Doza Yuksekdag: Mafê darizandina adîl tê binpêkirin

Rûniştina duyemîn a doza li dijî Fîgen Yuksekdag, ku ji 8 fezlekeyên cuda daxwaza 83 salan a cezayê girtîgehê lê tê kirin, li Kampusa Girtîgeha Girtî ya Sîncanê dest pê kir.

Rûniştina duyemîn a doza li dijî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, ku ji 8 fezlekeyên cuda daxwaza 83 salan a cezayê girtîgehê lê tê kirin, li Kampusa Girtîgeha Girtî ya Sîncanê dest pê kir. Rûniştina destpêkê roja 4'ê Tîrmehê li Edliyeya Enqereyê pêk hatibû. Rûniştina duyemîn jî, bi îdîaya ku salon teng e, birin Sîncanê lê li Sîncanê jî saloneke ku tenê 20 kes dikare bikeve hundir hate amadekirin.

YUKSEKDAG: EZ BÊ HIQUQIYÊ QEBÛL NAKIM

Fîgen Yuksekdag jî bi rêya parêzerên xwe diyar kir ku ew vê bê hiqûqiyê qebûl nake û wiha gotibû "Eger gelê me, rêveberên me, parêzerên me nikaribin azad bên li min guhdarî bikin, ez beşdarî rûniştina dozê nabim." Bi vê peyamê helwesta xwe diyar kir û helwesta dadgehê jî şermezar kir. Yuksekdag tevlêbûna bi riya SEGBÎS'ê jî red kir û tev li rûniştina dozê nebû. 

'PÊVAJOYA DARAZA BÊ RÊGEZ E'

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay li ber Girtîgeha Girtî ya Sîncanê daxuyanî da û wiha got: "Em ji bo Hevseroka xwe ya Giştî Figen Yuksekdag li vir in. Hevalên me yên wekîl bê rêgez û ûsûl destnedayîna wan hat rakirin û hatin girtin. Figen Yuksekdag piştî 240 rojan yekem car derket pêşberî dadgehê. Di dadgehek qelebaliq de kesên ku ew darizandin hatin darizandin. Di vê rûniştina dadgehê de piştî telefon ji heyeta dadgehê re hat, heyetên biyanî  ji salona dadgehê hatin derxistin." 

'EM Ê RASTIYAN LI RÛYÊ FAŞÎZMÊ BIDIN'

Serpîl Kemalbay anî ziman, ku wê serê xwe li pêş vê darizandina li dijî hiqûqê netewînin û wiha got: "Em ê di vê rûniştinê de rastiya faşîzmê li rûyê wan bêjin. Em ê bêjin jin, gel û yên berxwedanê bi ser bikevin. Tu tişt wê nikaribe serê me li ber wan bitewîne. Em spasiyên xwe ji her kesên piştgiriyê dikin re dikin. Em kesên qanûna bingehîn bin pê dikin û tecrîdê datine ser salonê şermezar dikin." 

JI BILÎ AA ÇAPEMEMÎ HAT ASTENGKIRIN
 
Kemalbay, piştî daxuyanî da derbasî salonê bû. Lê heyeta ku ji Ewropayê hat, nexistin hundirê salonê. Li ser navê heyetê tenê kesek wekî nûnerê heyetê hildan salonê. Dîsa parêzerên ji baroyên Fransa, Îtalya û Îngîlîstanê hatin hilnedan salona dadgehê. Ji bilî Ajansa Anadolu (AA) çapemeniyên din jî nexistin salonê. Piştî hevditina parêzeran ji her çapemeniyê kesek hildan hundir. Li beşa 20 kesên temaşe dikin polîs bi cih kirin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir Parlamenterên HDP'ê Ayşe Acar, Mizgîn Irgat, Muslum Dogan, Besîme Konca û Alîkarê Hevserokên Giştî Beycan Taşkiran, Fatma Kûrtûlan û Sarûhan Olûç, Yûrdûsev Ozsokmenler jî tev li rûniştina dozê bûn û doz şopandin. 

Parêzerên beşdar bûn jî diyar kirin ku dê der barê îdîaa û sucdariyan de axaftinê nekin. Li ser navê parêzeran Gulseren Yoleri, diyar kir ku darizandina adîl li vir hatiye binpêkirin. 

Li aliyê din endam û rêveberên HDP'ê û nûnerên rêxistnên demokratîk, Meclîsa Dayikan, Meclîsa Jinan, Însiyatifa Malbatên Pirsûsê, Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Tulay Hatîmogûllari û Endamên ESP'ê li pêş Girtîgeha Sîncanê radiwestin.