Li Girtîgeha Bandirma êşkenceyê li girtiyan dikin

Bîrsen Guven ku ji bo hevdîtina birayê xwe çû Girtîgeha Bandirma a Bi Tîpa T’yê , got gardiyan êşkenceyê li girtiyan dikin.

Malbatên ku duh çûbûn Girtîgeha Tîpa T ya Bandirmayê diyar kirin ku rêveberiya girtîgehê êşkenceyê li zarokên wan dikin. Bîrsen Guven ê ku çûbû cem birayê xwe wiha ji gazeteşûjine re axivî:

‘’Bi giştî dema hevdîtinê 45 deqe ye. Piştî hevdîtinê dest pê kir bi 20  deqeyan gardiyan hatin û gotin hevdîtin qediya. Em jî rabûn ji bo ku xatir bixwazin. Dema ku me xatir dixwest qerdiyan bi carekê re bi ser girtiyan de çûn û bi tehfdanê ew birin devereke dî. Nehiştin ku em xatir jî ji hev bixwazin.’’

Bîrsen got girtî bi zorê birin devereke dî û got cihê ku ew birin wir êşkence li wan kirin. Bîrsen got rêveberiya girtîgehê li girtiyan dixe, dijûnî wan dikin û got: ‘’Dijûn li wan dikirin. Li wan dixistin. Em wiha 10 deqe man. Piştre qerdiyan hatin Me helwest nîşan da, me got, ‘we li wan xist, we dijûn li wan kir, em ê we bidin çapemeniyê’’. Gotine me, ‘’tişta ji destê we tê texsîr nekin’ û em derxistin.

Bîrsen got ew ji ber rewşa nasên xwe bi fikar in û got:’’Piştre derbarê wan ti agahî me wernegirt. Em ji rewşa wan bi fikar in. Çi ji wan kirin, çi bû em pê nizanin.’’ Guven her wiha got ji ber cezayê disîplînê ev 2 meh in bi telefonê nikarin biaxivin.