Li Îzmîr û Wanê bi dehan kes hatin binçavkirin

Li Wan û Îzmîrê, polîsên Tirk avêtin ser malan û 45 kes kirin bin çavan.

Li Îzmîrê, ku duh 'Nobeda Edaletê' dest pê kir, polîsan danê sibehê avêtin ser gelek adresan. Di serdegirtinê de rêvebera Halkevî Evrîm Çakir, endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Piştgirî û Azadiyê (ODP) Onûr Kiliç jî di nav de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin.

LI ERDÎŞÊ 35 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li navçeya Erdîş a Wanê jî, polîsan danê sibehê avêtin ser gelek malên li taxên Sêvek, Qerekîs, Doxançî û navenda navçeyê. Di encamê de 35 kes hatin binçavkirin. 27 ji 35 kesên nayê zanîn bê ji ber çi hatine binçavkirin birin Qereqola Jendermeyan a Bajêr, 8 jî birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.

Hin ji kesên hatine binçavkirin ev in: Endamê Meclîsa Şaredariyê yê DBP'yî Farûk Koken, Mahmût Bîlîcî, Adem Sala û Bedran Sala.