Elmanya bi lez û bez ‘Destûra Erdogan’ derxist!
Elmanya, îro ji bo xwe ji şovên siyasî yên Erdogan xilas bike, destûra qedexekirina mîtîngan a lîderên biyanî bi lez bû bez derxist.
Elmanya, îro ji bo xwe ji şovên siyasî yên Erdogan xilas bike, destûra qedexekirina mîtîngan a lîderên biyanî bi lez bû bez derxist.
Bi vî awayî, ji derveyî welatên YE’yê, ji bo hilbijartinên bên lidarxistin, bi qasî 3 mehan nûnerên hikûmet û siyasetmedarên biyanî yên ji van welatan tên, wê nikare li Elmanya aktivîteyên hilbijartinê lidar bixin.
Piştî kirîzên bi rejîma AKP’ê û mîtîngê Erdogan re derketî û şûnde, Hikûmeta Federal, îro destûra ku kampanyayên hilbijartinê yên siyasetmedarên biyanî ya li Elmanyayê sînordar dike, erê kir. Di raya giştî de weke ‘Destûra Erdogan’ tê naskirin, dîsa notên têkildarî destûrê jî ji bo nûnerên welatên biyanî yên li Elmanyayê re hatine şandin.
Destûr, welatiyên endamên Yekîtiya Ewropayê eleqedar dike. Ji niha û pêve wê ti siyasetmedar û nûnerên dewletên ji derveyî welatên YE’yê tên, wê nikaribin kampanyayên hilbijartinê birêve bibin. Bi ketina meryetê ya vê destûrê re wê her cure aktivîteyên hilbijartinê bê qedexekirin.
Êdî, wê hemû aktivîteyên siyasetmedarên biyanî yên ku plandikin li Elmanayê lidar bixin jî, wê girêdayî destûra hikûmeta Federal be. Ji bo van aktivîteyan beriya 10 rojan divê serî li Wezareta Karê Derve bide.
Wezîrê Karê Derve Martîn Schafer ê têkildarî destûrê daxuyaniyek da, diyar kir ku mijara destûr dayîn û nedayînê têkildarî xebatên dîplomasî ne. Di nirxandinên hatin kirin de hat diyarkirin ku Elmanya bi vî awayî pêşî li aloziyên Erdogan bigire û hem jî bandora rejîma AKP’ê ya li ser welatên wan bide şikandin.”
‘DESTÛRA ERDOGAN’ ÇAWA DERKET?
Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, ji bo tevlî civîna bilind a G-20'an a 7-8'ê Tîrmehê bibe wê bê bajarê Hambûrg ê Elmanyayê. Hat hînbûn, ji bo Serokkomarê Tirk Erdogan bi alîgirên xwe re mîtîngê lidar bixe, bi awayekî fermî serlêdan hatiye kirin. Der barê mîtîngên Erdogan de ku wê di navbera Berlîn-Enqereyê de rê li ber krîzeke nû veke, Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê daxuyanî da.
Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Sîgmar Gabrîel, di dema serdana xwe ya li Rûsya de anî ziman, ji bo Erdogan li Elmanyayê çalakiyekê lidar bixe serlêdana fermî hatiye kirin. Gabrîel got, "Niha pêwîstî bi mîtîng û çalakiyeke bi vî rengî nîne" û anî ziman, hikumeta federal ne alîgir e ku Erdogan û alîgirên wî li hev bicivin.
Lîderê SPD’ê Martîn Schûlz ê namzetê herî bi hêz ê hevrikê siyasetmedara demokratîk a Xirsistiyan Serokwezîr Angela Merkel a yek ji namzetê hilbijartina Meclîsa Federal ku di meha Îlonê lidar bixe ye jî diyar kiribû ku divê bi awayekî fermî mîtîngên Erdogan bên qedexekirin.
Nûçeya têkildarî mijarê:
https://anfkurdi.com/rojane/pisti-hitler-qedexeya-duyemin-li-erdogan-hate-danin-82557