Karayilan: Artêşa Tirk li pêşberî gerîla binketî ye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan, rojev ji radyoya Dengê Kurdistanê re nirxand.

Karayilan şerê li Bakurê Kurdistanê nirxand û diyar kir, artêşa Tirk li pêşberî gerîla di rewşeke têkçûyî de ye.

Karayila bersiv da pirsên radyoyê:

Di serî de îro 21. salvegera şehadeta Zîlan (Zeynep Kinaci) e. Zîlanbûn çi ye? Hûn ruhê fedaîbûnê çawa dinirxînin?

Îro 21. salvegera şehadeta hevrêya fedayî Zîlan e. Em di kesayeta hevrê Zîlan de tevahî fedaiyên şehîdên şoreşa me ya azadiyê bi bîr tînin û li hemberî bîranîna wan bejna xwe ditewînin. Heman demê duh wekî 29’ê Hezîranê salvegera şehadeta Şêx Saîd bû. Berî vê 92 salan Şêx Seîd û hevalên wî ji aliyê dagirkeriya dewleta Tirkiyê ve hatin darvekirin. Lê doza wan îro didome. Di şexsê Zîlanan de ewladên wan îro wekî fedaiyan li ser vê axê têkoşîn dikin, bi vî awayî bîranîna wan tê jiyandin û lê xwedî derketin çêdibe. 

Tevgera me destpêka derketina xwe, ango derketina Rêber APO, derketina fedaiyan e. Di naveroka tevgera me de ji xwe ruhekî fedaî heye. Dema mirov li berxwedana zîndanan, berxwedana çiyê binêre, ev li ber çav e û dixuye. Encex hevala Zîlan ev ruh di asteke bilind de û di demeke pir girîng de temsîl kir û bi çalakiyeke balkêş pêş xist. Sala 1996’an dijmin di 6’ê Gulanê de êrîşek li ser Serokatiya me pêk anî. Hevala Zîlan bi vê çalakiya xwe raber kir ku, mirov çawa dikare li Serokatiyê xwedî derkeve, mirov çawa bi awayê fedaî li hemberî dijmin raweste; bi vî awayî hem Serokatiyê biparêze, hem jî bersivên pêwîst bide dijmin. Çalakiya hevala Zîlan ji vê re bû nimûne û bû xetek. A duyem jî, di wê demê de xitimîneke taktîkê hebû. Çalakiya hevala Zîlan bû wekî gavavêtin û derketineke taktîkê jî. Ji aliyê parastina Rêber APO ve ji dijmin re bû bersivek, lê heman demê bû derketineke taktîkê. Lewre çalakiya hevala Zîlan pir watedar e. Di vê der heqê de derketina rêheval Zîlan (Zeynep Kinaci) bisîstemkirina ruhê fedaîbûnê ye, temsîla ruhekî ye. Mirov dikare bibêje, sekina rêheval Zîlan cewherê Apogeriyê ye. 

Ji xwe pişt re fedaîtî hîn pêş ket, bû sîstem, li ser wê ruhê Hêzên Taybet ava bû. Dû re Tabûra Nemiran ava bû. Ango wisa êdî bû sîstemek. Îro ew ruhê ku hevrê fermandar Zîlan temsîl kirî, wisa bû xetek. Ji xwe hevala Sema, hevala Gulan û hwd. bi sedan hevalan di heman xetê de şopdariya hevrê Zîlan kirin. Ev ruh bû ruhekî şoreşgerî, ruhekî Apogerî û pîroz. Wateya hevrê Zîlan, pêşengtiya vê kirine. Weke jineke Kurd, rexmê di jiyana civakî de gelek derfetên xwe yên madî û cur be cur hebû, cardin beşdarî şoreşê bû. Dûv re di hundirê şoreşê de bi zanistiyeke kûr xwest di asteke zîrveyî de rol bilîze, bibe xwediyê çalakiyeke mezin. Jixwe di nameya xwe de dibêje: “Ez dixwazim bibim xwediyê çalakiyeke mezin”. Bi rastî jî bû xwediyê çalakiyeke mezin û derketineke wisa pêk anî. 

