ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji bo bibe dengê Kolberan bi bisiklêtê çû Tehranê
Derdorparêzê Merîwanî Serîf Bacwer ê bi armaca protestokirina qetilkirina Kolberan a ji aliyê rejîma Îranê ve bi bisiklêtê ji Merîwanê ber bi Tahranê ve kete re, gihişt Tehranê. -
KJK: Dayika Hatûn tim li dijî faşîstan rawestiya ye
KJK, sersaxî ji bo malbata Hatûn Tûglûk a ku jiyana xwe ji dest dabû xwest û got: Bi taybetmendiyên xwe yên Elwîtiyê, bi xwebûyîna rastiya jina Kurd, bi serbilindî û berxwedêriya xwe tim li dijî faşîst û mêrgîngeriyê raswestiya ye.” -
‘Ên girtî ne Sebahat û Gultan lê bi milyon kes in’
Wekîla HDP’ê Beştan ji ber ku Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak nehatin berdan daxuyanî da û got, ‘’Îro yên ku girtî ne, ne Sebahat û Gultan in, bi milyonan kes in. Li Tirkiyê pergala hiqûqê têk çûye.’ -
Meşa 'Azad Bike' kete roja xwe ya dawî
Meşa dirêj a ku ciwanên Kurd ji Dortmûndê dan destpêkirin kete roja xwe ya dawî. -
Li metroya Londonê teqînekê rû da -NÛ BÛ
Li metroya paytexta Îngilîstan Londonê teqînekê rû da. Tê gotin, hin kes ji ber teqînê birîndar bûne. -
Agahiyek li ser weşanên Stêrk TV û News Channelê
Li herêma ku studyoyên Stêrk TV, News Channel û Med Muzîkê lê ne, ji ber arîzeya elektrîkê, weşanên qenalên navborî qut bûn. -
Destwerdana DYA ya li referandûmê
Referandûma ku PDK serkêşiyê jê re dike, di qonaxa dawî de ye. Bi zextên DYA re Barzanî sînyala vegera ji vê biryarê da. DYA alternatîfeke nû pêşkêş kir, Barzanî jî got, "em ê binirxînin." -
Ji TJA’yê li 7 bajaran nobed: Li dijî hişmendiya faşîzmê têbikoşîn
TJA, li dijî qirkirina jinan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li 7 bajaran nobed girt. Jinan li nobedê, li dijî êrîşa li hember cenazeyê dayika Aysel Tûglûk gotin: “Em jin, wê li dijî hişmendiya êrîşkar û faşîzan têkoşînê bikin." -
Rojeva Rojê
14'ê Îlon 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
HDK: Êrîş, rê li ber birînên ku neyê pêçan vedike
HDK, êrîşa li ser cenazeyê dayika Berdevak Hevseroka Giştî ya HDP’ê Aysel Tûglûk şermezar kir û got: “Êrîşên bi vî awayî, di nava gelan de siberojê rê li ber birînên kûr ku neyê pêçan vedike.” -
Biryara domandina girtina Gulmen û Ozakça hate dayîn
Nûriye Gulmen û Semîh Ozakçe yên ku di roja 190’an a greva birçîbûnê de ku beşarî rûniştina yekem nebûn, dadgehê biryara domandina girtinê da. -
Doza JÎTEMÊ: Leşkeran cilên gerîlayan li xwe kirin û cinayet pêk anîn
Bedran Akdag ê ku di Doza JÎTEM’ê ya Qoserê de şahidî kir, diyar kir dema ew dixebitî “Cînayetên ku JÎTEM’ê kiribû, dixistin stûyê PKK’ê.” -
Demîrtaş û Zeydan: Êrîşa li cenaze berhema AKP’ê ye
Selahattîn Demîrtaş û Abdûllah Zeydan ên girtî ji bo Hatûn Tûglûk peyama sersaxiyê şandin. -
KNK: Biryara Belçîkayê rûyê rastîn ê dewleta Tirk nîşan da
KNK’ê memnûniyeta xwe nîşanî biryara Belçîkayê da ya ku dibêje; ‘PKK ne rêxistineke terorî ye’ da û got: “Careke din têkoşîna gelê Kurd a meşrû û mirovî hate dîtin.” -
Cenazeyê Hatûn Tûglûk li Dersimê hate veşartin
Cenazeyê dayika Aysel Tûglûk Hatûn Tûglûk a li Enqereyê jiyana xwe ji dest dabû, li Dersimê bi merasîmekê hate veşartin. -
Belçîka got: ‘PKK ne rêxistineke terorê ye’ dosya girt
Li Belçîka doza di derbarê Remzî Kartal, Zubeyîr Aydar, Adem Ûzûn û 36 kesan de hatibû vekirin bi encam bû. Dadgehê biryara “PKK ne rêxistineke ya terorê ye” da. -
YJA Star: Têkoşîn Amed dûmahîka kevneşopiya me ya berxwedanê ye
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê diyar kir ku Têkoşîn Amed a ku li Amedê çalakiyeke fedayî lidar xist, dûmahîka kevneşopiya berxwedanê ye. -
Ji bo ‘Serokkomar Masûm’ ji erkê were girtin îmze tên berhevkirin
Parlementerên YNK’ê diyar kirin ku ji bo Serokkomarê Iraqê ji peywirê were girtin li Bexdayê îmze tên berhevkirin -
Cenazeyê Hatûn Tûglûk anîn Dersimê
Cenazeyê Dayika Aysel Tûglûk Hatûn Tûglûk a ku li Enqereyê jiyana xwe ji dest dabû, anîn Dersimê. -
TŞYG: Rêheval Ûlaş sembola têkoşîna hevpar bû
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) ji bo Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Komunarên Şoreşger Gokhan Taşyakan (Ûlaş Adali) ê ku li Rojava jiyana xwe ji dest dabû daxuyaniyek weşand. -
Kedkaran xwestin Gulmen û Ozakça bên berdan
Platforma Şaxan a KESK'ê li Mêrsîn û Riha daxuyanî dan û xwestin Gulmen û Ozakça û bên berdan. -
Baydemîr: Duh dubareya Madimakê bû!
Berdevkê Partiyê yê HDP’ê Baydemîr berpirsê êrîşa nîjatperest a bi ser Hatûn Tûgluk, dayika Aysel Tûglûk de AKP destnîşan kir. Baydemîr got, ‘’Ev êrîş bi plan, program, organîze bû. Êdî vegera li vî karî nîn e.’’ -
Biryara ji erkê girtinê ya Waliyê Kerkûkê hate dengdan
Serokwezîrê Iraqê Ebadî biryara ji erkê girtina Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerkûkî, li Parlemetoya Iraqê xiste dengdanê. -
Parlementera HDP’ê Sîbel Yigîtalp hate berdan
Parlemetera HDP’ê Sîbel Yigîtalp a ku dema sibehê ji malê derdiket û hate binçavkirin, piştî îfadeya wê hate girtin û şûnde hate berdan. -
Li gara navendî ya Lûzernê daxwaza azadiya ji bo Ocalan
Di monîtora mezin a li gara Lûzernê de îlana azadiya ji bo Ocalan tê weşandin.