Festîvala Zîlan bi semînera ‘Xweparastinê’ dest pê kir
Festîvala Jinê ya Zîlan bi semînerên ‘’Zayendîtiya Civakî’ û ‘Xweparastinê’ dest pê kir.
Festîvala Jinê ya Zîlan bi semînerên ‘’Zayendîtiya Civakî’ û ‘Xweparastinê’ dest pê kir.
Festîvala Jinê ya Zîlan li Elmanya her sal tê kirin, îsal festîvala 13’an bi dirûşma ‘’Bi Berxwedana Jinê Jiyana Azad Wê bi Ser Bikeve’ dest pê kir. Festîvala bi hevkariya Bûroya Aştiyê ya Jinê (CENÎ) û Yekîtiya Jinên Kurd (TJK-E) dest pê kir. Festîval bi semînerên ‘’Zayendîtiya Civakî’ û ‘’Xweparastin’ê dest pê kir. Di semîneran de behsa ziyanên zayendîtiyê hate kirin û giringiya xweparastinê hate destnîşankirin.
‘LI HEMÛ DEVERA DINYAYÊ WEKE HEV E’
Ozlem Dogan û Eva li ser zayendîtiya li dinyayê gotarên xwe dan. Di gotaran de li ser dîroka zayendîtiyê hate sekinandin û hate gotin: ‘’Li hemû dinyayê jin têne çewisandin, mêtin. Her çendî rengê mêtinê cuda jî be hişmendî yek e. Di dîrokê de jin tim hatin çewisandin û mêtin. Ev niha jî berdewam dike.’’
‘XWEPARASTIN HEQ E’
Jinên Ciwan ên Azad li ser ‘xweparastinê’ semînerek da û behsa giringiya xweparastinê ya ji bo jinê hate kirin. Mermal Botan û Zîlan Ateş di semînerê de axivîn, gotin wan ji bo xweparastinê kampanya dane destpêkirin û ji bo jiyaneke azad xweparastina mafekî wiha ye ku mirov nikare dev jê biqere.
Bernameya sereke ya festîvalê ku wê bi axaftina û hunermendan pêk were, saet 12.00’an dest pê bike.