5 Êzidî li Mûsilê hatin rizgarkirin

Fermandarê Polîsê Federal ê Iraqê Şakir Cewdet ragihand, li taxa Şîfa ya Mûsilê 30 sivîl ji aliyê hêzên Iraqê ve hatine rizgarkirin û 5 ji van Êzidî ne.

Fermandarê Polîsê Federal ê Iraqê Şakir Cewdet ragihand, li taxa Şîfa ya Mûsilê 30 sivîl hatine rizgarkirin 

Şakir Cewdet diyar kir, 20 ji sivîlên hatine rizgarkirin zarok in û got, "Di nava kesên hatine rizgarkirin de Êzidiyên bi navê Îsra Bereket, Esma Bereket, Rûkiye Besam Ahmed, Îlyas Xidir û Ebas Adil jî hene. Her pênc Êzidî wê radestî malbatên wan bên kirin."

Hat ragihandin 5 Êzidiyên hatine rizgarkirin, Êzidiyên ji Şengalê hatine revandin e.