Zîlanbûn tenê ne pêkanîna çalakiyeke fedaî ye. Zîlanbûn, heman demê terzê jiyanê ye. Hemû heval, hevrê û her kesên dixwazin bibin şopdarên fedaî yên Zîlanan, divê em bizanin Zîlanbûn ruhek e, lê heman demê terzekî jiyanê ye. Divê mirov bikaribe vê di jiyana rojane de temsîl bike. Di parastina xetê, parastina Rêbertiyê û parastina nirxên şoreşê de pêşxistina fedakariyê ye, pêşxistina têkoşînê ye, avakirina jiyana partîbûnê û hevrêtiyê ye. Kesê wisa neke û Zîlan tenê weke çalakiyeke balkêş, dijwar û fedaîtiyê bibîne, wê şaş bibe. Ew tenê aliyek e, rast e. Lê belê ya bingehîn Zîlanbûn, terzekî jiyana partîbûnê, hevrêtiyê, têkoşîna hundir û derve ye. Li hemberî her şêwazê êrîşan parastina nirxan e. Zîlanbûn bi esasî wisa ye.

Îro dijmin li hemberî tevgera me, li hemberî kadroyên me û li hemberî gelê me êrîşên pir berfireh, êrîşên şerê psîkolojîk pêş dixe. Li hemberî êrîşên dijmin bi biryardarî rawestîn girîng e. Çi fizîkî dibe, çi jî psîkolojîk dibe, divê tu li hemberî êrîşên dijmin ên bi her cureyî bikaribî bi biryardariyeke mezin rawestî. Di ti kêliya têkoşînê de dudilî û sistiyê çênekî. Temsîlkirina ruhê Zîlanbûnê ev e, pêwîstî bi vê heye. Ev nîşana çi ye? Ev nîşana serketinê ye. Ruhê Zîlanbûnê serkeftinê bi xwe re tîne. Kesê wisa xwe bi serketinê ve kilît bike û ji bo serkeftinê bi her awayî fedakariyê bide ber xwe, ew wê di kesayeta xwe de û di têkoşîna xwe de serkeftinê ava bike. Zîlan ev e. Xeta Zîlanbûnê bi esasî xeta serkeftinê ye. Divê mirov wisa nêzîk bibe. Di tevgera me ya azadiyê de Zîlanbûn çiqas bê jiyandin, em ê ewqas nêzî serkeftinê jî bibin. 

We behsa Zîlanbûnê û jiyanbûnê kir, ango Zîlan û jiyan bi hev re nirxand. Hûn girîngiya xeta Zîlan di nav jiyana gerîla de û di nav meşa Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de çawa digirin dest? Di pratîkê de ev çawa berbiçav dibe? 

Mirov dikare bibêje, di têkoşîna me de niha Zîlanbûn di asta herî bilind de ye, di lûtkeyê de ye û pratîk vê eşkere dike. Nimûne, sala 2016’an di dîroka têkoşîna me de bû sala fedaiyan. Tenê çalakiyên fedaî 27’in û piraniya wan çalakiyên serkeftî ne. Ango ji çalakiya Enqereyê destpê kir, heya çalakiya Stenbol/Beşîktaşê hat. Wisa raber bû ku, kesên di xeta Zîlan de kûr bûyîn, di Apogeriyê de jiyan nas kirîn û tê de lêhûrbûn pêş xistîn, çiqas kesên bipîvan in, çiqas hesas û deqîq in, çiqas afrêner in. Ango dikarin çalakiyên herî zehmet, ên jê re mekan, zeman û pîvan pêwîst in, bi şiklekî afrêner bi ser bixin. Çima? Ji ber ku ew pir rihet in, wekî biçin dîlana mezin a azadiyê afrênerî li gel wan pêş dikeve. 

Em pirek ji van çalakiyan binêrin; ger deqeyek berê çalakî pêk were, wê şaş be û deqeyekê pişt re jî çêbibe, wê şaş be. Di çalakiya Beşîktaşê de hat dîtin ku, ew qelebalixa ji futbolê belav dibe, ger çalakî wê demê çêbûba wê gelek sivîlan jiyana xwe ji dest bidan, lê dereng bikiran jî wê ew hedef jî biçûna. Hevalê li wir çalakî dike zeman, mekan wekî milîmetrîk tespît dike û pêk tîne. Ev afrêneriyek e. Nexwe Zîlanbûn, fedaîbûn heman demê afrênerî û fermandarî ye, di taktîk û rêbazan de kûrbûn e. Ev ruh îro di têkoşîna me de bilind e. Pratîka sala çûyî, çalakiyên pêk hatin jixwe vê eşkere dikin. 

