Halîm Dener wê li cihê lê hate kuştin bê bîranîn
Ciwanê Kurd Halîm Dener, ku di 30'ê Hezîrana 1994'an de li bajarê Hannover ê Elmanyayê dema afîşa ERNK'ê dadiliqand ji aliyê polîs ve hate kuştin, wê di salvegera 23'an de bê bîranîn.
Ciwanê Kurd Halîm Dener, ku di 30'ê Hezîrana 1994'an de li bajarê Hannover ê Elmanyayê dema afîşa ERNK'ê dadiliqand ji aliyê polîs ve hate kuştin, wê di salvegera 23'an de bê bîranîn.
Halîm Dener ê 16 salî, di 30'ê Hezîrana 1994'an de dema afîşa ERNK'ê dadiliqand, ji aliyê polîsê bi navê Klaûs T. ê di nava yekîneyên taybet de bû, hate kuştin.
Dewleta Elman, bi taybetî rêveberiya Eyaleta Saksonya Jêrîn ku bi polîtîkayên xwe yên tund ên li dijî Kurdan tê naskirin, ji bo navê Halîm Dener bide jibîrkirin ev 23 sal in çi jê tê dikin. Kurd û dostên wan ên li bajêr dijîn jî, ji bo navê Halîm Dener bidin jiyîn, têdikoşin.
Di salvegera kuştina wî de, wê li meydana Steîntor cihê Dener lê hate kuştin, çalakiyeke bîranînê were lidarxistin. Çalakî wê saet di 17:00 de dest pê bike û ji Şaredariya Hannoverê were xwestin, ku biryara şaredariya herêmê ya ku navê Halîm Dener li meydanekê were kirin, bi cih bîne.
Li Hannoverê, hewldan û antî propagandayên lobiya Tirk, partiyên li hikumeta federal SPD û CDU bê encam ma bûn. Şaredariya Lînden-Lîmmer ya Hannoverê, ji bo navê ciwanê Kurd Halîm Dener li meydanekê were kirin, çend roj berê biryareke nû da bû.
Şaredariya Lînden-Lîmmer ku tevî koçberên Kurd gelek çepgir û demokrat lê ne, ji bo navê Halîm Dener neyê jibîrkirin ev demeke hewl dide. Heta niha destûr nedihat dayin ku li ser navê Dener bîrdariyek jî bê danîn. Bîrdariyên li cihê lê hate kuştin dihat danîn, piştî çend rojan ji aliyê şaredariyê ve dihatin rakirin.