Kujerê Apê Mûsa hate berdan
Kujerê Mûsa Anter (Apê Mûsa) Hamît Yildirim hate berdan.
Kujerê Mûsa Anter (Apê Mûsa) Hamît Yildirim hate berdan.
Kujerê nivîskar-rojnamevan Mûsa Anter, Hamît Yildirim ku ji sala 2012'an û vir ve girtî ye, ji aliyê 6. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve bi hinceta ku 5 salên wî yên girtî temam bûye, hate berdan.
Serdozgeriya Amedê, bi sedema ku cînayet organîze kirine, tevî Hamît Yildirim li hemberî Mahmût Yildirim ê bi navê kod Yeşîl, serhengê teqawît Şafak Gevrekçî û îtirafkar Abdulkadîr Aygan doz vekir. Doz hê di rûniştina destpêkê de bi îdîaya 'ewlekariyê' birin Enqereyê. Li 6. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê, bi salan biryar ji dozê derneket. Di nava vê pêvajoyê de doza JÎTEM'ê bi dosya Anter re kirin yek.
MÎROGLÛ Û KIZILKAYA JÊ RE BÛN KEFÎL
Derketibû holê ku Hamît Yildirim bi wekîlê AKP'ê Orhan Mîrolgû ku ajanê MÎT'ê ye û navê wî yê kod Tayfûn e, hevdîtin kiriye.
Her wiha Mîroglû û Mûhsîn Kizilkaya yên AKP'yî di dadgehê de ji Yildirim re bûbûn kefîl.