Xisûsa din, wekî tê zanîn par berxwedana şerê ji bo Xweseriya Demokratîk, ango şerê bajaran hebû. Di berxwedanên şerê bajaran de ruhê serwerî kirî, ruhê Zîlanbûn û fedaîbûnê ye. Li wê derê tiştê bi temamî serwer, bi rastî fedaîbûn e. Di şexsê Çiyageran, Xebatkaran, Zeryanan, Çekoyan, Axînan de, cardin di şexsê Îslam û Bêrîtanan de ji berxwedana Sûrê heya Nisêbîn, Hezex, Cizîr, Şirnex û Geverê tiştê pêk hatî, Zîlanbûn e. Rêbaz û xeta Zîlan li wir serwer e. Bi vê bîr û baweriyê ew berxwedan hatin pêşxistin. Ma ne rêheval Çiyager di pêşengtiya xwe de tevî 60 kesan civînê çêdikin, biryar digirin û dibêjin, “em ê di xeta Zîlan de heya dawiyê şer bikin.” Di wê civînê de wê gotina xwe ya dîrokî tîne ziman û dibêje: “ENCAM ÇI DIBE BILA BIBE, WÊ MÛHTEŞEM BE!” Ev ruhê zaferê ye. Di têkoşîna me de ev ruh îro di asteke bilind de jiyan dike.

Vê dawiyê rewşa artêşa Tirk çawa ye? Her tim xwe serketî nîşan didin. Bi dîtina we rewşa leşkerî ya artêşa Tirk di kîjan astê de ye?

Rast e, dewleta Tirkiyê di vê der heqê de her tim xwe serketî raber dike. Ev rêbazekî hêzên hegemonîk û desthilatdar e. Lê belê aliyê vê yê bingehîn, ji lewazî û ketina wan pêk tê. Şerê taybet û şerê psîkolojîk pir didin pêş. Dijminên me jî niha li hemberî me şerê psîkolojîk pir berfireh dimeşînin û di destê wan de gelek amûrên propagandayê hene. Televîzyonên xwe zêde ne, rojnameyên xwe zêde ne. Eger em hefteyê yan jî mehê carekê diaxivin, ew her roj diaxivin û hemû amûrên xwe dixin dewrê. Dixwazin têgihiştina “em xurt in, kes bi me nikare” serwer bikin, encex rastî ne wisa ye. Tevgera Azadiyê ya di bin pêşengiya Rêber APO de hatî birêxistinkirin, bi esasî dagirkeriya Tirkiyê xistiye. Dagirkeriya Tirkiyê tiştê ku der daye dixwaze cardin bigire. Ango li Kurdistanê der daye, di nav civaka me Kurdan de der daye. Ma ne wana dixwestin hemû ciwanên Kurd bikin Tirk! Ka hemû bûn Tirk? Na, nebûn. Dagirkeriyê bi awayekî stratejîk der daye. Dixwazin tiştên ku der dane, cardin qezenç bikin. Ji bo wê ketine nav hewldaneke berfireh, lê êdî ew taqeta wan jî nîn e. Ew derfetên wan ên kevin niha nîn in. Berê NATO li pişta wan bû, hemû kesan ew guhdar dikirin, hemû kes bi wana re bûn, lê niha ne wisa ye. Êdî heqîqeta Kurd û Kurdistanê eşkere bûye û ew nikarin li ser vê bigirin. Êdî pirsgirêka Kurd li ser masê ye, di rojevê de ye. Êdî kes nikare bi paş de vegerîne. Lê belê ew cardin jî hewl didin. 

