'Me Sêwas ji bîrnekirye û em jibîrnakin'
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî 24'min salvegera Qetlîma Sêwasê de daxuyaniyekî nivîskî weşand û 33 kesên ku jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî 24'min salvegera Qetlîma Sêwasê de daxuyaniyekî nivîskî weşand û 33 kesên ku jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî.
KCD’ê kesên di şewitandina Otêla Madimaka Sêwasê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û wiha got: “Ji Sêwasê heta Sûr, Cizîr û Nisêbîn komkujî dewam dikin. Kujerên Madimakê û DAIŞ xwedî heman hişmendiyê ne. Em bang li hêza demokrasiyê dikin ku li hember vê pergala faşîst bêdeng nemîn e.”
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo salvegera şewitandina Otêla Madimakê ya Sêwasê ku di 2’ê Tîrmeha 1993’an de tê de 37 kesan jiyana xwe ji dest da daxuyaniyekî nivîskî weşand û kesên jiyana xwe ji dest dan bibîr anî. KCD di daxuyaniyê de diyar kir ku erdnîgariya Mezopotamya û Anatolyayê ku gelek nasname, ziman, çand, bawerî û ol bi hev re lê dijîn, di dîroka dewleta Tirkiyeyê de şahidiya gelek komkujiyên bêhejmar kiriye û hê jî dike.
WÊ HESAB BIDIN
KCD di daxuyaniyê de bibîr xist ku di 2’ê Tîrmeha 1993’an de li Otêla Madimakê ya Sêwasê 35 rewşenbîr bi awayekî zindî hatin şewitandin û wiha got: “Ev komkujiya Sêwasê ya li hemberî baweriyan û gelê me ne ya ewilî û ne jî ya dawî ye. Komkujiya Sêwasê ya ku berdewama pêkanîn û polîtîkayên pişaftin, qirkirin û komkujiyan e, di bingeha xwe de li hemberî gelan, baweriyan, îbadetxaneyan, çandan, hafiza û hebûna wan pêk hatiye. Di encama polîtîkaya avakirina yek civakî komkujiya Sêwasê pêk hat û hişmendiya 'herkes Tirk e, her kes misilman e, her kes sunî ye, her kes zilam e' ev sedsal in tê meşandin xistin meriyetê.”
KCD di dewama daxuyaniya xwe de ev tişt got: “Komkujiya Sêwasê wekî polîtîkaya dewletê li Roboskî, Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û bajarên din hatin hilweşandin û şewitandin e. Bi hezaran jin, zarok, ciwan kal û pîr di jêrzemînan û kolanan de hatin qetilkirin. Parêzerên kujerên komkujiya Sêwasê û yên ev komkujî rewa kirin gelek ji wan di nava AKP û MHP’ê de di raya bilind e siyasetê dikin. Divê ev yek di aliyê AKP û şîrikê wê MHP’ê de di ber çavan de were derbaskirin. Li ser vê komkujiyê 24 sal derbas bûn û li gel vê yekê jî hêj rû bi rû nehatine û ev jî nêrîna bloka faşîst a îktîdarê bi awayekî aşkera radixe ber çavan.
ME SÊWAS JI BÎR NEKIRYE Û EM JI BÎR NAKIN
Kujerên ku komkujiya Sêwasê pêk anîn û çeteyên DAİŞ’ê yên ku mirovan zindî şewitandin xwedî heman hişmendiyê ne û êdî derket holê ku ev her du alî jî ji bîrdoziya dijminatiya mirovahiyê, serî li nîjadperestî û faşîstiyê didin. Em 24’emîn salvegera komkujiya Sêwasê bi tundî şermezar dikin. Em di wê baweriyê de ne ku yên çavên xwe ji vê komkujiyê re girtine, yên ku wan teşwîq kirine, hemû aliyên tarî û qirêj li hemberî mirovahiyê, dad û hiquqa gerdûnî bên darizandin û rojên ku hesabê vê komkujiyê bidin nêzîk e.
Divê hemû hêzên demokrasiyê li hemberî dîktatoriya faşîst li dora demokrasiyê kom bibin û têbikoşin. Bersiva herî di cih de ya li hemberî komkujeran ev e. Hewceyiya lezgîn a gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bi vê yekê heye. Em hemû kesên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane û şehîdên demokrasiyê bi minetdarî bi bîr tînin. Em ê nirx û emaneta wan a demokrasî, edalet û azadiyê bilindtir bikin û bi serfiraziyê tacîdar bikin.
Em ê tu carî Komkujiya Sêwasê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin!”