Li Amsterdamê ji bo Yuksekdag çalakî hat lidarxistin

Li paytexta Hollanda Amsterdamê ji bo Hevseroka HDP'ê a girtî Fîgen Yuksekdag çalakiya piştgiriyê hat lidarxistin.

Li ser banga HDK-Hollanda li Qada Amsterdam ê ji bo Hevseroka girtî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag çalakî hat lidarxistin. Di axaftinan de hate gotin; "Ev hemû êrîşên ku li dijî jinan tê kirin, hewldanên ku li derveyî  siyasetê hiştine, di serî de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, di şexsê hemû parlamenterên jin yê HDP'ê de dixwazin pêk bînin."

Di çalakiyê de banga xurtkirina serhildan jinan a li dijî êrîşan hate kirin û hate xwestin ku piştevaniya li  jian were kirin. Her wiha banga piştevaniyê ji bo Fîgen Yuksekdag hate kirin, ku di 4'ê Tîrmehê de mahkemeya wê heye.

Di çalakiyê de wêneyên Fîgen Yuksekdag û parlamenterên jin yên girtî hatin rakirin, bi belavokan azadî ji Yuksekdag re hate xwestin. Di çalakiyê de wêneyên Akademisyen Nûriye Gulmen û Mamoste Semîh Ozakça ku di roja 114'an a greva birçîbûnê de ne hatin rakirin