Endamên Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) roja Duşemê nobed dewr girtin. Endamên KJAR'ê ji hingî ve belavok û broşurên li ser jiyan û nêrînên Ocalan belav dikin.
Çalakgeran li ser nobeda xwe ji ANF'ê re axivîn û gotin, eleqeyeke mezin ji bo têkoşîn û nêrînên Ocalan hene. Endamên KJAR'ê diyar kirin, mirovên li herêmê dixwazin li ser Kurdan û têkoşîna wan hê bêhtir agahiyan bigirin.
Çalakgeran bal kişandin ser girîngiya çalakiyên li gelemperiya cîhanê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin, ew jî dixwazin tevkariyê li vê yekê bikin.
Jinan diyar kirin, Ocalan ne tenê ji bo Rojhilatê Kurdistanê, her wiha ji bo çareseriya pirsgirêkên li gelemperiya Kurdistanê û Rojhilata Navîn xwedî pêşniyaran e û gotin, ew êdî nikarin xwe li esareta wî rabigirin.
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de dest pê kir, ev 5 sal in bi rengekî bê navber dewam dike. Hefteya derbasbûyî, bi wesîleya salvegera pêncemîn, hevserokên pêkhateyên Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) nobed girtibûn. Piştî nobeda hevserokan, bi beşdariya gelek parlamenterên Ewropî û parlamenterên HDP'ê mîtîngek hatibû lidarxistin.