Di van salên dawiyê de projeyên wana çi bûn? Me tune bikin, Şoreşa Rojava bixeniqînin û bixin lîsteya terorê. Dewleta Tirkiyê li ser Rojava binketineke cidî ya leşkerî û dîplomatîk xwar. A din, xwestin li ser Başûr polîtîkayekê bimeşînin. Rêxistinên Başûr, bi taybetî PDK’ê ji xwe re bikin rêheval û wisa şerekî Kurd û Kurd pêş bixin, lê di vê hewldana xwe de jî encam negirtin. Planên dewleta Tirkiyê li ser Başûr pêk nehatin. Xwestin li ser Rojhilatê Kurdistanê jî, bi dewleta Îranê re îtifaqê çêbikin, li her derê hem-ahengiyekê çêbikin. Ji ber  nakokiyên di navbera wan de li wir jî negihiştin encama dixwestin. Dibe ku di hinek mijaran de cardin digihin hev; bi esasî ew xeterî di pêş de jî heye ku bigihin hev, lê niha negihiştine encamê. Ya herî girîng, ev êrîşên wan ên bi şêwazekî bê hiqûq, bê exlaq di cîhanê de qet nimûne û hempayê xwe nîn e. Dixwestin li Îmraliyê bi meşandina êrîşa psîkolojîk, êşkenceya psîkolojîk û tecrîda li Îmraliyê hinek encam bigirin. Ango Rêber APO ji me qut bikin ku, têkiliya me ya bi wî re qet çênebe, ji gel qut bikin, dengê xwe qet dernekeve, wisa bikaribin gel teslîm bigirin û di tevgerê de jî pirsgirêkan ava bikin û bi vî awayî biçin encamê. Lê di vê yekê de jî negihiştin encamê. 

Bi giştî dagirkeriya Tirkiyê tengasiyê dijî. Ji ber rejîma AKP û MHP’ê îtifaq bi hev re çêkirin ku, konsepteke nû bimeşînin, êrîş bikin, Têkoşîna me ya Azadiya Kurdistanê têk bibin. Lê belê her ku çû, ew hîn ketin binî. Nimûne, herî dawiyê hesabê wan ê li ser Rojava, bi taybetî yên li ser Reqayê pêk nehat, derbeyek xwarin, lê raber nakin. Erdogan digot, “em ê biçin Reqayê, Minbicê”. Xwestin vê pêvajoyê wekî mudaxeleyekê pêş bixin, lê di wir de xitimîn, binkeftineke cidî ya dîplomatîk jiyan kirin. A din, di mijara referandûmê de jî xwe serkeftî raber dikin. Ya rastî her kes dizane kî bi daf û derewan xwe bi ser xist. Di heqîqetê de li Tirkiyê ew bin keftine. Ango ji sedî 49 li dijin, ew jî bi şik û guman e. Di wir de jî binketin jiyan kirin.

Mirov dikare bibêje, di vir de bi hewldanên ku pêş xistine, negihiştine encamê. Ev meseleya Qeterê, ya rastî qeyrana niha li wir heyî bi awayek bingehîn a Tirkiyê ye. Ango çi tiştê ku Qeterê bi tena xwe kirî nîn e; hemû tevî Tirkiyê kiriye. Alîkariyên ji DAÎŞ’ê, El-Nûsra, Îxwan El-Mûslimîn re kirine, hemû alîkariyên dane hêzan, ku niha bi wana tên tawanbarkirin, ev hemû tevî Tirkiyê kirine, şirîkê hev in. Bala xwe bidinê, ew jî fêm kirine û ji bo wê pir zêde lê xweyî derdikevin. Nexwe Erdogan dixwest di Rojhilata Navîn de serkêşiya eniya Sûnî bike, xwe fatih raber bike, wekî padîşahekî Osmanî, pêşengê Îslamiyetê be. Niha çi bû? Niha ji wê hat derxistin. Cîhana Îslamî jî êdî bi şik û guman li Erdogan dinêre. Di wir de jî tenê ma. Berê NATO di her babetê de bi wana re bû, pirsgirêka Kurd di bin wesayeta wan de bû. Niha NATO jî di her babetê de ne bi wana re ye. Ango êdî tecrîdekê jiyan dike. Erdogan wek serokomarekî dixwaze biçe Elmanya, dewleta Elmanya rê nade ku civînekê bi alîgirên xwe re li wir çêbike, salonê nadinê. Dîsa Almanya leşkerên xwe ji Încîrlîkê kişand. Ev ne tiştekî ji rêzê ye, lê vê jî wekî ji rêzê raber dikin. 

