Li Wanê, AKP'ê payeya endamê xwe yê gendelî dikir bilind kir

Endamê Meclîsa Şaredariya Tûşbayê Suleyman Can ê ku gelek caran bi îdîayên gendeliyê kete rojevê, li Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê weke karmendekî payebilind hate tayinkirin.

Suleyman Can, ku ji sala 2014'an û vir ve li Şaredariya Tûşba ya AKP'yî encûmenî kir, tevî îdîayên gendeliyê yên der barê wî de, li Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê payeya wî hate bilindkirin.

Suleyman Can ê AKP'yî, heta sala 2009'an li Midûriyeta Îmarê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê weke endezyarê nexşeyê dixebitî. Di vê demê de, ji ber karên xwe yên ne li rê, ji aliyê Şaredariya BDP'yî ve ji kar hate derxistin. Can, ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ew ji kar derxist û îdîayên gendeliyê yên derbarê wî de çû ber destê dadgeriyê, beriya erdheja sala 2011'an ket karê endezyariya nexşeyê.

PIŞTÎ BERTÎLÊ CIHÊ XWE LI NAVA ŞAREDARIYA AKP'YÎ GIRT

Li Wanê, ku bi qasî 2 trîlyonî deynê wî hebû, di dema guhertina îmarê de bertîl ji zêrfiroşan girt û bi vî rengî deynê xwe da. Di hilbijartinên herêmî yên sala 2014'an de bû encûmenê Şaredariya Tûşba ya AKP'yî.

LI ŞAREDARIYA AKP'YÎ JÎ DEWAM KIR

Can, karên xwe yên ne li rê li Şaredariya Tûşbayê jî dewam kir û tê zanîn, ku tenê ji karsazan bi sed hezaran lîre girtiye.

HAT DAYINKIRIN, NEÇÛ, MUÇEYÊ XWE DIGIRE

Suleyman Can, beriya salekê weke karmendekî payebilind li Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê hate dayinkirin. Can weke endezyarê nexşeyê li Enqereyê hate wezîfedarkirin, lê neçû Enqereyê. Can li Wanê dimîne û maeşê xwe ji Enqereyê digire. Suleyman Can ji partiya xwe AKP'ê razî ye.