DMME’yê ji bo wekîlên girtî yên HDP’ê ji Tirkiyeyê daxwaza parastinê kir

DMME’yê, serlêdana 17’ê Gulana 2017’an a ji bo Hevserokên Giştî yên HDP’ê Salahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û welîlên din ên girtî, nirxand. DMME’yê ji bo 12 parlementerên HDP’ê yên ku 10 jê girtîne ji Tirkiyeyê daxwaza parastinê kir.

DMME’yê, serlêdana parlemeterên HDP’ê yên girtî ya 17’ê Gulana 2017’an a ji bo Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, nirxand. DMME’yê ji bo 12 parlementerên HDP’ê yên ku 10 jê girtîne ji Tirkiyeyê daxwaza parastinê kir. DMME’yê ji bo parastina parlementerên girtî ji bo Tirkiyeyê heta 20’ê Cotmeha 2017’an dem diyar kir. DMME’yê ji bo Hevserokên Giştî yên HDP’ê Salahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlementer Îdrîs Balûken, Besîme Konca, Abdulah Zeydan, Nîhat Akdogan, Selma Irmak, Ferhat Encu, Gulseren Yildirim, Nûrsel Aydogan û Çaglayan Demîrel ji Tirkiyeyê parastin xwest.

DMME’yê ji Tirkiyeyê di bin 7 sernavan de parastin xwest. DMME’yê, pirsta bi girtina 12 parlementera Tirkiye madeyên têkildarî peymana DMME’yê, îxlala kiriye an ne.

Di 17’ê Mijdara 2016’an de ji ber sedema astengkirina xebatên yasayî yên parlementerên HDP’ê, astengkirina hilbijartin û hilbijêran serlêdanên takekesî li Destûra Bingehî hatibûn kirin. Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo parlementerên girtî di sala 2013’an de, tevî biryara Balbay li holê jî tevî derbasbûna 8 mehan jî serlêdanan wan pêk li ber çavan negirtin. Li ber derengketina biryara Dadgeha Destûra Bingehî (AYM) HDP’ê 17’ê Gulanê bi sedema “Rakirina destlênedayîna parlemeteran li dijî yasayê ye” û “ Girtina wan dijî qanûnê ye” serî li DMME’yê dabû. AYM hê jî têkildarî girtina HDP’yiyan biryar nedaye, serlêdan ji bo DMME’yê, ji bo HDP’yiyên girtî ji Tirkiyeyê parastin xwest.

Serlêdana 17’ê Nîsana 2017’an a jibo Parlemetera HDP’ê ya Mûşê Bûrcû Çelîk jî hê nehatiye nirxandin.

Li Tirkiyeyê, li ser biryarnedana biryara ku AYM’ê bidaba, dîsa ji ber ti biryar ji DMME’yê jî derneket, endamtiya partiyê û wekîltiya Fîgen Yuksekdag û Nûrsel Aydogan hatibûn betalkirin.