Ev rewş hemû çi eşkere dikin? Ji derve de êdî Tirkiye ber bi tenê mayînê ve diçe. Berê van her çar dewletên dagirker bi hev re tifaq dikirin, êdî derfeta vê jî ewqas nîn e. Her çiqas niha ew û Îran nêzî hev bibin jî, derfeta berê êdî nîn e. Di hundir de jî pirsgirêk heya çongê ne. Heya niha yê ku dihişt Erdogan û AKP ewqas hespê xwe li Tirkiyê bibezînin, kî bû? CHP bû. CHP ji bo Tirkiyê her tim ekaze bû. Vaye êdî CHP dibêje bes e, derketiye kolanan û ji bo edaletê dimeşe. Eger îro CHP edaletê dixwaze, divê mirov fêm bike ku edalet li Tirkiyê çawa ye! Tirkiye di qrîzekê de ye. Lê belê bi hukmê çapemeniyê, bi hukmê propagandayan her ser digirin, wekî bi ser dikevin, raber dikin. Rastî ne wisa ye. Di dîrokê de dagirkeriya li ser Kurdistanê, bi taybetî dagirkeriya Tirkiyê di dema xwe ya herî lewaz de ye. Ev rastiyeke pir eşkere ye. Wekî ji civaka Kurd re bibêjin, “kes bi me nikare!” Encex êdî qul û qewar tê de vebûne, ew nikarin pêşiya doza azadiya Kurd bigirin. AKP-MHP di vê xisûsê de dixwazin bi taktîkên êrîşê biçin encamê. Rexmê lewaz in, dixwazin xwe êrîşkar raber bikin, qet lewaziyên xwe raber nekin, bi vî awayî biçin encamê.

Ya duyemîn, dagirker ji dîrokê dizanin ku raperînên gelê Kurd, cardin bi destê hinek Kurdan şikandine. Şer kirine şerê Kurd û Kurd, bi vî awayî serhildanên gelê Kurd şikestine. Erdogan jî xwe şareza dibîne ya, ew dixwaze cardin wisa bike. Di vê der heqê de bi giştî pir hêvî û planên xwe li ser Başûr hene. Dixwaze şerekî navxweyî çêbike. Li ser Rojava cardin bi heman awayî hinek Kurdan bigire aliyê xwe, Kurd bi Kurd bixe. Planên xwe wisa bûn. Lê ew heya niha negihiştine encamê. Xwestin li Şengalê şer derxin, lê tevgera me bi xwînsarî nêz bû, ew li valahiyê xistin û polîtîkaya wan bin xist. Niha li Bakur jî dixwazin cerdevaniyê xurt bikin, nûjen bikin, perwerde bikin. Ji bo vê bi rêya pereyên wan zêde bikin, derfetên civakî yên sîgorta û tiştên wisa bidin, Kurdan bikişînin nav sîstemeke nû, ku bikaribin xizmeta dewletê bikin. Di van demên dawiyê de Hizbulahê derdixin pêş. Dibe ku Hizbulah niha ne bi çek e. Di konsepta dewletê de civak girtin jî heye. Ji bo civakê bigire Hizbulah tam ketiye xizmetê. Wan dikin sazî, wan dixin televîzyonê, radyoyê, cîhazên dewletê bi cih bikin û bi vî awayî dixwazin bi rêya wan ji Têkoşîna Azadiya Kurdistanê re astengiyê çêbikin. Dîsa xetên siyasî yên hevkar hene. Pir ji vana pala xwe didin PDK’a Başûr. Dixwazin ji wan îstifade bikin, bi rêya wan rewabûna îxanetê pêş bixin, wana ji xwe re bikin hevalbend, lê ew hewldaneke vala ye. Çima? Bakur êdî ji destê wan çûye. Êdî ne xeta hevkar, ne Hizbul-Kontra, ne jî ew pere û pûlên ku didin cerdevanan nikare li ser vê civakê bandor bike. Her kesê cerdevan jî êdî heqîqeta vê rewşê fêm kiriye. Em bawer nakin bi van tiştan bigihin encamê. 

Lê belê em jî li hemberî vê divê ku siyaseteke netewî bimeşînin, li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava li her derê vê esas bigirin. Jixwe niha di rojevê de tê nîqaş kirinê, tiştê ku me li hemberî dijmin xurt bike çi ye? siyaseta netewî ye. yên ku bi siyaseta netewî bawer nakin bi yên dijmin bawer dikin wê ew bikevin, bi ser nakevin. Ji ber ku dijmin ti caran nabe dost. Dijminên ku dixwazin li ser tunebûna te xwe ava bikin wê çawa bibin dost? Êdî vê heqîqeta baş fêm bûye, rêya rast yekîtiya vî gelî ye, siyaseta netewî ye. Vaye ger ku em li hemberî van hewldanên AKP û MHP hem di warê taktîk-teknîk û hem jî di warê netewî de rêbazên xurt bimeşînin ew xurtiyê wan, an jî ew tiştên ku ew jê hêvî dikin wê wisa têk biçe. Ji bo wê em dibêjin her tişt bi xurtbûn û xeta rast re derbas dibe. Ger kûranî di vê xetê de çêbibe emê teqez bi ser bikevin. Ji ber ku ev dijmin êdî lewaz bûye. 

