ROJANE
Hemû Nûçe
-
Rapora Neteweyên Yekbûyî ya li ser şerê li Sûriyeyê
Komîsyona Lêpirsîna Sûriyeya ya Serbixwe ya Navneteweyî ragihand, ku şerê li Sûriyeyê herî zêde zerarê dide sivîlan û ji bo pêkhatina aştiyeke li gorî pîvanên hiqûqa navneteweyî, bang li Konseya Ewlekariyê ya NY kir ku bi erka xwe rabe. -
Fatûreya krîza bi Erdogan re li Kurdan hate birîn
Hikumeta Merkel, piştî 25. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku di nava zext û zordariyê de pêk hat, serî li ber gefên Tirkiyeyê tewand. Wezareta Karên Hundir ragihand, ku çarçoveya qedexeya li ser PKK'ê dikare bê berfirehkirin. -
Rojeva Rojê
18'ê Îlon 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Baydemîr: Biryara girtina Ayhan cînayeta hiqûqî ye
Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir, ji nû ve biryara girtina parlamenterê HDP'ê Ayhan Bîlgen rexne kir û anî ziman ku ev cînayeta hiqûqî ye. Baydemîr, anî ziman ku dozgerên ev îdîaname amade kirine ji doza cemaeta Gulen hatin girtin. -
Yuksekdag nehat berdan
Di rûniştina îro ya doza Fîgen Yuksekdag de, ku li Girtîgeha Sîncanê pêk hat, biryar hate dayin ku Yuksekdag girtî bimîne. -
'Doza Yuksekdag jî hatiye girtin'
Rûniştina duyemîn a doza li dijî Fîgen Yuksekdag, ku ji 8 fezlekeyên cuda daxwaza 83 salan a cezayê girtîgehê lê tê kirin, pêk hat. -
Heyeteke nû diçe Bexdayê
Li Başûrê Kurdistanê heyeteke nû wê sibê biçe Bexdayê û meseleya referandûmê nîqaş bikin. -
Dadgeha Iraqê biryara 'rawestandin'a referandûmê da
Dadgeha Federal a Iraqê, têkildarî referandûma li Başûrê Kurdistanê biryara 'rawestandinê' da. -
Girtiyên siyasî yên li Tîpa F a Tekîrdagê bang kirin
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê bal kişandin ser êşkenceya li wan tê kirin û bang li raya giştî kirin. -
Li Meksîkayê xwepêşandanên li dijî qirkirina jinan
Li Meksîkayê bi hezaran jin li dijî cinayet û qirkirina li ser jinan daketin qadan. Li dorî daneyan her roj 5 jin tên kuştin. Şîddet li ser ji sedî 60’ê jinan tê kirin. -
Doza Yuksekdag: Mafê darizandina adîl tê binpêkirin
Rûniştina duyemîn a doza li dijî Fîgen Yuksekdag, ku ji 8 fezlekeyên cuda daxwaza 83 salan a cezayê girtîgehê lê tê kirin, li Kampusa Girtîgeha Girtî ya Sîncanê dest pê kir. -
Bîlgen: Ne dadgehê, lê kesên din biryara girtina min dan
Bîlgen, ku tê girtin û berdan, nerazîbûn nîşanî biryarê da û diyar kir ku ne dadgehê, lê mecrayên din der barê wî de biryara girtinê dane. -
Tûrhalli: Misilmantiya me û ya senteza Tirk-Îslamê ne yek e
Tûrhalli diyar kir, ku êrîşa li cenazeyê Hatûn Tûglûk hate kirin organîzasyoneke dewletê ye û got, "Divê Misilman hemû bi lez û bez xwe ji vê faşîzma Tirk-Îslam a gemarî vegire. Ev hovîtî nîşaneya têkçûnê ye." -
Ozgur: Dewlet ji ber tiştên ku li Sûrê kiriye wê mehkûm bibe
Endamê Platforma Hevgirtina bi Sûrê re Denîz Ozgur diyar kir ku dewlet ji ber polîtîkaya xwe ya li Sûrê wê li pêşberî dîrok û saziyên navneteweyî mehkûm bibe. -
Êşkenceya lêgerîna tazî li malbata çû serdanê hate kirin
Malbata Bêrîvan Çelîk a li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê tê girtin, piştî ku ji hevdîtina keça xwe derket bû hedefa êrîşa gardiyayan û êşkenceya lêgerîna tazî li malbatê hate kirin. -
Ji bo Saray Guven li Frankfûrtê merasîm hate lidarxistin
Ji bo Saray Guven a ji Dersimê, ku li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê hate kuştin, li Bîschofsheîmê merasîmek hate lidarxistin. -
Rakirina qedexeya li ser PKK'ê soza Partiya Çep a hilbijartinê ye
NAV-DEM'ê pirsa "Eger hûn bibin desthilatdar, ji bo Kurdên li Elmanyayê dijîn hûn ê çi bikin?" li Partiya Çep a Elman kir. Partiya Çep jî bi rengekî nivîskî bersiv da û got, "Em ê qedexeya li ser PKK'ê rakin." -
Karmendên Elman li Tirkiyeyê ji nêz ve tên şopandin!
Karmendên Elman ên ji Tirkiyeyê, ku ji bo betlane û bêhnvedanê diçin welatê xwe, ji aliyê polîs û îstîxbarata rejîma Erdogan ve ji nêz ve tên şopandin. -
Rojeva Rojê
17'ê Îlon 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Encamnameya Komxebata Rojhilat hate weşandin
Li Stockholmê ev du roj in bi mebesta amadekariya Konferansa Yekîtiya Neteweyî, Komxebata Rojhilat dihat lidarxistin. Komxebatê encamnameya xwe bi daxuyaniyekê weşand. -
NAV-DEM’ê têkildarî festîvalê daxuyanî da
Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Elmanyayê (NAV-DEM) têkildarî Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 25’emîn daxuyaniyeke nivîskî belav kir. -
Baydemîr wêneyê Soylû şîrove kir: Edeba siyasî bi AKP'ê re nemaye
Berdevkê HDP'ê yê Osman Baydemîr, der barê wêneyê êrîşkarê cenazeyê Hatûn Tûglûk, Mûrat Alp ê li qereqolê li tenişta Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû kişandiye diyar kir ku di siyaseta AKP'ê de sinc û edeb nemaye. -
Nameya xatirxwestinê ya Ûlaş Adali ku dema çû Kobanê nivîsand
Nameya xatirxwestinê ya Ûlaş Adali (Gokhan Taşyakan), Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Komunaran dema ku çûyî Kobanê nivîsîbû hate weşandin. -
Yuksekdag wê tevlî rûniştina dozê nebe
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, ji ber ku saloneke biçûk ji bo rûniştina sibe ya li Enqereyê hatiye amadekirin, wê tevlî rûniştinê nebin. -
Hevserokê HDP'ê yê navçeyê jî kirine endamê AKP'ê!
Saît Pîlsîn ku ji bo bibe Hevserokê HDP'ê yê navçeya Akdenîzê serlêdana endametiyê li partiyê kir, pê hesiya ku 'endamê AKP'ê' ye û got, bêyî ku haya wî jê hebe li Cizîrê ew weke endamê AKP'ê hatiye qeydkirin.