Karayilan: Êrîşa li dijî Efrînê wê dawî li AKP-MHP'ê bîne!
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir, êrîşeke gengaz a dewleta Tirk a li hemberî Efrînê wê bibe destpêka bidawîbûna AKP-MHP'ê.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir, êrîşeke gengaz a dewleta Tirk a li hemberî Efrînê wê bibe destpêka bidawîbûna AKP-MHP'ê.
Karayilan, di hevpeyvîna xwe ya bi Radyoya Dengê Kurdistanê re, planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê dike, nirxand.
Ji bo pirsa "Bi taybetî di van rojên dawiyê de êrîşa dewleta AKP’ê ya li ser Efrîn û Şehba di rojevê de ye. Têkildarê vê agahiyê hûn çi dibêjin? Şerekî pêşerojê li Efrîn û Şehba xuya ye yan na?" Karayilan ev bersiv da:
"Rast e, agahiyên wisa hene, çapemenî pir behsa vê mijarê dike. Dewleta Tirkiyê bi taybetî di polîtîkaya xwe ya li ser Sûrî, Rojhilata Navîn û Rojavayê Kurdistanê de têk çûye. Ji bo Efrînê ger destdirêjiyeke dewleta Tirkiyê çêbibe, heya Rûsya, Îran û Sûrî erê nekin, ne mimkun e. Pêwîst e gelê me bizane ger dewleta Tirkiyê êrîşekê bike, vê encex bi destûra van dewletan dikare bike. Bi taybetî Rûsya di vir de roleke xwe ya bingehîn heye. Li Cerablûs û Babê jî dewleta Tirkiyê bi destûra Rûsya, heta ya hêzên hevpeymanê karî bikeve wan deveran. Lewre ev meseleyeke navdewletî ye. Dewleta Tirkiyê tewîzan dide, Tirkiyê pêşkêş dike, dixwaze riyekê veke, wisa li hinek cihan derketinekê li Sûrî bike. Di vê çarçoveyê de hewldaneke xwe ya dîplomatîkî heye û ji aliyê leşkerî ve jî hinek hêzên xwe kom kiriye.
Lê belê ez dikarim vê bibêjim, çawa ku wexta DAIŞ êrîşî Kobanê kir, me got ku, “wê Kobanî bibe Stalîngrad û êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê bibe destpêka ketina DAIŞ’ê”, ev gotin destpêka 2014’an hat kirin; niha lê vegerin û binêrin, di ser re 3 sal derbas bûn, ev gotin piştrast bû. Kobanî bû Stalîngrad û derbas kir, Kobanî bû destpêka ketina DAIŞ’ê. Vaye êdî paytexta DAIŞ’ê di bin zextê de ye, dike bikeve. Eger dewleta Tirk destdirêjiyê li ser Efrînê bike, heman tişt wê were serê rejîma AKP-MHP’ê jî. Wisa ne hêsan e. Ji xwe niha şerek heye, her roj bi top, tang, doçkayan ji Cindirêsê heya Şehbayê êrîşeke dewleta Tirk heye. Hesabên wan li ser Şehba hene. Ew jî girêdayî beşekî Kobanê ye, ango axa Kurd, Ereb û gelê Tirkmen jî li wir hene. Li ser Şehba planeke wan heye. Dixwazin ji Til-Rifat heya Minîxê bigirin. Wê bixwazin êrîşekê li ser wir pêş bixin. Lê li Efrînê zû bi zû nikarin, ji bo wan zehmet e. Ew der wê bibe Kobaniya duyem. Lê belê mumkin e li xeta Şehbayê hinek êrîşan pêş bixin. Li wir jî helbet hêzên Ceyş El-Suwar heye, Ereb, Tirkmen, Kurd, YPG-YPJ heye. Ango wê li wir jî şer dijwar bibe. Wê bikaribin, nikaribin wisa bikin, divê mirov binêre. Êdî kes li hemberî dewleta Tirkiyê hema bêparastin nîn e ku, were têkeve û bigire. Êdî Kurd hêz in. Şoreşa Rojava îro hêzek e. Tiştên ku artêşên mezin nikarîbûn bikin, vaye YPG li Reqa û li deverên din dike. Artêşa Tirkiyê ku were, wê li hemberî wan jî bikaribin heman şerî bikin. Baweriya me wisa ye, em wisa difikirin. Bi taybet gelê me yê Efrînê gelekî pir welatparêz û berxwedêr e. Em baş wana nas dikin. Divê xwe ji her rewşeke muhtemel re amade bikin, lê wisa hêsan nîn e, divê vê jî bizanin. Bi her şêwazî mimkun e êrîş çêbibe. Yek jî ev pêvajo neqediyaye, didome. Wekî şerê cîhanê yê sêyem e û wê hîn berdewam bike. Bi taybet hêzên li qada Şehba, pêwîst e di vê xisûsê de amadekariyên xwe hebin. Xuya ye ew çete û dewleta Tirkiyê çavê xwe berdane; ger destûrê ji Rûsya û aliyên din ên pêwendîdar bigirin, wê bixwazin hewldaneke wisa bikin. Ji bo wê niha tim êrîşên bi çekên giran pêş dixin. Ez bi xwe dibêjim, mudaxeleyeke wisa ya dewleta Tirk, wê şer hîn gur bike. Yek jî, her diçe Tirk xwe di Sûrî de bi cih dikin. Ev yek wê aloziya Sûriyê hîn kûrtir bike. Êrîşa dewleta Tirkiyê ya li wê xetê, êrîşek e li ser îradebûna gelê Sûrî jî. Ez bawer im gelên Sûrî giştî wê li hemberî vê bêhelwest nemînin. Dixuyê ku di xeta Cerablûsê de dewleta Tirkiyê qirkirina netewî pêk tîne. Ereban jî dide paş, hemû cih û warên Kurdan li ser hevalbendên xwe belav kiriye. Dewleta Tirk li wir roleke pir xirab dilîze, bi demografiya herêmê dilîze. Ev sûcek e. Yek jî mudaxele li ser îradeya gelê Sûrî ye û li hemberî vê, wê nerazîbûnên xurt pêş bikevin. Ango ger dewleta Tirkiyê tiştek wisa bike, wê bersiv jî xurt be."