Gerîlayê azadiya Kurdistan îro di astekê de têkoşînê dimeşîne. Em dizanin îro Serokatiya me di bin tecrîdeke giran de ye, berpirsyarê vê em in. Em di ferqa vê de ne û gelê me jî divê bizanibe û bi rastî ji bo me wekî tevger û gel azadkirina Serokatî erkeke rûmet û şerefê ye. nebe nabe ye. Niha di vê çarçoveyê de gelê me li Ewrûpa wisa hemleyeke destpê kirine û hema hema her roj çalakî dikin. Ez hemû kesên beşdarî van çalakiyan dibin silav dikim, rêya wan rast e, pîroz û hêja ye. rûmeta me ji wir re derbas dibe. Yê ku vê tevgera ava kirî, ev rêbaza ava kirî, ev ruha pêyda kirî Rêber APO ye û ew îro di zindanê de ye. Dijmin ji ber vê sedemê îro xistiye bin tecrîdeke giran. Divê ku em wekî kadroyên vê tevgerê yan jî wekî gel her kesekê hemwelatiya vê axê divê ku di rêbaza Serokatiyê de hîn kûranî çêbikin û bi rastî vê tecrîdê bişkînin, sîstema Îmraliyê ji holê rakin. Li Bakur, Rojava, Başûr û Rojhilat jî divê ev têkoşîn êdî bikeve rojevê. 

Ji biharê û vir ve pêvajoyek pêş dikeve. Ez naxwazim bersiv bidim derewên dijmin, dijmin her derewan dike. Rexmê ewqas lewaz jî bû, digot “ez ê biqedînim!” Ew dinêre ku şer bike, wê desthilata xwe hîn xurt bike, lewma di şer de israr dike. Erdogan baş dizane ev pirsgirêk bi şer çareser nabe, bi hinek operasyonan nikare gerîla yan jî PKK’ê paşve bide. Her tim di çapemeniyê de bi vî awayî tîne ziman, lê heqîqet cuda ye.

Şerekî dijwar li xeta Zagrosê çêbû. Bi êrîşa li ser Zapê dijmin ne tenê kelha Bêdewê, xwest xwe di hundirê Başûr de fireh bike, lê berxwedaneke cidî li hemberî dijmin pêş ket. Cardin li eyaleta Amedê dijmin mehekê sax li şeş navçeyan qedexe îlan kir, bi şêwazên cur bi cur û bi deh hezaran zêdetir leşkeran operasyon kirin. Di van operasyonan giştî de 2 hevalên me şehîd bûn, yek jî dîl ketiye dest. Heman demê dijmin di van operasyonan de 7 welatparêzên wan gundan di bin navê qezaya trafîkê de, panzêr li wan qelibandin û şehîd xistin. AKP’ê niha terzê xwe guhertiye, di bin navê qezayê de înfaz dike. Jixwe hinek birîndar jî kirin û ew girtin. Ango li gundiyan zilm kirin, bi balafiran ew birin baregehên xwe, tirsandin, gef li wan xwarin. Sîstemeke zextê ya wekî sala 1994’an pêk anîn. Lê belê ne di aliyê gel de, ne jî di aliyê gerîla de encam girtin.

Herî dawî tiştekî ku hûn dixwazin bêjin heye?

Ev dema niha li Kurdistanê tê jiyîn, bi rastî demeke dîrokî ye, demek e ku êdî derfeta azadiya Kurdistanê ava bûye. Êdî doza Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dikare biçe serkeftinê û encam bigire. Wekî berê jî me destnîşan kir, ji bo wê divê yekîtiya netewî hebe, divê hîn zêde bi afrênerî nêzîkbûn hebe. Pêwîst e di şopdariya Rêber APO de, ji bo azadiya Rêber APO têkoşîn bilind bibe. Ya herî girîng jî, di vê serdema dîrokî û zêrîn de ger ev derfet ji destê gelê Kurd bireve, em vê demê wekî tê xwestin bi kar neynin û nexin bin xizmeta azadiya gelê Kurdistanê, sibe dîrok wê me dadgeh bike. Ev ji bo hemû aliyan wisa ye. Hemû kesên dibêjin em welatparêzên Kurd in, Kurdistanî ne, divê di ferqa demê de bin. Ev yek.

