Zîlan li Erîvanê hate bîranîn

Zeynep Kinaci (Zîlan) di salvegera 21. a çalakiya xwe ya canbexşane de li paytexta Ermenîstan Erîvanê hate bîranîn.

Ji bo bîranîna Zeynep Kinaci (Zîlan), li paytexta Ermenîstan Erîvanê Kurdistan Komîteyê civînek lidar xist. Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir.

Endamê Kurdistan Komîtê Dawût Karasû di destpêka civînê de axivî û destnîşan kir, ku Zîlan ji bo tevahiya gelê Kurdistanê bi taybetî jinên Kurd tê wateya azadî û serketinê.

Karasû got, "Hevrê Zîlan di demeke welê de çalakî pêk anî, ku dijminê Kurdan bi taybetî jî dewleta Tirk û hemû dewletên biyanî hejiyan."

Piştre Seroka Kurdistan Komîte Jinîka Qadir peyivî û got, "Weke jinên Kurd em di serî de bejna xwe li ber çalakiya hevrê Zîlan ditewînin. Çalakiya wê ji dil û can silav dikin. Bi keda şehîd Zîlan û hemû şehîdên me em îro weke jinên Kurd li cîhanê serbilind in."

Serokê Şêwra Kurdên Ermenîstanê û Parlamenter Kinyasê Hemîd dûre axivî û got, "Bi saya şehîdan em îro dikarin xwe baş biparêzin. Bang li gelê Kurd dikim ku di demeke nêz de tifaqa xwe bi lez xurt bikin û kongreya neteweyî bicivînin. Wê demê em ê karibin azad bibin û xwîna şehîdên me li erdê nemîne."