Li Elmanyayê li dijî Erdogan afîşên ‘’şiyar bin’’

Heftiya pêş me Serokkomarê Tirk Erdogan ji bo civîna G-20’ê wê were Elmanyayê, li Elmanyayê afîşên bi navê ‘’şiyar bibin’’ hatin daliqandin.

Markaya navdar a vexwarinê ya Elmanyayê Frîtz-kola ji bo balê bikişîne ser serokdewletê DYA’yê Donald Trûmp, lîderê Rûs Wladîmîr Putîn û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, ku wê tevlî civîna G-20’ê bibin afîş daliqandin.

Li garên trênan, balafirxane, li deverên navendî yên bajarên mezin ên Elmanyayê, li dijî lîderan afîşa bi gotina ‘şiyar bin’ hate daliqandin.

Frîtz-kola, ku vexurka xwecih a Hamburgê hildiberîne û bi fikra ku bibe alternatîfa cova-colayê derket, bi van afîşan armanc dike ku balê bikişîne ser axaftinên lîderên totalîter ên ku wê tevlî civîna G-20’ê bibin.

Midûrê şîreketê Mîrco Weîgert ku armanc dike mirov li bara civîna G-20’ê bihistyar bin, dibêje, ‘’ji bo me ya girîng ew e ku em mirovan bidin axaftin û bikin ku bibin xwedî helwest. Di civîna G-20’ê de ne dadmendî û qirêjiya hawîdorê divê bibin mijarên sereke.’’

Serokkomarê Tirk ku 7-8’ê Tîrmehê ji bo tevlî civîna G-20’ê bibe wê li Hambûrgê be, Erdogan ji bo ku bi alîgirê xwe re mîtîngê çêbike bi fermî destûr xwestibû lê Hikûmeta Federal ev destûr neda Erdogan.