji hêla Insîyatîva Kampanyaya Halîm Dener ve hate organîzekirin, di çalakiyê de li ser navê NCDK Hevserok Ciwan Çewlik axivî.

Çewlik got gelê Elman û siyaseta Elman Erdogan weke dîktator dibînin lê dewleta Elman  bi Tirkiyê re li dijî Kurdan hevkariya şerê qirêj dike.

Piştî axaftinê ji meydana Steîntorê ber bi meydana ku tê xwestin ku navê Halîm Dener lê kirin, meşiyan. Nêzî bi hezaran kes di meşê de hazir bûn, demokratên Elman û çepgir jî amade bûn.

Nûçeya têkildar: https://anfkurdi.com/rojane/hune-nikaribin-bidin-jibirkirin-81249