Li Awûstralyayê li ser Rojava civîn û konferans

Li Awûstralyayê ji bo balê bikêşin li ser federasyona demokratîk a li Sûriyeyê, beriya konferansa pêkwere civîna gel hat lidarxistin.

Li bajarê Melboûrne yê Awûsturalyayê, John Tûlly di pêşengiya Awûstûralyayiyan de ji bo Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vîctorîa û Kurdistanê, 1’ê Tîrmehê wê konferansek bê lidarxistin.

Nirxandinên têkildarî konferansê li Zanîngeha Vîctoria bi civîna gel re hate kirin.

Vekirina civînê bi çanda kevneşopiya Aborjin hat kirin.

MUSLIM: EM NIRXÊN MIROVAHIYÊ DIPARÊZÎN

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim bi rêya vîdeoyê beşdarî civînê bû û axaftinek kûr kir. Muslim ragihand ku li Rojava nirxên mirovahiyê diparêzin.

Dayika Reece Hardîngyê ku li Rojava şehîd bibû Michelle Hardîng, Nûnerê Navneteweyî yê sendîkaya herî mezin a Awûstralya ACTU Andrea Aksemovîc, Nûnerê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Vîctoria Çekdar Deger, Parêzerê Cezayê Giran yê ku li welat tê naskirin Rob Stary û Parêzer Jessîe smîth weke axaftvan beşdarî civînê bûn.

Wê Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, Endamê Komîteya Avakirina Kobanê Hawzhîn Azeez û nivîskarê pirtûka 'Şoreşa Rojava' Ercan Ayboga bi rêya Skype beşdarî konferansê bibin.