Li welatên Rojavayî piraniya kujeran sûcdarên berê yên krîmînal in

Tespîta wê hate kirin piraniya çeteyên DAIŞ’ê yên ku li welatên Rojava êrîş pêk anîne xwedî qeydên krîmînal in.

Lêkolîn hate kirin ku ji 29’ê Hezîrana 2014’an ve ku çeteyên DAIŞ’ê xwedêgiravî ‘xîlafet’ ragihande, li welatê Rojavayî 51 êrîş hatine kirin, ev êrîş li 8 welatan hatine kirin. Di van êrîşan de ku di serî de li Fransa, DYA û Elmanyayê 395 kes hatine kuştin û 1549 kes jî birîndar bûne.

Di van êrîşan de piranî têkildarî DAIŞ’ê 65 êrîşkar cih girtibûn.

Di lêkolînê de tê gotin li Fransayê 17 êrîş çêbûne, di serî de êrîşên 13’ê Mijdara 2015’an û Saînt Denîs û êrîşên 14’ê Tîrmeha 2016’an bû ew welat ku herî pir mirov lêh atin kuştin. Ji êrîşkaran 43 hatin kuştin, 21 jê hatin girtin û hê jî li yekî ji wan digerin.

Ji 63 êrîşkaran 63 zilam bûn û temenê êrîşkaran di navbera 15-52’an de bûne.

SÊ JI PÊNCAN JI SÛCÊN KRÎMÎNAL DOSYAYÊN WAN HEBÛN

Di lêkolînê de xaleke dî ya ku li ser hatiye sekinandin agahiyên welatîbûnê yên êrîşkaran e. Li gorî vê ji 3 paran 4 jê yên êrîşkaran li welatê ku êrîş pêk anîne welatî bûne. Ji van êrîşkaran 11 jê berê ne misilman bûne û piştre bûne misilman.

Di lêkolînê de xaleke dî ya girîng ew e ku beşekî girîng ên ji çeteyên ku êrîş pêk anîne berê jî dosyayên wan ên sûcên krîmînal hebûn. Ji êrîşkaran 12 jê di girtîgehê de mane û 37 jê jî sûcên wan ên krîmînal hebûne.

BI KÊMANÎ TÊKILIYA 3 KESAN JI VAN BI DAIŞ’Ê RE HATE TESPÎTKIRIN

Li gorî lêkolînê çar ji 5’ên çeteyên ku êrîşên  li welatên Rojava di van 3 salên dawî de pêk anîne, beriya niha bi rengekî ji hêla hêzên ewlehiyê an jî îstîxbaratê ve dihatin zanîn. Diyar bû ku ji van çeteyên êrîşkar bi kêmanî 12 jê, bi kêmanî carekê çûne welatên Rojhilata Navîn û perwerde standine.

Diyar bû ku ji êrîşkaran bi ji her sêyan 2 jê bi DAIŞ’ê yan jî bi çeteyên din re têkildar bûne lê beşekî girîng bi tena serê xwe êrîş pêk anîne.

HERÎ PIR FRANSA, DYA, BELÇÎKA Û ÎNGILTERE BÛNE HEDEF

Êrîşên terorîstî û komkujên ku piraniya wan DAIŞ’ê anî ser xwe û li welatên Rojava pêk hatin hin jê ev in:

7 Çile 2015: Du êrîşkarên ku guman ji wan hate birîn ku endamên El Qaîde ya Yemenê bûn li paytexta Fransayê Parîsê li dijî kovara mîzahê Charlîe Hebdo êrîş pêk anîn. Piranî jê rêveber û nivîskarên kovarê 11 kes hatin kuştin. Êrîşkarekî dî jî êrîş bi ser navenda zad a Yahûdî de bir û 4 kes hatin kuştin.

13 Mijdar 2015: Li paytexta Fransayê Parîs êli 5 deverên cuda û nêzî stada Saînt-Denisê 132 kes hatin kuştin. Bi kêmanî 90 ji van di êrîşa bi ser Şanoya Bataclanê de hatin kuştin. Êrîşkar û xwekuj hatin kuştin.

22 Adar 2016: Piştî ku serokkomarê Tirk Erdogan gef li welatên Ewropayê xwar li Brûkselê, bi ser baregehê û metroyê de bi hevdemî êrîş pêk hatin. Di êrîşan de 32 kes hatin kuştin, diyar bû ku çete bi êrîşkarên Parîsê re têkildar bûne.

12 Hezîran 2016: Li DYA, li bajarê Orlando li kulubeyeke şevê ku piranî LGBT’yî diçûnê êrîş pêk hat û 49 kes hatin kuştin. Êrîşkar ji hêla polîsan ve hate kuştin.

14 Tîrmeh 2016: Li bajarê Nîce yê Fransayê di salvgera pîrozbahiya şoreşa Fransayê de welatiyekî Tûnisî bi qemyonê êrîş bire ser gel û 86 kes hatin kuştin. Tebaxê bi ser dêrekê de êrîş pêk hat û mirovekî dînî hate kuştin. Beriya van komkujiyan du polîsên Fransiz, Hezîranê li malên xwe hatin kuştin.

22 Tîrmeh 2016: Li Munîhê ya Elmanyayê ciwanî 18 salî yê Îranî li çarşiya dorlêgirtî êrîş pêk anî û 9 kes kuştin. Êrîşkar piştre xwe kuşt, diyar bû ku ti têkiliya wî bi rêxistinên radîkal ên Îslamî re nîn bû.

15 Mijdar 2016: Li paytext Berlînê sûcdarê krîmînal Anîs Amrî bi tireke ku revandî li Çarşiya Nelê da ser gel û li gel ajokarê tirê 12 kes kuştin.

22 Adar 2017: Li paytexa Londra ya Ingiltereyê li ser pira Westmînster Brîdgeyê bi wesayitekê êrîş hate kirin û 5 kes hatin kuştin.

3 Hezîran 2017: Dîsa 3 çete bi wesayitekê li Londra, herêma Southwarkê dane ser gel û 2 jê polîs, 7 kes kêr kirin û kuştin.