Ya duyem, baş eşkere bû ku, şoreşa Kurdistanê ne tenê şoreşa Kurd e, şoreşa gelên herêmê ye. Îro têkoşîna em li Bakurê Kurdistanê dikin, heman demê têkoşîna demokratîkirina Tirkiyê ye jî. Îro nîvê gelê Tirkiyê li hemberî vê rejîmê, li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê radiweste. Têkoşîna ku gerîla dike, heman demê têkoşîna demokratîkirina Tirkiyê ye. Berî vê 41 salan dema Rêber APO bi rêheval Heqî û Kemal Pîr re nîqaş kir, ew gotinên hatine gotin, di vê çarçoveyê de niha îspat bûne. Şoreşa Kurdistanê wê bibe şoreşa Rojhilata Navîn. Niha ev karakterê şoreşa me hîn zêde eşkere bû. 

Bala xwe bidin, li Rojavayê Kurdistanê îro pêngav hene. Pêngav li ku dimeşe? Li ser axa Sûrî dimeşe, ne li Kurdistanê. Ev bi çi armancê dimeşe? Bi armanca ku Federasyona Bakurê Sûrî ava bibe, Sûriyeke demokratîk û federal ava bibe, dimeşe. Tiştê herî girîng, bi hezaran keç û xortên Ereb beşdar dibin û şer dikin. Ev tiştekî pir û pir girîng û balkêş e. Dem wekî dema Selahadînê Eyûbî ye. Wê çaxê çawa ku Kurd, Ereb û Tirkmen bûn yek û bi vê hevgirtinê serkeftineke mezin bi dest xistin û Qudûs rizgar kirin, niha jî demek wisa ye ku Kurd, Ereb û Tirkmen bi hev re li hemberî faşîzmê, li hemberî her babet dîktatoriyê bibin yek û şoreşa demokrasî û azadiya gelan pêş bixin. Îro derfeta vê heye. Ev tiştên dîrokî ne, ne tiştên ji rêzê ne. Paradîgmaya Rêber APO ji bo gelên Rojhilata Navîn pêş xistî, êdî dikeve meriyetê. Van tiştên nû berî her tiştî divê hemû gelên welatparêz bibînin û li gorî wê hîn zêde xwe birêxistin bikin.

Bêguman ên ku herî zêde di vir de li berpirsyariyên xwe xwedî derkevin, ciwanên Kurd in. Keç û xortên Kurd û Kurdistanî ne. Ev dem ne demek e ku ciwanên Kurd li quncikekê rûnin û temaşe bikin, biçin qehwexaneyan û bikevin bin bandora modernîteya kapîtalîst û şerê psîkolojîk ê dijmin. Ev dem ne dema ku ciwanek Kurd çenteyê xwe rake, ji Kurdistanê derkeve û ji xwe re li jiyaneke takekesî bigere. Ev dem dema ku ciwan werin, li Kurdistanê jiyana azad û bedew ava bikin, bibin milîtanên wê. Ji bo wê ez bang li tevahî ciwanên Kurdistanê yên her 4 parçeyan dikim ku, werin beşdarî nav refên şoreşê bibin. Di xebatên civakî û leşkerî de cih bigirin. Zafer wisa wê nêz bibe. Ev dem êdî dema encamgirtinê ye. Di demek wisa de, hemû ciwanên Kurd divê bi berpirsyariyeke mezin nêz bibin û beşdar bibin. Hêviyên me ji ciwanên xoşewîst hene. Bi rastî ev têkoşîna heya roja îro bi hikm û beşdarbûna ciwanên hêja hat vê qonaxê, em bawer dikin wê ji vê qonaxê şûn de jî bi ruhê ciwanî û beşdarbûna ciwanên welatparêz û hêja bigihe serkeftine. Banga min ji bo hemû ciwanan; beşdar bibin, bibin milîtanên zaferê. Bi vî awayî em dikarin di vê dema dîrokî de meşa azadkirina Rêber APO û meşa azadkirina Kurdistanê bi ser bixin. Ez careke din ji bo tevahî gelê me silav û rêzên xwe pêşkêş dikim.